13/06/2016 | Nivîskar: Yusuf Önal

7. Hefteya Rûmeta Transan îro dest pê kir. Transan got: ‘Ew êrişên ku duh li dijî gelên êzidî, kurd, nusayrî, tirkmen û xirîstiyanan pêk dihat, îro li wê aliyê dinyayê li dijî LGBTIyan pêk tê.’

7. Hefteya Rûmeta Transan îro dest pê kir. Transan got: ‘Ew êrişên ku duh li dijî gelên êzidî, kurd, nusayrî, tirkmen û xirîstiyanan pêk dihat, îro li wê aliyê dinyayê li dijî LGBTIyan pêk tê.’

7. Hefteya Rûmeta Transan bi durişma ‘Berxwedan û Aştî’ dest pê kir.

Ji bo destpêka hefteya ku Komeleya Hevgiriya LGBTIyan a Stenbolê li dar dixe, îro li Komeleya Mafên Mirovan (KMM) daxuyanî ji çapemeniyê re hat dayîn.  Daxuyaniyê de kuştî û birîndarên Qetlîama Orlandoyê hatin bibîranîn.

Di wê daxuyaniyê de wiha hat gotin: ‘Me hewl dida ku em 7. Hefteya Transan li dar bixin. Lêbelê li ser agahiya ku ji Amerîkayê hat em careke din xemgîn bûn. Ew êrişên ku duh li dijî gelên êzidî, kurd, nusayrî, tirkmen û xirîstiyanan pêk dihat, îro li wê aliyê dinyayê li dijî LGBTIyan pêk tê. Ji bo rawestandina wê yekê em xwediyê îradeyeke bi xurt in û em ê bêdeng nemînin!’

Di çarçoveya hefteyê de çalakiya yekem ya foruma ‘Ez bi bedena xwe re li hev têm – Tecrubeyên Sexê yên Transan’ îro saet 19:00an de li Parka Maçka Demokrasiyê wê were lidarxisitn.

‘Her mafxwastinek qadexeke berxwedanê ye’

Serokê Şaxa KMMê Şenel Karataşî beriya daxuyaniya çapemeniyê axivî û kesên ku di encama Qetlîama Orlandoyê de hatine kuştin, bi bîr anîn.

Di daxuyaniya hevpar ya Komeleya Hevgiriya LGBTIyan a Stenbolê, Mala Transan ya Eylul Cansin, Mala Transan ya Çingene Gulê de, derbarê sedema bijartina durişmeya ‘Berxedan û Aştiyê’ de wiha hat gotin:

‘Dema nîqaşên me yên derbarê naverok û durişmeyê de dest pê kir, tişteke hebû ku me hemûyan pê dizanibû: Em ji bo gihiştin û bikaranîna heta mafên xwe yên sereke jî di nav berxwedanê re derbas dibûn.

Ji bo civaka transan, berxwedan mecbûrî ye û pêwistiya jiyanê ye. Ji bo mafê perwerdehiyê, tenduristiyê, ragihandinê, edaletê pêwist e.

Ev lîsteya di bin destê me de dirêj bibe diçe, û li welatê ku em lê dijîn bûye weke pêtê agirê.  Ji ber ku pêvajoya heyî bi awayekî baş tîne ziman, me diruşmeya xwe weke ‘Berxwedan û Aştî’ diyar kir.

Em ê di çarçoveya hefteyê de bi panel û atolyeyan derbarê qadên xwe yên berxwedanê de nîqaşan pêk bînin û li ser aştiyê biaxivin. Di bin banê xeyala dinyayeke ku hewce bi berxwedanê nîne de, em ê werin cem hev. Em bangî li hemû kesên li dijî transfobiyê ne re dikin ku li hemberî kapîtalîzmê, faşîzmê, nijadperestiyê, ferqmeyiliya cinsiyê û li dijî zihniyeta erkê  bila beşdarê meşê bibin.

Ji bîr neke! Eger tu nebî, em kêm in!


Tags: jîyan
İstihdam