07/06/2016 | Nivîskar: Yusuf Önal

Çalakiyên di çarçoveya hefteyê de ji hêla Komeleya Hevgiriya LGBTIyan a Stenbolê ve tên organîzekirin. Komaleyê derbarê bernameya hefteyê de daxuyanî da û wiha got:

Çalakiyên di çarçoveya hefteyê de ji hêla Komeleya Hevgiriya LGBTIyan a Stenbolê ve tên organîzekirin. Komaleyê derbarê bernameya hefteyê de daxuyanî da û wiha got:

‘Em ê di çarçoveya hefteyê de bi panel û atolyeyan derbarê qadên xwe yên berxwedanê de nîqaşan pêk bînin û li ser aştiyê biaxivin. Di bin banê xeyala dinyayeke ku hewca bo berxwedanê nîne de, em ê werin cem hev. Em bangî li hemû kesên li dijî transfobiyê ne re dikin ku li hemberî kapîtalîzmê, faşîzmê, nijadperestiyê, ferqmeyiliya cinsiyê û li dijî zihniyeta erkê  bila beşdarê meşê bibin. Ji bîr neke! Eger tu nebî, em kêm in!

Di çarçoveya hefteyê de gelek atolye, panel, nîşandana fîlman û performans dê werin lidarxistin. Wê parlamenterên HDPê û CHPê beşdarê panela aştiyê bibin. Herwiha xişr û bazinên ku ji hêla kesên li mala transan dimînin ve hatine çêkirin jî wê bi kokteyl û kermesek ve bên firotin.

7. Hefteya Rûmeta Transan wê di 19ê Hezîranê bi meşeke dawî bibe. Meş dê li Cadeya Îstiklalê li ber Konsulxaneya Fransayê dest pê bike.

13ê Hezîranê - Duşem

7. Hefteya Rûmeta Transan – Civîna Çapemeniyê

Saet: 13:00 Cih: Komelaya Mafên Mirovan, Beyoglu

Ez bi bedena xwe re li hev têm – Tecrubeyên Sexê yên Transan

Saet: 19:00 Cih: Parqa Maçkayê

Moderator: Zelal Demir

14ê Hezîranê – Sêşem

Atolyaya Maskulen Materyalê ya Transan

Saet: 19:00   Cih: Komeleya Hevgiriya LGBTIyan a Stenbolê

Têbinî: Tenê 20 kes dikarin berdar bibin.

 

15ê Hezîranê – Çarşem

Dîroka transemêran: Ji ku heta ku

Saet: 18:00  Cih: Aynali Geçit

Moderator: Behram Aras

Panelist: Berk Înan, Îlksen Gursoy

 

16ê Hezîranê – Pêncşem

Qadeke Berxwedanê: Bicihbûn/Gula Mirtip û Mêvanxaneya Eylul Cansin

Saet: 18:00  Cih: Aynali Geçit

Moderator: Kivilcim Arat

Panelîst: Oyku Ay (Aktîvista Transên Serbixwe), Mor Çati, Ebru Kiranci (Komeleya Hevgiriya LGBTIyan a Stenbolê)

 

17ê Hezîranê – În

Qadeke Berxedanê: Weke Hebûna Ji Nû Ve - Redkariya Wicdanî

Saet: 13:00   Cih: Aynali Geçit

Moderator: Ercan Jan Aktaş / Redkarê Wicdanî

Mafê Hatiye Binpêkirin: Trans û Hiqûq

Moderator: Kivilcim Arat

Panelîst: Prz. Eren Keskin, Prz. Bulent Kirdar, Prz. Metehan Arisoy

Kokteyl, Kermes û Nîşandana Filma Trans Butê

Saet: 19:00   Cih: Navenda Çanda Nazim Hikmet

 

18ê Hezîranê – Şemî

Keda ku Nayê Dîtin: Karkeriya Sexsê

Saet: 13:00    Cih: Navenda Çanda Donkişot-Beyogluyê Pasaja Hazzo Pulo

Moderator: Deniz Tunç

Panelîst: Kemal Ordek (Kirmizi Şemsiye), Demet Yanardağ (Îzmîr Siyah Pmbe Uçgen)

Armanca Hevpar: Aştî

Saet: 16:00   Cih: Navenda Çanda Donkişot-Beyogluyê Pasaja Hazzo Pulo

Panelîst: Fîliz Kerestecioglu (Parlamentera HDPê ya Stenbolê), Selîna Dogan (Parlamentera CHPê ya Stenbolê)

Nişandana Filma Trans X Istanbulê

Saet: 19:00    Cih: Navenda Çanda Nazim Hikmetê

 

19ê Hezîranê – Yekşem

7. Meşa Rûmeta Transan

Saet: 17:00    Cih: Li ber Konsulxaneya Fransayê


Tags: jîyan
İstihdam