15/07/2013 | Nivîskar: Kaos GL

Resul G. ê xwastîne leşkeriyê hest û ramanên xwe li kaosGL.org parvekir û go

Artêşa Leşkerê Xwe ê Heteroseksûel Nikare Piparêze Gelo Leşkerê Xwe ê Hevzayend Wê Çawa Piparêze? Kaos GL - Rûpela Nûçeyên Gey Lezbiyen Biseksüel Trans û Hevzayend KR

Resul G. ê xwastîne leşkeriyê hest û ramanên xwe li kaosgl.org parvekir û go: Komara li tû qadên jiyana min gûhdariya min ne kirî îro rabûye ramanên min bizane û li ser jiyana min destkariyê pêk bîne bang dike min kû li ser evînamin, eşqamin û zayendamin cara yekem gûh bide min.

 

Tû Hevzayend Leşker Nayên Dinê!

Ez di nav malbetek pederşahî hatim necirandin, di nav pergalek desthilatdar û leşkerî-militarîst hatim dorpîkirin û îro jî bi darê zorê min dixwazin bikin leşker. Seba van tiştan di nav rêyên jiyanê de ez ketim cihek bêder û ez li nav vê rewşê de ji were dinivîsinim…

 

Di jiyana min de ez seranser li her beş û qadên jiyanê bi cûdagirtinê rûbirû mam û bi salan seba vê yekê min ji xwere şarezariyek jîyandinê ava kir û ez nizanim ka li nav Ocaxa Leşkeriyê a Dewleta Bav ev şarezariyên min ka wê bikarin min bi parêzin? Ya rastî ez ji vê ditirsim û bi hestek wiha bang dikim we û li gel parvekirinê alikariyekê ji we dixwazim. 

 

Roj bi roj ez baş dizanim kû ez wexta ji diya xwe bûyî ez ne leşker bûm lê belê rojek wê bê ezê wek leşkerekê bimirim û ez her roj bi wê rastiyê rûbirû di mînim. Civaka me ne bixwe dijî ne jî dide jiyandin ev pergalek ecêb e û ev pergal ji zordestiya leşkeriya bi darê zorê berdewam dike. Li bînê mejiyê me destûra Hemû Tirk Leşker tên Dînê hatiye kolandin le ya rastî leşkerî ji bo min tenê ew leyîzên ez 5 salî min li gel hevalên xwe ên taxê me min di lîst ew bûn. Lê belê Komara Bav dixwazê kûrê wî heteroseksûl be û serda jî xwîn rijandinê ji bo xwe dike pirozahiyek mezin, li nav ocaxa leşkeriyê wexta wek kartolekê me tazî dike jî dil di xwaze mêrên xwe wek leşkerekê bibîne.

 

Ey Komar Destên Xwe Ji Jiyana Min Bikşîne!

Ez niha wan jinên bang dikin dewletê û dibêjin destê xwe ji bedena min bikşîne baştir fam dikim. Ev çend roje ez di nav xewnên xwe de dikim qêrîn û dibêjim ey komar, destên xwe ji bedena min bikşîne! Ev pergaal pederşahî, destdirêj, milîtarîst û zordar li mêraniya min di pirse û hevzayendiya min gor xwe ditîne bin û ji vê di tirse lê ev ser û binî tûcar ji min re ne bû pirsgirêk û tûcar ji min re ne bû pirsgirêk ka merov çawa dijîn li kêderê di jîn û li nav cihên xwe li kel kê dijîn! Ber kû jiyan ev e û carek tenê tê jiyandin, heta kû mirov bi awayek azad bêhna xwe bistîne didome jiyan û jiyan barek çarenûsiyê ye me dayî ser milên xwe jiyan bi avayî qada şer e. Pergala kapîtalîst ragihandiye kû her yek me şerkere ke û ez li nav vê rewşê di fikirim gelo ezê çima kîjan birayê xwe ji bo çi bikûjim? An ji ezê bi gûlleya kîjan birayê xwe bêm kûştin an jî bi bêşa min dayî kîjan peywirdar wê li kîderê xerabiyekê bîne serê min? Bi nav van derfetan de ez jî wek yên berî xwe li hember van tiştan di tekoşim… ez gelek caran difikirim û dibêjim gelo ev çi jiyanek bi êş û jan e…

 

Bi salane em ji bo kevir û axa komarê di xebitin, başa xwe didin, li bin banê wê di razên û îro tiştên kû bîne serê me wexta ez di fikirim û her car dibêjim ev neçarî ya bê deng min zêde di westîne. Gelo hûn tû car li ser rewşa mirovek hero mirov bi tiliyan nişanê hev didin û henekên xwe pê dikin û nizani wê rojê wê çi bi serê wî bê li nav artêşek pederşahî fikirîne an na? Em bûn her tişt, wan çi hezkiribe em neçar man û em bûn ew, tû kesî ji me ne pirsî kû em jiyanek çawa dixwazin lê bi piranî li ser dûrbûna me a ji jiyana wan mijûl bûn.

 

“Komara li tû qadên jiyana min gûhdariya min ne kirî îro rabûye ramanên min bizane û li ser jiyana min destkariyê pêk bîne bang dike min kû li ser evînamin, eşqamin û zayendamin cara yekem gûh bide min.”

Hevzayendî ji salên 1970’yan û vir ve ji alî WHO vek xerabiyek psîkoseksûel jî bê navkirin, ji aliyê pisporên pirzan ên zanîngehên bijîjkê bigirin heta wezîra komarê a berpirsiyara malbatê a şaş ji hemû kesî re gotin û dan qebûl kirin kû hevzayendî nexweşiyeke. Seba van tiştan xwîşk û birayên min ne xwastin min bizanin û gûhdariya min bikin.

 

Bifikirin Komara li tû qadên jiyana min gûhdariya min ne kirî îro rabûye ramanên min bizane û li ser jiyana min destkariyê pêk bîne bang dike min kû li ser evînamin, eşqamin û zayendamin cara yekem gûh bide min. Leşkerî li nav ocaxa leşkeriyê li nav cil û libasên kesk li hêviya mine lê belê me jiyana xwe seranser bi rengê keskesorê boyax kiriye. Em çi jî bêjin jî li ba we qedir û biha gotinên me nîne, ji ber kû komar nasnameya hevzayendên li nav ciyan de jîhatî di nav penetrasyonê de jî çeleng naxwaze bibîne. Artêşa Tirk, qewarêyên zayendiya civakî bi awayek wêrek ne pejirandiye, hevzayend û ji mêra heta jina kesên trans wek nexweşiyek zayendî  li nav leşkerên heteroseksûel nîşan dide û ji hemû kesî re di bêje ev mirov ji leşkeriyê re neberbihevin, pûçin û kinûşkin. Ji ber vê rewşê ez dixwazim min jî nîşan bidin, ber kû min tû car xwe ne veşart, ez li vê derê me û tû car jî ez xwe ne veşêrim. Ji Yekitiya Psîkatrîstên Tirk bigirin heta bijîşkên Tirk bi salane çı qas bêjin hevzayendî nexweşî nîne jî pêşiyê komar min wek xerabiyek psikoseksûel dibîne û min di darizîne û ez girînge li nav vê pêvajoyê gotinên xwe bêjim û xwe bidim xûyandin. Dema ez li ser piştî çûna xwe a leşkeriyê tiştên kû wê bên serê min difikirim ez di veciniqim.

 

Çi gava ez derkevim kolan û kûçan xeteriya kûştina min heye, her çi qas bêjin min tû li ber zagonan wek herkesî hevparî jî ez baş dizanim kû li nav vê pêvajoyê de hemû cûreyên cûdagirtinê ez dijîm û di nav vê rewşê de wexta ez bûyerên li nav leşkeran di qewimin di xwînim tirsa min zêdetir dibe. Wexta em têkilahiya mêraniyê û milîtarîzmê bidin ber çavên xwe leşkerî li aliyekê ayîna azebiyê ye û li aliyê din jî milîtarîzasyona ristên zayendiyê ne. Her wiha em baş dizanin kû şer jî wek destirêjiyê qadek peytandina deshilatdariya mêraniyê ye.di nav vê pêvajoyê de çûna min a leşkeriyê barê ducarkirina neritiyên mêraniyê ne  komarê daye ser pişta min û her wiha dema bi rastiya min bihesin ez dizanim wê zilm û zordariyek mezin wê li min bikin. Ji ber van tiştan ez hes nakim biçim leşkeriyê. Gotinên hêrs û nefrîn li welatê me wek vegotinên azadiyê tên qebûl kirin û dema li welatê me kiryarên mirov di tînine serê hev têne bîra min ez nizanim kû li nav qada leşkeriyê bihna min wê çawa derkeve.

 

Ger mêranî tiştek wiha be ez naxwazim bibim mêr

Artêşa Tirk di zane saroxan û tangan çêkê lê belê APB û WHO’yê na şopîne, ramana milîtarîst, mêrperest, fallûsîyê ber bi sersala 21’emîn ve bibe û hevzayendiyê wek nexweşiyekê bibîne. Komara Bav dike qêrîn û dibêje sekinîn nîne rê berdewame û zarokên xwe bi destê xwe dixe qewarekê ger min qasê mêrekê bibîne min dike leşker lê belê gava qewareyên zayendiya civakî li ser min ceribîne wê gavê ezê nizanim çi bikim. Ger mêranî tiştik wiha be ez naxwazim bibim mêr! Gava leşkerên bi gûleyên hevalên xwe hatî kûştin, lêdan, zordestî, bêrûmetkirina îro li nav civaka leşkeren bûye wek asayek leşkeriyê, tiştên li DİSKO’yê tên serê mirovan têne bîra min bi hevzayendiya xwe ez di fikirim gelo ez çiqas nêzikim kû van tiştan bijîm. Ez bawerim kû hûn jî dizanin kû ez çiqas zordestiyê bibînim jî alikayariyek çawa wê ji min re bê û ez rojekê saza mêraniya bilind a leşkeriyê bilewitînim kî wê piştgirtiya min bike.

 

Gelo hûn dikarin bibêjin kû komarek leşkerên xwe ên heteroseksûl nikare piparêze wê leşkerê xwe ê hevzayend li nav nivînên pembû de bi razîne?

Ez nizanim gelo wê kengî bê fam kirin kû çawa her Tirkek wek leşkerek nayê dinê her wisa her hevzayendek jî wek leşkerek nayê dinê. Her çiqas pirsigirêkên ahengî danin pêşiya me jî em dizanin kû hingî kû em li vî welatî bijîn tû carî em nikarin jêhatiya ahengê destbêxin. Pirsgirêka me a herî mezin ji komarêye ji ber kû em dizanin ev komar me naparêze! Gelo hûn dikarin bibêjin kû komarek leşkerên xwe ên heteroseksûl nikare piparêze wê leşkerê xwe ê hevzayend li nav nivînên pembû de bi razîne? Vêgavê ev nîgaşe.. Rojekê libasên veşartok û libasên kesk bibin rengên keskesorê dibe kû wê rojê em deynê xwe ê welat bidin. Rojekê Zagona Bingehî a nû  nasname û meylên me bêxe bin ewlehiya xwe dibe kû tirsa me a di nav jiyanê de bicîk kêm bibe…  


Tags: mafên mirovan, leşkerî
nefret