06/02/2017 | Nivîskar: Yusuf Önal

Di îdianameyê de serokomarî jî weke muştekî cih digre.

Dadgehê îdianameya derbarê Barbaros Şansal de red kir Kaos GL - Rûpela Nûçeyên Gey Lezbiyen Biseksüel Trans û Hevzayend KR

Îdianameya derbarê Barnaros Şansal ku ji ber ‘gel tehrîkê kîn û dijminatiyê kiriye’ ve hatibû amadekirin, ji hêla dadgehê ve bi hinceta ‘Ti delîleke teqes û rast nayê xuyandin’ ve hat redkirin. Di îdianameyê de serokomarî jî weke muştekî cih digre.

43. Dadgeha Asliye Cezayê ya Stenbolê îdianameya derbarê Barbaros Şansal de ku ji ber ‘gel tehrîkê kîn û dijminatiyê kiriye’ ve hatibû amadekirin, bi hinceta ‘ti delîleke teqes û rast nayê xuyandin’ ve red kir.

Di îdianameyê de ya balkêş ew e ku, bi ser navê Serokomar Tayyîp Erdogan Sekreteriya Serokomartiyê jî weke muştekî-gilîkar cih digre.

Dozger Umur Tepe di çarçoveya qanûna 216. de derbarê Barbaros Şansal de îdianame amade kiribû û di 3ê Sibatê de şandibû ji heyeta dadgehê re. Li gorî wê îdianameyê derbarê Şansal de 3 sal ceza dihat xwestin.

Parêzerê Şansal Efkan Bolaç derbarê mijarê de axivî û diyar kir ku dadgehê îro îdianameyê red kir û wiha got:

“Yek ji hincetên redkirina îdianameyê ew e ku ew twitên ku di serê salê de hatine parvekirin, ne hatiye îspatkirin ka Şansal avêtiye an na.Di biryara redkirinê ya dadgehê de hat gotin ku li gorî navnîşana IPê ew twîtana ji Stenbolê hatine avêtin lê di wê demê de Barbaros Şansal li Qibrîsê bûye û ji ber vê yekê ti delîl nîn e ka ew tiwtana ji hêla wî ve hatiye avêtin an na.”

Ji vir şûn de wê çi bibe?

Barbaros Şansal ji 3ê Çileyê vir ve li Girtîgeha Silivriyê tê girtî ye.

Eger dozgerî dosyeyê qet ne guherîne û bi wî halê ve dîsa bişîne ji dadgehê re, wê demê êdî dadgeh mecbûr e ku dosyeyê ji hêla esasê ve lêkolîn bike.

Dozger xwest ku di çarçoveya 301an de jî lêpirsîn were kirin

Dozger Tepe vîdeoya ku Şansal di serê salê de parve kiribû, ji dosyeyê qetand û ji Wezareta Dadê destûr xwest ku derbarê Şansal de ji ber wî vîdeoyê di çarçoveya qanûna 301an de bi hinceta “Bêrûmetkirina tirbûyînê” ve lêpirsîn were kirin.

Ji bo di çarçoveya qanûna 301. de lêpirsîn were vekirin, divê Wezareta Dadê destûr bide.

Wezaretê hêjî ti bersiv nedaye ji bo daxwaza dozgerê.

Çi bûbû?

Modekar Barbaros Şansal di vîdeoya li ser twitterê parve kiribû de wiha digot: “Îro ev qas rojnameger girtî ne, ev qas zarok tên tecawîzkirin û tacîzkirin, ev qas pêkanînên nerêtî û ruşwetê hene û serhişkan li kolanan behsa qirêjiyê dikin. Ka hûn sala nû pîroz dikin gelo?”

Şansal piştî van parvekirinên li Qibrîsê ji hêla gelek aliyan ve hedef hat nişandan û rastî gefxwarinên mezin hat û di heman rojê de ji Qibrîsê hat dersînorkirin.

Dema wî anîne Stenbolê li balafirgehê li ber polîsan komek êrişî wî kirin û ew birîndar bû û ew bi wî halê xwe hat binçavkirin.

14. Dadgeha Sulh Cezayê ya Stenbolê bi hincetên taybetiya sûcê, hebûna delîlên sûckirinê, înfîalaya ji ber parvekirinên di medyaya civakî de; bi sûckirina ‘bêrûmetkirina gel’ û ‘gel tehrîkî kîn û dijminatiyê kiriye’ derbarê Şansal de biryara girtinê da.


Tags: mafên mirovan
İstihdam