04/12/2013 | Nivîskar: Kaos GL

Fêra akademîk a Komela Kaos GL bi hevkariya Bernama Lîsansa Bilind a Xebatên Jinan li Zanîngeha Enqere rêvedibe roja çarşemê destpêdike

Dibistana kesê nake ‘Mirov’ destpêdike! Kaos GL - Rûpela Nûçeyên Gey Lezbiyen Biseksüel Trans û Hevzayend KR

Fêra akademîk a Komela Kaos GL bi hevkariya Bernama Lîsansa Bilind a Xebatên Jinan li Zanîngeha Enqere rêvedibe roja çarşemê destpêdike. Dersa yekem a ‘Rexnekirina Heteroseksûeliyê û Polîtîkayên Wîç’ de hûnermend Esmeray lîstika bi navê ‘Buxçik a Çiryayî’ ve wê derkeve pêşiya xwendevanan.

 

Sala par tenê li demsala bûharê fêra ‘Xebatên Queer’ îsal berfireh dibe û li havînê li gel fêra ‘Rexnekirina Heteroseksûeliyê û Polîtîkayên Wîç’ve bû fêra pêşiyê  û bi vî awayî bûharê bi navê ‘Teoriya Queer’ bû fêra herî girîng.

 

Zenga Dibistanê Li Dijî Heteroseksuelîzmê Lêdixe.

Fêra yekem roja çarşemê demjimêr 13:00 li Navenda Çanda Ahmet Taner Kışlalı bi leyîza Esmerayê wê destpê bike paşde jî 13 hefteyan wê li pola Z-5 a li Zanîngeha Agahiyên Ramyarî berdewam bike. Piştî Esmerayê Mamosteyê Zanîngeha Gazî Prof. Dr. Selcuk Candasavar 25 Îlonê roja çarşemê fêra bi navê ‘Psîkiyatrî, Birdoziya Bijîşkiyê û Heteroseksulîzm’ wê bide.

 

Ger hûn bixwazin derheqê fêrê de agahiyên berfireh bistînin hûn dikarin e-posta bişînin navnîşana egitim@kaosgl.org û hûn dikarin nûçeyên di derheqê fêrên sala par mêze bikin.

 

Pirtûkxaneya Queer Li Benda Alîkariya We Ye!

Komeleya Kaos GL li aliyekê alîkariye dide  xebatên akademiyan ên li ser LGBTQ li aliyê din jî li benda alîkariya we ye kû çavkaniyên di derbarên van qebatan hemû kes bi awayek hêsan xwe  bigehîninê.  Ji bo kû kesên di nav xebatên  LGBTQ ji xwere van çavkaniyên navnetewî bi karbînin û li pirtûkxaneya me ev çavkanî cîh bigirin hûn dikarin pirtûkan dîyarî bikin.

 

Banka: Türkiye Garanti Bankası A.Ş.

Bank: Türkiye Garanti Bankası A.Ş.

Şube: Yenişehir Şubesi

Şax: Şaxa Yenîşehîr

Hesap Adı: Kaos Gey ve Lezbiyen Kültürel Araştırmalar ve Dayanışma Derneği

Navê Bersê: Komela Piştgirtinê û Lêkolînên Çandî ên Kaos, Gey û Lezbiyen

YTL Hesabı: TR17 0006 2000 4110 0006 2953 09 

Bersa YTL: TR17 0006 2000 4110 0006 2953 09  


Tags: mafên mirovan, perwerdeyî
İstihdam