15/06/2016 | Nivîskar: Yusuf Önal

24. Hefteya Rûmeta LGBTI+ya Stenbolê di navbera 20-26ê Hezîranê de ye. Di çarçoveya hefteya rûmetê de bi durişma ‘Em rêxistî dibin’ dê gelek panel, forum, atolye, fitara keskesorê û pêşangeh werin lidarxistin.

LGBTI+ya Stenbolê bernameya heftaya rûmetê daxuyand Kaos GL - Rûpela Nûçeyên Gey Lezbiyen Biseksüel Trans û Hevzayend KR

24. Hefteya Rûmeta LGBTI+ya Stenbolê di navbera 20-26ê Hezîranê de ye. Di çarçoveya hefteya rûmetê de bi durişma ‘Em rêxistî dibin’ dê gelek panel, forum, atolye, fitara keskesorê û pêşangeh werin lidarxistin.

24. Hefteya Rûmeta LGBTIya Stenbolê ku wê bi durişma ‘Em rêxistî dibin’ were lidarxistin. Hefte di navbera 20-26ê Hezîranê wê bête lidarxistin û bernameya hefteyê jî hat daxuyandin.

Di çarçoveya hefteyê de çalakiyên ku dê werin lidarxistin wiha ne:

Panela ‘Ji bo çi Hewldana Aştiyê ya LGBTI+?’ de wê derbarê pêvajoya rêxistina Hewldana Aştiyê ya LGBTI+yan de nirxandinan werin kirin.

Derbarê leşkeriya mecbûrî de wê atolyeya ‘Pembe tezkere’ û panela ‘Redkariya Wicdanî’ wê were lidarxistin.

Derbarê karkerên sexsê û pirgirêkên ku ew dijîn de wê panela ‘Li qada Werzîşê de Homofobî’ were lidarxisin.

Derbarê pirsgirêkên welatiyên trans de wê bi navê ‘Pêvajoya Transbûnê’paneleke were lidarxistin.

Di bin sîwana tecrubeyên Îsveç û Tirkiyeyê de derbarê derûniya penaberan û di warê fermîyet û civakê de rewşa wan de wê panel û foruma ‘Penaberên LGBTI+: Pêvajo, Gihiştin û Hevgirî’ were lidarxistin.

Panela ‘Ji bo mafê LGBTI+iyan rêxistina siyasî’ tê lidarxistin û Parlementerê Parlementoya Swêdê Robert Hannah, Wekîlê Parlamentoya Ewropayê Terry Reintke û Endamê Meclisa Şaredariya Beşiktaşê Sedef Çakmak jî wê weke gotarbêj beşdar bibin.

Wê di panela ‘Vegan Aksiyon-Ji bo Sewalan Edalet’ de jî derbarê c3uerparêztiyê de nirxandinan werin kirin.

Di çarçoveya hefteyê de;

Keskesor LGBTI Amed û aktîvîstên Hêvî LGBTIyê wê tecrubeyên hebûnê yên li welatên xwe parve bikin.

Joul Eliasê ji koma Al-Qaws-Sexual & Gender Diversity in Palestinian Society ya Filîstînê derbarê penaberên LGBTIyî yên ereb  de tecrubeyên xwe parve bike.

Robert Hannah wê beşdarî panela Li Dîsporayê Tecrubeyên LGBTIyan bibe û tecrubeyên xwe yên li Cemaeta Suryaniyan ya Swedê parve bike. Di heman panelê de Kyle Khandaika jî wê tecrubeyên xwe yên li welatê xwe û li Cemaeta Ermenan ya Amerîkayê parve bike.

Wê ji 17 bajêran kesên LGBTI+yî wê werin cem hev

Di çarçoveya durişma ‘Em rêxistî dibin’ de wê ji 17 bajêran gelek kesên LGBTI+ ku di nav hin sendîqe, komele û komên xwendekaran de rêxistî ne û gelek komeleyên LGBTI+yan bi xwe wê li Foruma Hevdîtina Rêxistinên LGBTI+yê Tirkiyê werin cem hev.

Foruma wê di 24ê Hezîranê de li Salt Galatayê were lidarxistin. Mijarên wê forumê jî; di rojên ku derketina derve jî gelek xeter e de hatina cem hev du, di vê rewşa heyî de rê û rêbazên rêxistîbûnê û pêwistiyên sereke ye.

Fitara Gokkuşagiyê

Di çarçoveya hefteyê de wê di 24ê Hezîranê di li Taksim Cadeya Îstiklalê de xwarina fitarê were belavkirin.

Herwiha tûrnûvaya fitbolê, tûra biskilêtê, atolyeya xweparastinê ya li dijî êrişên homofobîk û transfobîk nîşandindina fîlman, bi awayekî komî roja çêkirina testa HIVê  jî ji wan çalakiyan e ku dê werin lidarxistin.

Pêşangeha ji bo bîranîna Boysan, Zelîş û Mertî

Îsal cara heftemîn pêşangeh bi navê Ji Ku Heta Ku tê lidarxistin. Pêşangeh ji bo bîranîna Mert Serçe, Boysan Yakar û Zelîş Deniz ên ku par di meha Îlonê de canê xwe ji dest dabûn, wê were lidarxistin. Di navbera 20-26ê Hezîranê de her roj navbera saetên 13:00-18:30an de wê pêşangeh bo ziyaretkirinê re vekirî be.

Dayîna Xelatên Bacanên Hormankirî di 23ê Hezîranê de ye

Xelatên ku ji homofobî û transfobiyê re tê dayîn, wê îsal jî di 23ê Hezîranê de cara li Navenda Çanda Şişliyê cara 12. were dayîn.

Durişm: ‘Em rêxistî dibin’

Komîsyona Hefteya Rûmetê derbarê diyarkirina durişmê de wiha gotin:

‘Em bi dilekî xemdar û bi hêzeke xurtir ji bo têkoşînê dest bi 24. Hefteya Rûmeta LGBTI+ya Stenbolê dikin. Em li hemberî gelek tehdîtan ve rûbirû ne, lê ew qas jî ne tenê ne. Em li her deverê dinyayê, Tirkiyeyê; li her kolanên Stenbolê têkoşîna xwe bilindtir dikin û hevgirtiya xwe zêdetir dikin. Ji ber vê yekê durişma xwe ya îsal wekî ‘Em rêxistî dibin’ diyar kir.

‘Ji bo rizgarbûna ji vê tariyê yek rê heye û ew jî berxwedan e û em jî vê yekê dizanin. Em dizanin ku rizgarî bi tena serê xwe nabe. Hem dizanin ku azadî bo me hemû yan e. Em ji bo jiyaneke bi rûmet rêxistî dibin.’

‘Em ne ji rûmeta xwe ne jî ji têkoşîna xwe dest bernadin. Em dê her tim serbilind bin. Em li Kolana Ulkerê, li Eryamanê, li Orlandoyê ne. Em li her derê li dijî transfobiyê û homofobiyê ber xwe didin. Em beriya hemû qanûn, nîzam, pirtûk û çekên we yên çêkirî hebûn, em her tim li vir bûn û em dê her tim hevgirî bin. Dinyayekî bêyî me nîne û nabe jî. 24. Hefteya me ya Rûmeta LGBTI+ya Stenbolê pîroz be.’


Tags: jîyan
İstihdam