13/06/2016 | Nivîskar: Yusuf Önal

Li bajarê Orlandoyê ya Amerîkayê li dijî bara geyan êrişeke çekdarî pêk hat û di encamê de bi dehan kes hatin kuştin.

Li Amerikayê komkujî: 50 kes qetilkirin Kaos GL - Rûpela Nûçeyên Gey Lezbiyen Biseksüel Trans û Hevzayend KR

Li bajarê Orlandoyê ya Amerîkayê li dijî bara geyan êrişeke çekdarî pêk hat û di encamê de bi dehan kes hatin kuştin. Ji hêla wezîfedarên ewlehiyê daxuyanî hat dayîn ku êrişkar hatiye kuştin.

                                                                Reuters

Li Orlandoyê ya girêdayê eyaleta Floridaya Amerîkayê duh li dijî welatiyên sivîl êrişeke çekdarî pêk hat. Erişkarê li bara geyan gule reşand bi ser welatiyên sivîl û komkujîyeke pêk anî.

Li gorî daxuyaniya hêzên ewlehîyê, di encama êrişa pêk hat de 50 kes hatin kuştin, 53 kes jî birîndar bûn.

Kaos GLyê ragihand ku şahideke bûyerê ku dema êriş pêk dihat di hundir de bûye diyar ku êrişkarê rasterast gule reşandiye derdor.

Li gorî nûçeya BBCyê jî bara Pulseyê ku lê êrişi pêk hat, li bajêr gelek navdar e. Dema ku êrişi pêk dihat zêdetirî 100 kesan di hundir de bûne.

DAIŞê wê êrişê girt ser xwe

Rayedarên amerîkî daxuyandibûn ku êrişkar beriya ku êriş bike telefonê servîsa 911an kiriye û gotiye ku ew girêdayê DAIŞê ye. Duh di saetên êvarê de li medyaya civakî di hesabên DAIŞê de daxuyanî hat dayîn û DAIŞê wê êrişê girt ser xwe.

Karzaî: Bila lêpirsînê li Amerîkayê pêk bînin

Piştî derket holê ku navê wî êrişkarê Omer Mateen e û ew afgan e, Serokomarê berê ya Afganistanê Hamîd Karzaî daxuyanî da.

Karzaî daxuyand ku malbata Meteenî di salên 80yî de koçê Amerîkayê kirine û Omer Mateenê êrişkar jî li Amerîkayê ji dayîk bûye û wiha got: ‘Ew kes li Amerîkayê ji dayîk bûye û li wir mezin bûye. Divê têkiliyên wî yên bi DAIŞê re jî divê li Amerîkayê were lêkolînkirin.’

FBI: 3 caran îfadeya wî êrişkarê hatibû hatibû girtin

Di daxuyanîya FBIyê de hat gotin ku êrişkar Omar Mateenî di sala 2013an de 2 caran, di sala 2014an dev jî careke hatiye binçavkirin û di çarçoveya lêpirsîna rêxistinên radîkal de îfadeya wî hatiye girtin.

Rayedarê FBIyê civîna çapemeniyê li dar xist û got: ‘Piştî îfadeyan biryar hatibû dayîn ku tu xetereya Mateenî nîn e û ew serbest hate berdan.’

Emniyet: Çekên bikarhatî di nav hefteya dawî de hatiye temînkirin

Emniyeta Orlandoyê jî bi daxuyaniyeke ragihand ku di komkujiyê de çekên ku êrişkar Omer Mateenî bi kar aniye, di nav hefteya borî de bi awayekî fermî hatiye temînkirin.


Tags: jîyan
İstihdam