13/02/2014 | Nivîskar: Kaos GL

Li Anatolia navin û li gundek tirkiye Nêremo bûn tiştek çawa ye hûn dizanin?

Li Gundek Zarokek Nêremo Bun Kaos GL - Rûpela Nûçeyên Gey Lezbiyen Biseksüel Trans û Hevzayend KR
Li Anatolia navin û li gundek tirkiye Nêremo bûn tiştek çawa ye hûn dizanin? Wan êşan ez dizanim navlêkirin dema ji dayikê dihat pirsin axkirina wê. Zorakek ew dem qet tirki nizanibu ji min guhdarbikin.
 
Ew dem ez pênç an ji şeş salî bûm. jinê gundê me dayika min, min bi zorê dirêj kirin û wek ku bijişkbin nav piyê min cihê mehremi et a min dinêrtin û şirove dikirin ew dem qire qire dikir, ez digiriyam. jina ji hevre dıgot: Binêr cihê wî diyar e . Ewê vekin inşallah bi izna xweda, dayika mİn ji digot: Amin inşallah û dilxwaziya xwe dani ziman.
 
Sala 1978 ande demsala biharê bû. Ji perçek laşê xwe êdi ez ditirsiyam min digot ew der tiştek xirab e. Di navbera mêjiye min û ew herema min de têkiliyek xirap destpê kiribu. Êdi ez bi rojan ji piran ditirsiyam. Jinepir min bidiya min xwe vedişêra. Ji ber ez zexm û xortbüm, di listikande zarokande serkefti derdiketim. Serkeftina min zarokan aciz dikir, dema aciz dibûn gotine xirap ji min re digotin. Ez Ji ber nêremobûm bi kurdi derheqê nasnameya minde bin av lêkirina dijûn dikirin. Ew gotinên wan min din û hardikir. Ez dibaziyam û diçûm malê ji dayika xwere digot: Zarok ji min re wiha dibejên. Dayika min ji nifira dikir û digot: Bila qurbana te bibin. Carna ji bi wan re şer dikir.
 
Dema demsaliya mina dibistanê hat, ez êdî fêrbûm tenêbûn û bêkesi tiştek çawa ye? Di nav civakêde neqebulkirin tiştek çawa ye. Ew dem pêde min navber xist nav xwe û mirovan û bixwe re ez mijul bûm û xemginbûm. Ji ber ew dem hevalên ku emrê me demsalbûna me yek bû wê biçûna dibistanê, tiştên dibistanê nişanê min dikirin. Dema behsa dibistanê kirin, ez ji cem hevalên xwe baziyam çûm heta malê. Li malê dayika min, bavê min û birayê min runiştibûn. jureya lê runiştibum bi bêhnçikiyayî min got: tiştên dibistanê kengê hunê ji min re bitsinin. Dema xwesteka xweya çûna dibistanê min anî ziman bêdengiyek ket nava mala me. Dayika min dixwest ez biçim dibistanê bi dengek hindik got bila biçe dibistanê. Bavê min: zarokên sê gundan diçin dibistanê her roj wê pirskirikek bê malê em tevahî ma rezîl bin. Dayika min ji bersiva bavê min da: Bila ew li xwe binêrin, Tiştek zaroka min tuneye. Brayê min wek bavê difikirî. Wî ji got: “Bicuhme here, dibistan mibistan ji tera tuneye. “Bi vê gotinê re sîleyek limin da min tehda ez li erdê ketim.
 
Birayê min li mala me xwedî gotinbû. Ji xwe hefteyek mabû bizewice. Ji min re got eger mamoste di ber gund da derbas bûn tu xwe veşêrî bila te nebînin. Ji ber ew mêr bû û li malê xwedi maf bû ji min ra gotina: “BELÊ BİRA” mabû.
 
Ji ber ewkas zextan jî ji min dest ji jiyanê berneda, zarok dema diçun dibistanê ez ew seat diçum ber sewalan wan diçêra, zarokê ku diçun dibistanê; Behiye, şevket, satê û Fatma her rojê yek wan dihat in cem min ba sewala min fêrê xwendin û nivisandınê dikiriın. Kesê ku ji zarokan nehatina jî ji min lêxistin dixwar. Zarokan hinek ji wan diçûn ji malmabê xwe re min gilî dikir. Malbatê wan dihat bi malbata me re şer dikirin.
 
Ji her wêreyîda şerma malê û kesê ku yê bê veşartinbûm. Lê dema mijar pere bûna qet şerm nedikir birayê min. Dehsaliya xweda di fabrikaya kelpiçande min da xebitandin. Dema kedkarbüna xweda ji navliminkirina wan berdewam kir. Dema bi kamyona çûna kar û êvari hatina malê min xwe vedişêrt ji ber kengî min bidina binavkirin qirêmin dikirin. Bi dizî ez li kamyonê siwar dibûm ew seat demên mirina min bûn.
 
Gotinê birayê min li vir ji berdewam kirin. Bi kesê re nepeyve,kesek ji tera tiştek got bê ji min re bêje. li kesê nexe. Ji ber ez kesek xort û zexm bû di fabrikayê da hemû kar min dikir. Ji ber di karde ez serkeftibûm hemû karker demên pêşde min piroz dikirin.
Piştê tv ket jiyana min tirki ez rind fêrê axaftinê bûm. Êvarê dema bi maşîna kedkara em diçûn malê, li navenda bajêr disekinî ew dem ez bil ez diçûm rojnameya Güneş, Cumhuriyet Û Bulvar Kîjan rojname bidita disent . Hinek kedkar Bi ken çarna min piroz dikirin ji ber dizanibûn ez ne çûme dibistanê xwesteka mina xwendinê li ser wan bandor dikir. Birayê min demek rojnameyê ji min re qedexe kir. Rojname ji ber qedexe bû êdî ji min re, ne xembû min ji dest bi pirtûk sendinê kir. Xwendina jiyana min wiha berdewam kir.
 
Ev jiyana min heta dozde sali li gund tiştê min jiyankirine. Ez hêvîdarım beşê jiyana xwe yê dınê ji demê pêşde ezê bi we re par bikim. (intersexualshalala.wordpress.com)   

Tags: jîyan
İstihdam