17/03/2012 | Nivîskar: Umut Güner

Tim ji me dipirsin, te cara yekem kengî li homoseksueliyê xwe hay bû? Ez nizanim ez kengî lê hay bûme, lê gava ez zarokekî piçûk bûm min fahm kir ku wê homoseksuelî ji min re bibe pirsgirêkek.

‘Her Tirk Esker tê Dinyayê’ Kaos GL - Rûpela Nûçeyên Gey Lezbiyen Biseksüel Trans û Hevzayend KR

 Tim ji me dipirsin, te cara yekem kengî li homoseksueliyê xwe hay bû? Ez nizanim ez kengî lê hay bûme, lê gava ez zarokekî piçûk bûm min fahm kir ku wê homoseksuelî ji min re bibe pirsgirêkek. Gava min qîrînên “her tirk esker tê dinyayê” bihîstin, min fahm kir ku ez ê rojekê herim eskeriyê. Bawer im ez di dibistana seretayî de bûm. Ji dibistana seretayî heta roja destpêkê ya ez çûm zanîngehê hîsa “ ez ê herim eskeriyê” qet dev ji min berneda. Gava min wisa hîs dikir haya min ji ceribandinên xerab yên bi eskeriyê re têkildar tunebû. Heta haya min jê tunebû ku homoseksueliya min perçeyekî nasnameya min e jî...

 
Min zen dikir ku homoseksueliya min bi qasî çend deqîqeyên ku min bi lawê cîranê me yê di taxê de derbas kiriye ye. Her ku ez mezin bûm, homoseksueliya min bû pirsgirêkek li derveyî min. Ji lawên cîranê me û hevalên wan, malbata min û hevalên wan, mamosteyên min û hevalên wan re bû pirsgirêk. Bawer im di salên min yê zanîngehê de jî ji bo hevalên min bûbû pirsgirêk. Rûbirûbûyina min ya bi homoseksueliya min ji rûbirûbûyina min ya ku ez ê herim eskeriyê hêsantir bû. Lewra jî min çûyina eskeriyê her gav paşve avêt. Min ji xwe û hemû rastiyên xwe dûr hişt. Wek ku ez ê qet neyêm wî temênê ku ez ê herim eskeriyê. Piştî ku min li Kaos GL dest bi kar kir, min çîrokên eskeriyê yên homoseksuelan yên wek efsaneyên bajêr bihîstin. Ev çîrok, ji fotoyên pornografîk heta kesên diçûn mûayeneya anal curbecur bûn. Li ser bedena we homofobî û jêhatîbûna psîkiyatrê ku hun beramber dibûn derdiket holê...
 
Îniya Bêxêr
 
Heta vê rojê, ji homoseksuelan gelek kesên di pêvajoya sitendina raporê de ne, tenê ji bo yekî di dema têkiliya cinsî de fotografekî bikşîne pêde bike an jî ji bo fahm bike ku wê name ji malbata wî re here an na li deriyê Kaos GL xistine. Min bi dehan homoseksuelan re qala di dema rapor sitendinê de kiriye, lê piştî ez di vê pêvajoya sitendina raporê de derbas bûm, min fahm kir ev çi tiştekî vit û vala ye. Min ji nota ku qereqolê danîbû fahm kir ku ez qaçaxê eskeriyê me û ez ketim nav taswasan. Di rojeke îniyê de ez çûm şûbeya eskeriyê û min fahm kir ku tavilê min nagrin û naşînin eskeriyê. Ji ber ku piştî nîvro bû, tenê bi amadekirina ewraqên hewce dem derbas bû.
 
Dawiyê hefteya ku min ji ber xwe fedî kir
 
Bawer im, bi qasî bîranînên eskeriyê, pêvajoyên sitendina raporê jî bi kabûsan tije ne. Min dizanîbû ev gotin kêrî tiştekî nabin: “Berî ku tu here nexweşxanê kincên te efemîne diyar bike li xwe ke”, “pûrta xwe biqusîne”, wek jinan tevbigere û hwd. Tevî ku min dizanîbû jî sibeha şemiyê ez bi fikara “êz ê çawa ji pûrta laşê xwe xelas bibim” şiyar bûm. Min bi toza (gîhaya himamê) ku ji Hekîmê Loqman sitendibû pûrta xwe ji laşê xwe paqij kir. Evîndarê min ku li cem min bû jî, ji bo bi min bide bawerkirin ku ez ne bi tena serê xwe me, hemû pûrta di laşê xwe de qusand. Erê, ez ne bi tenê bûm.
 
Ji nexweşxaneya hewayê me ne rapor hewa sitend
 
Serlêdana min ya roja duşemê ya şîbeya eskeriyê, ez cardin bi tirsa eskeriyê ya gûrtir dibû rûbirû kir. Gava minji doktorê şîbeya eskeriyê got ku “min bişînin beşa psîkiyatriyê”, bi min re du berendamên eskeriyê yên din jî hebûn. Gava doktor pirsî ku “çima?”, min got ku “ez homoseksuel im, lewra”. Piştî ku çend deqîqeyan ez sekinandim, bi min re bi taybet peyivî û ez şandim Nexweşxaneya Hewayê. Li Nexweşxaneya Hewayê ez cardin ketim nav taswasan, gava em ketin nav nexweşxaneyê ji evîndarê min û hevala min ya trawestî Bûse nasname sitendin lê ji min nesitendin, ez ji ber vê yekê pir şaş û mat mam. Ji wê demê pê ve êdî ez eskerê artêşê bûm.
 
Hevdîtina min û doktorê Nexweşxaneya Hewayê ya destpêkê pir xerab bû. Pirsî ku “çî te heye?”, min got “ez homoseksuel im.” Vê carê jî wisa pirsî, “homoseksuelî çi ye?” Berî ku ez bersîva wî bidim Bûse ket nabênê û got “ew çi dibêje, haya wî ji homoseksueliyê tune”. Piştî vê hevdîtina demkurt, roja din em cardin ji bo doktor bibînin çûn nexweşxaneyê. Doktor li gor roja berê pirtir “kubar û fahmdar bû. Got ku wê min bişînin Nexweşxaneya Gulhaneyê. Bi vî awayî, min ji Nexweşxaneya Hewayê ne rapor hewaya xwe sitend û serpêhatiya min ya Gulhaneyê dest pê kir.
 
Nekenînxane (Gulmeyenxane)
 
Çer ku ez ketim klînîka psîkiyatriyê, ez bi çavên hemşîre û karmendên sîwîl yên mêr re beramber bûm. Piştî ku kaxiza min ya sewkê dîtin, tavilê serwîs agahdar kirin. Hemû kesên serwîsê yên bihîstin ku ez homoseksuel im, wek ku bernameyek magazîn temaşe bikin, bi kêfxweşiyek mezin hatin temaşeya min.
 
Di roja ewil de bi du psîkiyatran re ez peyivîm; yê yekem pir kubar û nazik bû. Tam ez difikirîm ku wê karê min baş bimeşe, psîkiyatrê duyem derket holê û wek “polîsê xerab” tevgeriya û dest bi lêpirsîna xwe kir. Got ku “homoseksueliya te ne diyar e”, min jî got “homoseksuelî ji derve diyar nabe.” Got ku “kincên te yên mêran in”, min jî got “min ji we re negotiye ku ez trawestî an transeksuel im”. Li ser pirsa “tu dokumentê ku tu homoseksuel e di dest te de hey?” min nûçeya daweya di derheq min û kovara Kaos GL nîşanî wan kir. Piştî ku bi vêya nehatin ser û dokumentek din ya “homoseksueliya min tesbît bike” ji min xwestin, min ji wan re got ku “hun qala dokumentek çawa dikin, eşkere bipeyivin.”
 
Her pirs du-sê caran hat pirsîn, lê ji bo pirsa “dokumentek te ya din heye” pir bi israr tevgeriyan û min jî eynî pirs li wan kir: “Dokumentek çawa?” Ji xwe min dizanîbû ku çi ji min dixwazin: Rismekî ku ez di têkiliya cinsî de pasîf im dixwestin. Tenê gava we ew risim didan wan ji homoseksueliya we bawer dikirin. Lê ji bo ku ji ber vê daxwazê fedî dikirin, îjar digotin “ev jiyana te ya taybet e, me aleqeder nake.” Lê bi ceribandinên ewqas sal min baş dizanîbû ku, hek daxwaza te sitendina raporê be divê tu fotografekî bide wan.
 
Şoweke homofobik ya bi tahma Reha Muhtar
 
Roja din ji bo ku ez tev li konseyê bibim, ez cardin ketim rêya nexweşxaneyê. Piştî ku ez tam du seet û nîvan sekinîm, axir ez ketim hundur. Derveyî wan her du psîkiyatrên ku rojekê berê min ew dîtibûn sî kesên din jî hebûn. Van her pênc kesan ew pirsên berê hatibûn pirsîn cardin û cardin ji min pirsîn. Min jî ji nuh ve û ji nuh ve eynî bersîv dan wan. Wek pirsa dawîn ev ji min pirsîn “tu çima naxwaze here eskeriyê?” û min jî got ku “ji ber ku ez li dij şidet û cudaperestiyê me naxwazim herim eskeriyê.” Bawer im derveyî vêya gotinek din wê bêwate biba. Di dawiyê de konseyê “nexweşiya psîkoseksuel ya di asta bilnd de” tesbît kir û ji bo min bişînin heyetê rapor amade kir.
 
Îniya Dawî
 
Roja îniyê di seet 13an de ez li ber deriyê heyetê bûm. Ez ketim hundur, doktorekî zanînên nasnameya min pejirand, got ku ez ê nerim eskeriyê û li derve bisekinim. Piştî ku ez du seetan li derve sekinîm min rapora xwe sitend. Şûbeya eskeriyê ya ku hefteyek berê ez bi tirs diçûmê, îjar ez bi rev çûm wê derê û min rapora xwe teslîmî wir kir. Her tişt bi dawî hatibû, erê. Êdî “rapora xerabûyî” ya min jî hebû. Êdî dor hatibû ku wek yekî “xerabûyî” ez ê cardin çawa dest bi jiyana xwe bikim.

Tags:
İstihdam