08/10/2013 | Nivîskar: Kaos GL

Koma Xebatên Sendîkal a girêdayî Komela Kaos GL roja yekşemê li Şaxa sêyem a Eğitim-Sen a Stenbolê li hev civiyan.

‘Mafên LGBT Mafên Sendîkal in’ Kaos GL - Rûpela Nûçeyên Gey Lezbiyen Biseksüel Trans û Hevzayend KR

Koma Xebatên Sendîkal a girêdayî Komela Kaos GL roja yekşemê li Şaxa sêyem a Eğitim-Sen a Stenbolê li hev civiyan.

 

Ji bo pergala çalakiyên salên 2014-2016 pêk bînin Koma Xebatên Sendîkal sê armanç dan pêşiya xwe: Xurt kirina sendîkalîstên LGBT, Tiştên li qada sendîkayan di qewime wan tiştan li nav hêzên LGBT bînîn rojevê û li qada sendîkayan hêza LGBT bînin rojevê. Koma Xebatên Sendîkal gor van armancan wê dest bi xebatên xwe bike û li 2-3 Sermawezê li Enqere civînekê wê pêk bîne.  

 

Pirsgirêkên Xebatkarên LGBT Di Nav Karê Rojane de Rûbirû Dimînin: Pirsgirêken herî mezin en xebatkarên LGBT, cihên le di xebitin xûya nebûn, zor dana kar berdanê, neewlehiya dadmendî, pêşandin, destdirêjî, gef, vederkirin, paşde axiftin, bêbihatî, tengasiyên paye bilind bûn û gûheztinê, berdestkirina nimandinê, zimanê homofobîk û transfobîk, sawgeriya heteroseksêliyê ne.

 

Pisgirêkên Qada Sendîka: Sendîka di aliyê meyl û nasnameyên zayendî ne xweyiyê polîtîkayên eşkere ne û her wiha xebatkarên LGBT ne xweyiyê ewlehiya kar û xebatê ne. Pergala serlêdana sendîkayan na şûxule û ji bo çareseriya pirsgirêkan sendîka li gel rêxistinên LGBT naçin hevkariyê. Ev pirsgirêk di bin sedema ne xûyabûna kesên LGBT ên di nav sendîkayan.

 

Armanca Koma Xebatên Sendîkayê ewe kû sendîka bizanin mafên LGBT mafên sendikayî ne û hêz bidin xwe, hevkariya sendikayan û LGBT pêk were. Li aliyekê pirsgirêkên LGBT çareser bibin li aliyê din di mijara cûdagirtinê de sendîka bên gûherandin û ji tekoşînê re qadên nûh bên vekirin. Li ser vê xetê pewîste pirsigirêkên LGBT li hemû deran bên agahdarkirin û ji bo xûrt kirina tevlîbûna LGBT li nav sendîkayan xebat bên meşandin.

 

Xûrt Kirina LGBT Ên Di Nav Sendîkayan

Koma xebatê, pêşiyê de wê bendewarî û azmûnên LGBT ên endamên sendîkayan di derbarê sendîkayan de çi difikirin wê serûber bike û van azmûnan li malpera kaosGL.org. de li beşa xebata rojanê wê biweşîne.

 

Ji xebatkarên LGBT re namilka mobbingê wê bê amadekirin. Berî vê namilkê konfederasyonên sendîkayên Tirkîye heta niha di vê mijarê de çi xebat çêkirine li ser vê mijarê lêkolînek wê bê çêkirin. Bi vî awayî bi kesên LGBT ên di nav sendîkayan de guftûgo wê bên çêkirin û di van guftûgoyan de azmûnên van kesan wê bên parvekirin. Di nav perwerdehiyên Sendîkayan da kû pirsgirêkên LGBT werin rojevê û xebatkarên LGBT wê bi awayek çawa li hember bêbihatî û cûdagirtinê bi tekoşin çalakiyên piştgiriyê wê berdewam bikin. Ji ber xebatkarên LGBT zêdetir bibin endamên sendîkayan bangên nû wê bên amadekirin û di vî warî de ji sendîka re piştigirtî wê bê dayîn.

 

Pêwîstîya Bûyerên li nav Qadên Sendîkayan Li Nav Hêzen LGBT Bibin Rojev

Ji bo kû Hêza Sendîkayan û Hêza LGBT bi hevre xebatên piştgirtiyê pêk bînin xebatên nû wê bên karanîn. Ji ber vê yekê da kû li nav sendîkayan LGBT bên cem hev û rêxistinan ava bikin ji van xebatan re alîkarî wê bê dayîn. Di nava sendîkayan de da kû têkilîyên sazî û hevparî xûrt bibin xebat wê bê meşandin. Bi karmend û xebatkaran re hevdîtinên kûr wê bên kirin û bi taybetî bendewariyên ji qada sendîkayan û cûdagirtina li nav kar de eşkere bibe nûsafek wê bê amadekirin. Li Berfenbara 2013 runiştina jiyana kar û xebat a di nav naveroka Sempozyûma Li Dijî Cûdagirtinê, li ser navê Koma Xebatên Sendîkal wê pêk bê. Naveroka bingehîn a Sempozyûma 2014 wê bibe jiyana kar û xebatê. 

 

Lêsokirina Xebitîna Sendîkayan Li Qada LGBT

Ji bo kû li nav perwerdehiyên hûndir û weşanên xwe de sendîka cih bidin cûdagirtina nasname û meylên zayendî û her wiha vê rastiyê wê bidin xûya kirin hem li nava xwe hem jî derve ev xwestek wê bînin ziman. Xwestekek din jî ewe kû meyl û nasnameya zayendî di peymana xebatê a giştî de cih bigire, rêznama sendîkayan de cûdagirtina meyl û nasnameya zayendî bi aweyek zelal bê qedexekirin û biryar bê dayin ji ew kesên bi vê cûdagirtinê rûbirû mayî wê piştgirtin ji wan re bê dayîn. Ji bo agahdariya sendîkayan danezanên destan wê bên amadekirin. Polîtîkayên konfederasyon û yekitiyên navnetewî en kû sendîkayên Tirkiyê pê re girêdayî di mijarên wan ên li ser meyl û nasnameyên zayendî û cûdagirtinê wê wergerin ser zimanê Tirkî. Di nav hinek komîsyonan de sendîka wê xebatên LGBT pêk bîne.

 

Ger hûn bixwazin li gel Koma Xebatên Sendîka a Kaos GL bikevin têkiliyê: sendika@kaosgl.org 


Tags: mafên mirovan, jîyana xebatê
nefret