23/12/2013 | Nivîskar: Kaos GL

Sempozyûma 2. mîn li Dij-Newekhewî di 13-14 ê Berfanbarê de li Navenda Hunerên Hevçerxî hate holê.

Mafê Perwerdeyî ji bo LGBT î yan li Sempozyûma Dij-Newekhewî de Qewimî Kaos GL - Rûpela Nûçeyên Gey Lezbiyen Biseksüel Trans û Hevzayend KR

Sempozyûma 2. mîn li Dij-Newekhewî di 13-14 ê Berfanbarê de li Navenda Hunerên Hevçerxî hate holê.

 

Îsal mijara sempozyûmê li ser perwerdehî yê bû. Beşdarên Beljîkayî, Elmanî, Holendî, Îrlandî, Swêdî u Swîsî di roja yekemin de ramyarîya xwendekarên LGBT yê li nav welatên xwe peyivîn.

 

“Mafên LGBT î yan Hîm Mafên Mirovan e”

Ali Erol ji KaosGL yê di guftûgo ya vebûyîna sempozyûmê da bang kir ku “ji bo wekhevî û azadîya homoseksuelan, transan, Elewîyan û Kurdan di nav civakê de, mafên LGBT wek hîm mafên mirovan be xwedî derketin.”

 

Tuncel: “Divê Homoseksuel di nav Pirtûkên Wane de jî Cih Bigirin”

Hevserokê HDP (Halkların Demokratik Partisi) yê Sebahat Tuncel piştî Erol peyivî û got “ji bo ku Komara Tirkiyê bi ser hîmqanûnêkî nêrî, Sunî, Tirk û leşkeri tê rêvebirin divê hemû kesen ku pirsgirê wan li ser newekhevîyê hebe dest bidin hevdu”. Tuncel vegot ku “jîyan bi nexweş ragihandin û red kirina homoseksuelan pêk nayê, ji ber vê yekê divê pergala perwerdehî bê guherîn û homoseksuelîtî li nav pirtûkên wane de jî cih bigire”.

 

Aygün: “Em Dixwezin LGBT î yan Me Heşyar Bikin”

Dominic Hannigan ji Partîya Karkerên Îrlanda û Hüseyin Aygün ku mebusê CHP yê ji Dersîm ê ye di roja yekemîn di danişîna yekem a sempozyûmê de axifîn. Hannigan tecrubeyên xwe li ser bûyîna mebusêkî homoseksuel û pêşveçûnên Îrlanda yê  li ser mafên LGBT yan peyivî. Aygün jî li ser berpeyî yên li dorî xwe, paşî ku ew pişt li mafên LGBT derketibû, axifî. Aygün got ku “LGBT î bi têkoşîn xwe mebusan ditaşînin û xwest ku LGBT î wan heşyar bikin û bi hebûna xwe li ber çavan bin”.

 

Mafên Perwerdehî û Tendurustî ya LGBT î yan

Di danişîna duyem a sempozyûmê de Sophie Aujean ji ILGA-Europe ê li ser astengên perwerdehî û tendurustî ku LGBT î dijîn û li ser çareserkirina wan astengan mijûl bû. Aujean got, di serî de baştir eve ku berpêbûnîya zayendî ya bikarhener û karkerên wan sazîyên perwerdehî û tendurustî bêguman be.

 

Ulrich Klocke ji Zanîngeh a Berlin Humboldt encama lêkolîna ser zimanê homofobî di nav dibistanan de belav kir. Ji GALE (Piştevanî ya Tomerî ji bo Perwerde ya LGBT an) Peter Dankmeijer jî mafên perwerdehîya hinek welatan bi mînakan nîşan da.

 

“Berxwedana li dij Homofobiyê ji bo Hestê Ewlekarîyê Girînge”

Di danişîna dawî de jî, ji BeLonG To (Serkomela LGBT ya Îrlanda) Michael Barron eşaret kir ku 10 sal berî de xebatê wan bi ragihandina hevzayendî hatibû tawanbarkirin, le îro ev xebat alî ciwanan tê duristkirin.

 

Michael Hausermann ji komela Swîsî, Dialogai, eşaret li ser pirsgirêkên derûnnasiyî, ku bi berpêbûnîya zayendî ve girêdayî ye, kir û got “Deng nekirin li dij homofobîyê xesar dide hestê ewlekarîya giş xwendekaran. Katarina Stenkvist ji RFSL ya Stokholm ê jî got bûyîna ferdekî LGBT di nav beşên perwerdehî û tendurustî hîn jî li Swêd ê ne sivike tevî ku qanûnên parêzger hene jî.

 

Piştî danişînan li Nefes Bar ê Yaşar Kurt sazdêranêk da û stranên xwe ji bo newekhewî yê got.

 

II. mîn Sempozyûma dij-Newekhevî bi piştevanên Balyozxane ya Elmanî, Înglîzî û Norwêçî, Partîya Karkerên Îrlanda, Sivîl Bifikirê û SIDA (Swêd) hat pêşkêş kirin.   


Tags: mafên mirovan, perwerdeyî
İstihdam