17/03/2012 | Nivîskar: Fırat Söyle

Tevgerên siyasî yên mafên ‘yên din’ yên daxwaza wekhevî û azadiyê dikin, li gelek deverên Tirkiyê derketibûn holê. Di 2006an de li Enqerê Kaos GL, paşê li Bûrsayê Keskesor (Gokkûşaxi), cardin li Enqerê Jiyana Pembe (Pembe Hayat). Ji

Piştî gelek salan ku kesên Tirkiyeyî yên LGBT ji bo cudatiya homofobî ji holê rakin û maf û azadiyên xwe biparêzin hatin ser hev li hemberî xwe hin saziyên dewletê dîtin. Ev ne tiştekî ku derneketa holê bû, refleksa dewletê ya dijber bû. Mêrêrn ji mêran hez dikin, jinên ji jinan hez dikin, mêr û jinên him ji mêran û him jî jinan kez dikin û mêr û jinên ku di bedena xwe de hilnayên û îsyan dikin êdî biryar dane ku carek din di binê erdê de nejîn.
 
Tevgerên siyasî yên mafên “yên din” yên daxwaza wekhevî û azadiyê dikin, li gelek deverên Tirkiyê derketibûn holê. Di 2006an de li Enqerê Kaos GL, paşê li Bûrsayê Keskesor (Gokkûşaxi), cardin li Enqerê Jiyana Pembe (Pembe Hayat). Ji
 
Bo ku ev komele bên girtin Muduriyeta Bajêr ya Komeleyan serî li dadgehê xistibû. Lê dozgeran ev daxwaz red kirbûn û gotibûn ku mafê herkesî ya rêxistîbûnê hene. Di avakirina Lambdaistanbul LGBTT û Siyahpembeüçgenizmir LGBTT de zor û zehmetî pir bûn.
 
Di daweyên di derheq van rêxistinan de hatibûn vekirin de, hewldana ku ew li dij huqûq û ehlak in hebû, li gel wê hewldana ku wan tune bihesibinîn jî hebû. Lê mafê rêxistiniyê ji bo hebûna kesan ya di nav jiyana civakê de qanala herî pêwîst e. Bi awayî dikarin dengê xwe bigihîne civakê û bibin xwedî bandor. Tenê bi rêxistinî dikarin daxwazên xwe bi awayekî bi bandor bînin ziman. Piştî demek dirêj rêxistinên alîgirê maf û huqûqê biserketin.
 
Daweyên Kaos GL, Gokkûşagi (Keskesor) û Jiyana Pembe, paşê jî Lambdaistanbul û Siyahpembeuçgen LBGTê derxist ber çav ku em di sîstemek huqûqê ya çawa de dijîn. Tev li di mewzuata hundur de tu tiştekî rê li ber rêxistinên LGBT bigre tunebû jî, rêvebirên dewletê hewl dan ku rê li ber mafê rêxistiniyê bigrin. Ev têkoşîna huqûqê bû sedem ku qadên têkoşînê yên nuh jî vebin, pê re lêhaybûnek jî derxist holê. Azadiya rêxistinî ya divê di serî de hebûya, bi biryarên dadgehan bi dest ket. Piştî vê pêvajoyê divê kesên LGBT ji bo komeleyên xwe ava bikin bi tu astengan beramber nebin. Lê em dizanin ku cudatî û newekhevî ewqas di vê sîstemê de pir in ku pir mumkun e ku em cardin li hin dijwariyan rast bên.
 
Ji ber baweriyên dînî, kevneşopî û ramanên kevneperest hin însan li hember kesên ne wek xwe nefretekê derdixînin pêş, ev nefret di van salên dawîn de hîn pirtir xwiya dibe. Ji ber ku ev nefret bi awayekî nayê ceza kirin û roj bi roj bi awayên cuda derdikeve holê, dibe sedem ku mexdûrên nuh derkevin holê. Ev tişt dibin sedemên vê nefretê: Nijadperestî, cudatiya etnîkî, hestên li hember helwestên cinsî yên cuda û hwd. Pir eşkere ye ku ev nefret bi pirayî li hember grûbên ku hejmara wan ji yên din kêmtir in derdikeve holê. Di nav van grûban de jî bi tevayî ev henin: Homoseksuel, bîseksuel û yên trasseksuel (LGBT).
 
Li hember helwestên nefretê her ku diçe li parlementoyên dinyayê hin zagonên çareseriyê derdikevin, lê li Tirkiyê tu gav nayê avêtin, wek xwe dimîne, di ciyê xwe de patînaj dike. Li Tirkiyê partiyên siyasî û piraya kesên rêvebir, gava pirsa LGBT tê rojevê, wek ku haya wan ji berpirsiyariyên wan yên ehlakî û siyasî tunebe helwestan distînin. Heta pirî caran pişta xwe didin hin helwestên kevneperest yên civakî û dînî, bi vî awayî homofobiyê meşrû dikin û helwesta nefretê gûrtir dikin.
 
Di demek nêzîk de Wezîra ji Karê malbatî Berpirsiyar Kavafê di rojnameya Hurriyetê de got ku, “homoseksuel nexweş in û divê bên tedawî kirin.” Bi vê gotina xwe gelek sûc kir, li gel van sûcan jî nefret gûrtir kir. Gelek kesên ku ev gotina Kavafê wek firsend dîtin, piştgiriya vê helwesta ku nefretê gûrtir dike kirin. Berî Wezîra Dewletê Kavaf jî hin kesên ji eynî partiyê û hin saziyan jî tiştên wisa gotibûn: Serokwezîr, “me ji Rojava bêehlakî sitend”, Bûrhan Qûzû yê serokê Komîsyona Qanûna Esasî ya Parlamentoyê, “Homoseksuel jî wekheviyê dixwazin, em ê bipejirînin? Ji xwe em napejirînin!”, “civak hîn ji van daxwazan re ne amade ye”, “di sedsala li pêş me dibe ku ev mumkun bibe”, “em nikarin ji kesên ku kar û xanî nade wan re tiştekî bibêjin”.
 
Dadgeha 3. ya Beyoxlû biryarek wisa da (29.05.2008, 2007/190, 2008/238): Ev mêr û jinên xwediyê helwestek cinsî ya cuda ne pir kêm in. Daxwazên wan ji bo demeke kurt e. Ji deverên gundewarî pirtir li metropolan hene. Ji ber vê rewşê daxwazên wan ji teref piraya civakê nayê pejirandin, li derveyî edeb û ehlakê civakê tê dîtin û wisa tê nirxandin.”
 
Li Fatîha Stenbolê yek hat kuştin. Dozgerê Komarê yê Fatîhê di derheq vêya de daweyek vekir. Di dosyaya vê daweyê de hin tiştên hatine gotin ji bo nefretê pir balkêş in. Di seetên nîvê şevê de sê kes tên mala Transseksuelan, bi êrîşa van kesan yek ji wan bi birînên ji qirikq û pişta xwe ve dimire, hevala wê jî ji hustuyê xwe birîndar dibe û bi rojan di tedawiya dijwar de dimîne. Di bûyerek li Kûşadasi de yek transekî dikuje, gava polîs tê wir yê qesas ji polîsan re dibêje ku, “çawa ye, min baş kiriye ne wisa?” Li Bûrsayê serê yekî trans tê jêkirin û paşê jî tavêjin çopê. Cînayetên nefretê yên li ser trans û homoseksuelan pir zêde ne. Ya herî xerab jî ew e ku ev cînayet bi eynî hest û şiklan ve pêk tên û didomin.
 
 “Helwesta nefretê” û “cinayetên nefretê” yên li dij kesên LGBTyî hîn jî dom dike. Bi saya hin madeyên zagona cezayê ev kesên ku nefretê belav dikin û bi vê nefretê însanan dikujin tê parastin. Madeya 216. ya Zagona Cezayê ji bo “kes û grûbên cuda” rê li ber parastinê digre. Heta di aleyhê kes an grûbên mexdîr de tê bikaranîn. Heke ji bo sûcên li dij homoseksuel û transan madeyek hewce di nav zgona cezayê de hebe, wê rê li ber van sûcên nefretê bigre, tew ne be wê vê rêyê asêtir bike.
 
Bi zagonên ku aniha hene, tenê ji bo kuştin an ji holê rakirinê bi kêr tên. Cezayên ji bo van sûcan tên dayin jî bi hin sedemên wek “tahrîka neheq” kêmtir dibin. Gava yekî homoseksuel an transeksuel piştî têkiliya cinsî tê kuştin an jî mafê jiyana wî dikeve xeterê, hin caran kesên ev sûc kirine tên xelatkirin. Madeta Zagona Cezayê ya 29an bi kar tînin û cezayê kêmtir dikin. Ev rewşa wek tahrîkê tê bi nav kirin em dikarin wek helwesta nefretê bibînin. Gava eynî sûc ji bo yekî heteroseksuel be di asta herî bilind de tê cezakirin. Lê yê mexdûr heke LGBTTyî be di cezakirinê de normalîkirin derdikeve pêş.
 
Li ser navê “ehlakê giştî” gelek caran azadiya îfadeya kesên LGBTyî tê sînorkirin. Berhevkirina Kovara Kaos Gl ya 18., sansura hin pirtûkên ji weşanxaneyên cuda hatine weşandin, girtina hin malperên înternetê yên ji bo kesên LGBTyî xizmetê dikin, sansura ji bo kafeyên înternetê (2007, zagona ku hejmara wê 5651 e) û hwd. Ev rewş û helwest li dij maf û azadiyên esasî ne, rê li ber digre ku kesên LGBTyî bikaribin civakî bibin û bigihêjin zanînên ku ji wan re hewce ne.
 
Yek ji cudatîkirina deletê jî rêlibergirtina homoseksuelan ya di jiyana xebatê de ye. Homoseksuelên wek karmendên dewletê dixebitin, ji bo ku “li gor karmendê dewletê tevnagerin” ji kar tên avêtin. Madeya 125. ya Zagona 657an rê lê vedike ku kesên homoseksuel bi awayekî ji karmendiyê bên avêtin. Mixabin dadgeh jî biryarên rêvebirî yên wisa dipejirînin.
 
Di biryara Dadgehek Îdarî ya Stenbolê de îfade eynen wisa ye: “Ji ber ku çûye qlûbên homoseksuelan, di dem î deverên cuda de bi wan re rûniştiye, peyiviye, hevaltî kiriye, ev helwst û tevger li gor karmendiya dewlet û meslekê li cî nehatiye dîtin û dawe hatiye redkirin.” Helwest û tevgerên kesên heteroseksuel yên bi vî awayî rast tên dîtin lê yên homoseksuelan şaş tê pejirandin. Ev yek ne tenê cudatîperestî ye. Di esasê vê cudatîperestiyê de hesta nefretê heye ya li dij homoseksuelan. Ji ber ku traseksuelekî daşira ciyê ku lê dixebite bi kar aniye (jina amîrê wê derê jî ew daşir bikaraniye) surgûnî bajarekî din kirine, lê bi biryara dadgehê ev surgûn hatiye sekinandin.
 
Rewşeke din ya ku kesên LGBTyî beramber dibin jî jiyana wan ya xebatê ye. LGBTiyên di saziyên fermî an yên taybet de dixebitin, ji ber nasnemaya wan cinsî bi awayekî eşkere bi helwestek cudaperestî beramber dibin. Em dikarin bibêjin ku kesên trans yên di jiyana xebatê de, pir caran beramberî helwestêm amîran yên cudaperestî dibin. Raman û helwestên transfobîk, di jîayana xebata kesên trans de dibe sedemê gelek nexweşiyan. Hin tayînên ne li rê ji ber vê yekê çêdibin.
 
Gava rewşa kesên LGBTyî eşkere dibe, di saziyên fermî û yatbet de dibe sedem ku ji kar bên avêtin û jiyana wan ya xebatê bi dawî bibe. Kesên LGBTyî yên wek personelên dewletê dixebitin, tevî ku di zagona 657 ya ji bo karmendên dewletê de tune ye jî, bi madeya 125. ve cezaya “ji karmendiya dewletê avêtin” ve ceza dibin. Sedema ku kesên LGBTyî ji karmendiya dewletê tê derxistin ev e; “Rewşa LGBTyî bi karmendiya dewletê re ne li hev e.” Dadgeha Çorûmê biryarek wisa daye; “homoseksuelî bi ehlakê karmendiya dewletê re ne li hev e, lewra jî divê ew ê homoseksuel ji karmendiya dewletê bê avêtin.” Wek vê yekê, ji ber nasnemaya wî ya homoseksuel polîsek ji karmendiya dewletê hatiye avêtin. Daniştayê jî ev biryar pejirandiye.
 
Cudatîperestiya ji bo kesên di kargehên taybet de dixebitin bi awayên cuda derdikevin holê. Karsaz, li gor mewzûatê tevdigerin, xebatkarên ku cinsiyeta wan “cuda” ne bi awayekî mobîng mecbûr dikin ku îstifa bikin. Li hêla din bi darê zorê jî wan mecbûrî îstifakirinê dikin.
 
Li hember kesên trans berpirsiyarên emniyetê jî bi awayekî kêfî û cudaperestî tevdigerin. Berpirsiyarên emniyetê yên ji kesên trans aciz dibin, dixwazin wan ji jiyana civakî dûr bixînin, bi cezayên pereyî yên îdarî dixwazin wan binpê bikin. Kesên trans yên dixwazin ku di qada civakî de cî bigrin, bi Zagona Qephetan û bi madeya 68. ya Zagona Trafîkê ya Rêerdîn cezayên pereyî yên îdarî didin wan. Ev cezaya pereyî ya îdarî ji bo kesên di dawiyê de mecbûrî karkeriya seksê dibin, gelek dijwariyan dedixînin holê, reben û belengaz dibin. Ji bo van cezayên pereyî heke di demê de li dadgehên ceza yên aşitiyê doza îtirazê bê kirin, dibe ku ev ceza bên îptal kirin. Hin helwestên rêvebiran yên kêfî û cudaparêstî dibe ku bi biryara dadgehan bên îptal kirin.
 
Homoseksuel di pavajoya eskeriyê de jî beramberî gelek niheqiyan dibin. Em dikarin qala pêvajoya sitendina rapora “ji eskeriyê re ne musaîd e” bikin, di nav gel de ev rapor wek “çurûk” tê naskirin, Hêzên Çekdar yên Trikiyê jî van homoseksuelan wek “nexweş” dipejirîne. Di pêvajoya sitendina vê raporê de û ya piştî sitendina vê raporê de jî kesên homoseksuel bi gelek asteng û dijwariyan re rûbirû dibin.
 
Homoseksuelî, li gor rêznameya Tendurustî ya Hunerî jî wek “xerabiyek psîkoseksuel” tê pejirandin. Di rêznameya Tendurustî ya Hêzên Çekdar yên Tirkiyê de wisa dinivîsîne (madeya 17.): Xerabiya tevgera seksuel, di nav eskeriyê de dibe sedemê hin nexweşiyan, divê ev yek bi anketa deverê û bi dokumentên fermî bê tesbît kirin.” Bi mûayeneya anal, fotoyên pornografîk, bi hin testên pircure divê ew rewş bê tesbît kirin; pêvajoya vê tesbîtê ji bo homoseksuelan dibe mekanîzmayek cezakirinê. Di sitendina rapora ku ji eskeriyê re ne amade ye de maf û azadiyên esasî û veşirtîbûna jiyana taybet tê binpêkirin. Ev rewşa ku li derveyî mafên mirovatî dimîne, divê di demeke herî kurt de bi awayekî zagonî bê çareserkirin û eskerî ji awayê mecbûrî bê derxistin.
 
Kesên LGBTyî yên di derheq mafên jiyanê, maf û azadiyên esasî ve tên mexdûr kirin, roj bi roj hîn pirtir xwiya dibin, rêxistinî dibin û daxwazên xwe yên azadî û wekheviyê hîn pirtir tînin ziman. Divê zagonên li dawiya jiyanê mane bên guhertin, li gor rewşa navnetewî hin seratkirin bên kirin. Gelek biryarên Dadgeha Mafên Mirovatî ya Ewropayê rêya çareseriya vî karê zagonî eşkere kiriye. Vê dadgehê di van salên dawîn de ji bo daxwaz û hewcedariyên kesên LGBTyî gelek biryar sitendiye û gelek dewlet jî ji bo helwestên wan yên cudaperestî ceza kiriye. Him ji hêla zagonî divê hin gav bên avêtin, him jî hin gotinên di zagonan de yên wek “li gor bastûr û ehlakê malbata Tirk” divê bên guhertin. Ev ne tenê ji bo kesên LGBTyî pêwîst e, ji bo îdeolojiya mêrtî û hin dîtinin kevneperest yên civaka Tirkiyê jî hewce ne.
 

Di kuştina Hrant Dînk û Santoro, komkujiyên Sêwas, Meletê û Taxa Gaziyê, di cînayetên homoseksuel û transseksuelan de nefret xwedî ciyekî esasî ye. Ji bo têkoşîna li hember sûcên nefretê hewcedarî bi serastkirina zagonî heye. Li gel vê serastkirinê hewcedarî bi parlement, polîs, cendirme, mamoste û mirovên hestyar jî heye. Divê di biryarên dadgehan de tu tolerans ji nefretê re tunebe. Da ku kesên mexdûr û yên xwediyê potansiyela mexdûriyê ne bikaribin nasnameyên xwe bi hêsanî îfade bikin. Ji bo vê yekê jî wek ku Rakel Dînk gotibû “heta ku tarîtiya ji zarokekî qesasekî derdixe holê neyê lêpirsîn qet tu tişt nabe.” Ji ber vê yekê hewcedariya kêmkirina helwest û sûcên nefretê pir girîng e. 


Tags: mafên mirovan
İstihdam