12/01/2017 | Nivîskar: Yusuf Önal

Rêxistina Bexişîna Navneteweyî ji bo Şansal Barbaros serbest were berdan kampanya da destpêkirin û xwest ku kesên êrişî wî kirine jî bene dadkirin.

Rêxistina Bexişînê ji bo Şansal Barbaros kampanya da destpêkirin Kaos GL - Rûpela Nûçeyên Gey Lezbiyen Biseksüel Trans û Hevzayend KR

Rêxistina Bexişîna Navneteweyî ji bo Şansal Barbaros serbest were berdan kampanya da destpêkirin û xwest ku kesên êrişî wî kirine jî bene dadkirin.

Rêxistina Bexişîna Navneteweyî ji bo Şansal Barbaros kampanya da destpêkirin ku ew serbest were berdan û kesên ku li balafirgehê êrişî wî kiribûn jî were darizandin. Di kampanyaya destpêkirî de hat gotin ku parvekirinên di medyaya civakî de divê di çarçoveya azadbûna xweîfadekirinê de were qebûlkirin.

Şansal Barbarosê ku ji ber parvekirinên di medyaya civakî ji Qibrîsê hat dersînorkirin û dema anîne Tirkiyeyê jî piştî lînckirinê bi heman hincetê hate girtin.

Di metna kampanyayê de bang li rayedarên hukimetê hat kirin ku Barbaros bêyî ti hincetî demildest serbest were berdan.

“Kampanyaya Rêxistina Bexişînê”

Barbaros Şansal ji ber parvekirinên twitterê bi îdiya ‘gel tehrîkê kîn û dijmintiyê kiriye’ ve hatibû girtin.

Di metna Rêxistina Bexişînê de wiha hat gotin:

“Peyam û twîta ku Şansal parvekiriye di çarçoveya mafê xweîfadekirinê de ye. Divê derbarê wê yekê de lêpirsîn an doz neye vekirin û nebe hinceta cezadayînê.”

Girtina Şansal û êrişa li dijî wî

Modekar Barbaros Şansal di vîdeoya li ser twitterê parve kiribû de wiha digot: “Îro ev qas rojnameger girtî ne, ev qas zarok tên tecawîzkirin û tacîzkirin, ev qas pêkanînên nerêtî û ruşwetê hene û serhişkan li kolanan behsa qirêjiyê dikin. Ka hûn sala nû pîroz dikin gelo?”

Şansal piştî van parvekirinên li Qibrîsê ji hêla gelek aliyan ve hedef hat nişandan û rastî gefxwarinên mezin hat û di heman rojê de ji Qibrîsê hat dersînorkirin.

Dema wî anîne Stenbolê li balafirgehê li ber polîsan komek êrişî wî kirin û ew birîndar bû û ew bi wî halê xwe hat binçavkirin.

14. Dadgeha Sulh Cezayê ya Stenbolê bi hincetên taybetiya sûcê, hebûna delîlên sûckirinê, înfîalaya ji ber parvekirinên di medyaya civakî de; bi sûckirina ‘bêrûmetkirina gel’ û ‘gel tehrîkî kîn û dijminatiyê kiriye’ derbarê Şansal de biryara girtinê da.


Tags: çand û huner
İstihdam