05/12/2013 | Nivîskar: Kaos GL

Çalakiya roja 7. navnetewiya nasnemeya zayendguhirtin di nav nasîna nexweşiyê derxistin de, li hemî cîhanê aktivîstên zayendguhêrt, gotin nasnemeya me ya zayendî nexweşî nîn e!

Zayendguhertin nexweşî nîne, em mafên tenduristîyê dixwazin! Kaos GL - Rûpela Nûçeyên Gey Lezbiyen Biseksüel Trans û Hevzayend KR
Çalakiya roja 7. navnetewiya nasnemeya zayendguhirtin di nav nasîna nexweşiyê derxistin de, li hemî cîhanê aktivîstên zayendguhêrt, gotin  nasnemeya me ya zayendî nexweşî nîn e! Asambleya Tenduristiya Cîhanê, hêvî dikir ku; sala 2016 nasnemeya zayendguhêrt di nav merheleya nexweşiya navnetewiyê bê derxistin. 
 
Ji merheleya nexweşiyê, ber bi merheleya nasnameyê ve.
Dema mijar dibe nasnameyê zayendguhêrt du nêzîkatî derdikeve holê: li gor modela nexweşiyê zayendguhêrtin, qusûreke ji zayînê ye. Nexweşiyek ji mêjî ye û pirsgirêkek tibbî ye. Li gorî modela nasnemeyê jî; zayendguhêrtin nasnameya kesane, pirsgirêk nîne. Meseleyek  tibbî nîne. Tevgera Nawnetev ji bo Wekheviya Zayendguhertan (GATE) di 19ê Kewçêrê de daxuyeniyek weşand û got: Nasnemeya zayendguhertan wek nexweşiyek danîn ji bo tenduristiya zayendguhêrtan rewşeke neyînîye.
 
GATE sala borî li Arjantînê pejirandina zagona nasnemeya zayendî, erênî dibîne û ji Rêxistina Tendûristiya Cîhanê jî dixwaze ji bo zayendguhêrtan rê vebike û astengiyên pêvajoyên bingehîn ji holê rake.
 
Endamê Şêwirmendiya Desteya Rêveberiya Kaos GL Prof. Dr. Şahika Yüksel ku bi salane xebatên li ser nasnemeya zayendguhêrtan  tê nasîn wiha got: Zayendguhêrtin nexweşî nîne; lê belê pêvajoya derbasbûnê dijware. 

Tags: mafên mirovan, tendurustî
İstihdam