29/12/2010 | Nivîskar: Yıldırım Türker

Mijara ku em ê di derheq wê de bipeyivin, him ne hêsan e û him jî nazik e. Çima ne hêsan e?

Mijara ku em ê di derheq wê de bipeyivin, him ne hêsan e û him jî nazik e. Çima ne hêsan e? Însanên ku herî pir ji fahmkirina vê mijarê re amade ne, heta kesên di navenda vê mijarê de dijîn û subjeyên vê mijarê ne jî dibe ku aciz bibin, rihet nekin. Sedemê acizkirina vê mijarê jî ev; gava ev mijar dikeve rojevê wek tevlihevkirinê, xerakirinê tê nirxandin. Divê em di destpêkê de qala zemîna ku em li ser dijîn bikin: Li erdê ku em li ser dijîn têkiliyên me yên dostî û neyartî, jiyana ku me ava kiriye, silabên me, şer û pevçûnên me û di vê çîmentotê de tiştekî îdeolojîk... 

Em hemû -yeko yeko û bi tevayî- ji cinsiyetê nefret dikin. Divê di destpêkê de em vê biryarê bipejirînîn û wisa sohbeta xwe bidomînin. Di derheq cinsiyetê de pirsgirêkek me ya pir mezin heye. Gava cinsiyet bi awayekî wek nasnameyekê li ser me tê ferzkirin em jê aciz dibin. Ez wisa difikirim ku, cinsiyet bi awayekî paşguh bibe, hek mumkun be bê veşartin û heta mumkun be qet nekeve jiyana me, em ê tercîhtir bikin.
 
Bawer im hun jî dizanin ku Selma Aliye Kawaf, wezîreke dewletê ye. Ji bajarê Denîzliyê mebûsa jin ya yekem ev kes e. Lewra, AKP ew bi pesinadin û hela hela kir Wezîra Dewletê ya ji karûbarên zarok û malbatê berpirsiyar. Ji xwe kevneşopiyek wisa jî heye: Ji gava ku di Komara Tirkiye de ev wezaret hat vekirin û vir ve, wezîrê vê wezaretê divê ku jin be. Lewra ev wîtrînek e.
 
Li paş vê helwesta ku divê wezîrê vî karî yeka jin be jî, tiştekî îdeolojîk heye. Îdeolojiyek gelek qirêj heye di vê helwestê de: “Ya ku hêlînê çêdike çûka mê ye.” “Sewaxa malbatê jin e.” Li gor vî heşî ev helwest tê stendin.
 
Demek berê, Selma Aliye xanim, li hember hin rêzefîlman dest bi şerekî sansurî kir, sedema vî şerî ev bû: Ev rêzefîlm ne li gor “ehlak û rewşa malbatên Tirkan” e. Got ku ew ê ji bo weşanên şîfreyî hewl bide. Dîmenên ku li dij derdiket jî yên maçkirin û pevşadbûnê bûn... Li gor Selma Aliye xanim ev dimen, serobero û tiroviro bûn. Ne mumkun e ku ev yek bê paşguh kirin: Gava qala cinsiyetê dibe qirêjî, gava qala qirêjiyê dibe jin tê bîra me. Bi ya min pirsgirêka me hemûyan –ez jinan jî dixim nav vêya- ev e; em ji jinan hez nakin. Însanên herî şareza û yên xwe herî pir demokrat dibînin – bi gotinek herî sivik- ji jinan hez nakin. Ev yelpaze heta ku ji jinan madê wan li hev keve, jinan perçe perçe bike û ji holê rake fireh dibe... Em ji jinan hez nakin; gava qala cinsiyetê dibe em naxwazin bibînin, ya ku Selma Aliye xanim naxwaze bibîne jî ev tişt e. Gava jinek mêrekî maç bike an jî jinek “tazîmazî” bê dîtin wê pir aciz dike.
 
Li hêla din, tiştekî em dikarin jê re bibêjin “cinsiyeta mêran” an jî xwiyakirina cinsiyeta mêran; li Tirkiye, îmkanên hebûn û helwestgirtinê ji bo mêran pir meşrû ye... Wek mînak, fîlmên Recep Îwedîk, di telewîzyonan de gelek car tên weşandin. Di van fîlman de cinsiyeta mêran ya êrîşkar, dev bi kevz û bi zor û zulum, Selma Aliye xanimê qet aciz nake. Qet tu kesî aciz nake; herî pir êm ê bibêjin “ev ne li gor min e” û lê nenêrin. Lê neyartiya me ya li hember jinan, dibe sedem ku ev civak bibe civakeke derewîn. Ez wisa bawer dikim ku derdê me yê sereke, neyartiya jinan e.
 
Li vir, em hemû ji eynî derzê derdikevin, ez wisa difikirim. Ji bo di mijarek wisa de em bifikirin, bipeyivin û guhdar bikin em hatine ser hev; lewra ez difikirim ku derzên me wek hev in û em ji van derzan derdikevin holê. Ez wisa difikirim ku, di serî de, ya ku em pêkbînin divê durustî û dilovanî be. Em dizanin ku hin mêrên di qadên cuda de têkoşîna maf, nasname û baweriyan dikin; hin ji wan pir demakrat in, hin ji wan ji bo sosyalîzmê şer dikin jî, gava diçin mala xwe li jina xwe dixînin. Em dizanin ku, bi îhtîmala herî baş heqaretê li jina xwe dikin, lingên xwe bi wan didin şuştin, wan didin ber kar û wan piçûk dibînin...
 
Ji ber vê yekê ez dibêjim “neyartiya jinan, ez qala derdekî ku em bi siyasetê, siyasetmedariyê, rast fikirîn û rêxistinî bûnê nikarin çareser bikin dikim. Em jinan tim wek yeka din ya kone û her dem dikare astengekê derxîne dibînin. Ew wan candarê ku hewcedarî sitirandinê, baş kirinê û kontrol kirinê dibînin. Ji ber vêya jî zimanê wisa dibe. Xeyalên me yên ji bo cîhanek nuh kêm û qels dimînin. Di dawiyê de jî, qedera me di destê hukûmeta AKP û muhalefeta CHP de dimîne. Em dibêjin ku em gelek tiştên baş difikirin, lê di jiyana xwe de em wisa tevnagerin. Ev gîrîzgah zêde dirêj bû, lê hek em qala neyartiya jinan ya di vê civakê de nekin, em nikarin derbasî homofobî bibin. Lewra homofobî, xwişka/birayê piçûk yê neyartiya jinan e û ev her du sûcê nefretê hevdu pirtir û bi hêztir dikin: Mîsojenî û homofobî.
 
Baş e, ev homofobî çi ye? Homofobî ev e: Hemû cîhan mecbûr e ku bastûra heteroseksuel qebûl bike, tiştên derveyî vêya nayê tehamul kirin... Parastina gotina Selma Aliye Xanim, “bastûra malbata Tirk” ev dîtin e. Ji gotina wê ev tê fahmkirin: Bi navê “bastûra malbata Tirk” rewşeke taybet heye. Ev tesbît bi salan li dij komunîzmê hatiye bikaranîn... Homoseksuelî jî, ji bo “grûba ku dibêje civaka me ne amade ye” derketiye holê.
 
Sala din li civînek Konseya Ewropayê, cardin vê xanima wezîr, li dij pêşniyara Yekîtiya Ewropa ya ji bo bastûrên malbatî yên cuda û rêxistinên malbatî yên cuda derket. Got ku, “li Tirkiyê em nahêlin homoseksuel bibin xwedî zarok û bizewicin.” Ji ber vêya, Konseya Ewropayê mecbûr ma ku vê pêşniyarê wisa biguherîne: “Li hin welatan şerd dibe ku bê guhertin.” Di vê mijarê de biserket. Carek din jî mijara homoseksueliyê li derveyî sînor ma. Hun dizanin mijara herî pir, herî kûr, herî zêde û herî dewlemend mîtolojî li ser hatiye efirandin homoseksuelî ye. Pir eşkere ye ku mitolajiyên li ser homoseksueliyê, ji mîtolojiya Helenan kûrtir û dewlemendtir e. Hin ji van mîtolojiyan baş in, hin jî nebaş in, lê hemû jû mîtolojî ne. Gotina homoseksul nêxîktirî huner e jî mîtolojî ye. Homoseksuel 24 seetan seksê dikin jî wisa ye. Derewçînin jî... Jêhetî ne jî... Gelek mîtolojî hene ku me dixin tengasiyê. Ev mîtolojî di mijara jin û mêr de jî tên dîtin.
 
Mîtolojiya mêrtî û ciwaniyê qadên pir kûr in. Mîtolojiya homoseksueliyê jî, li ser van erdan danîne hember mîtolojiya ciwaniyê. Yên ji sînemaya Tirk ya kevn hez dikin û yên temenê wan ji 70yî zêdetir wê baş bê bîra wan: Di fîlmên Tirkan de karîkaturên homoseksuel yên radihêle çenteyê jîna stranbêj –ji efendiyê xwe re bibêjim- qeşmer, keno derewçîn û sehtekar hene. Gotinek Gandhi ya ji bo qala şerê xwe yê li dij Îgilîzan bike heye: “Di destpêkê de wek me nedîtibin dikin, paşê henekê xwe bi me dikin û dûre ji bi me re şer dikin.” Em dikarin vê gotina Gandhi ya ji bo şerê xwe yê li dij emperyalîzmê gotiye bişibînîn rewşa homoseksuelan.
 
Ev civak aniha hatiye rewşa şer. Ji xwe demek pir dirêj wek ku nedîtibin kirin. Di dîrokê de ev jî qeyd bû; Zekî Muren nizanim bi çen jinan re dergistî bûye, heteroseksuelekî diltenik e. Di 12 Îlonê de, wek “paşa”yê her kesî gotinek wî heye: bersîva pirsa “gel çima ji te re dibêjin paşa?” wisa daye, “lewra ji paşayan re nikarin bibêjib îbne.” Em qala civaka ku nikare Zekî Muren jî tehamul bike dikin. Demek pir dirêj homoseksuel wek tunebin helwest stendin, bi tevayî berê wan dan binê erdê. Paşê jî em bûn şahidê meraqa medya ya pir qirêj. Wek her mijara ku tabû tê pejirandin û bi nefret lê tê nêrîn homoseksuelî jî meraqa magazînî ya însanan pitir dike. Wek hin siyasetmedar û vê dwaiyê xanima wezîr jî dibêjin, me bawer ki ku di va civakê de homoseksuel tune, ev taybetiya xeran ji Rojava hatiye. Ev nexweşiyek bûrjûwazî ye, di rojeva çep de aniha ciyê wê tune, paşê wê li ser bisekine. Di vê navberê de bi 10 hezaran însan, dibin mahkumê tenêbûnê û kul û kederan.
 
Wek ku min got, piştî 12 Îlonê ku siyaset bi tevayî hat qedexekirin, femînîzm pêş ket û bi vî awayî homoseksuel jî hêdî hêdî derketin holê. Halbûkî heta wê gavê pir dihatin dîtin lê nav lê nehatibû kirin. Paşê nav jî lê hat kirin, lê ji ber ku bûn malzemeyê ken û henekan, cidî nehatin dîtin. Lê ya ku Kaos GL 15 sal berê dest pê kir, gavek pir şoreşker bû. Ev helwest rê nedida ku neyê dîtin û henek pê bê kirin. Zimanekî wê yê pir siyasî hebû, hek hin caran diket dafikên siyaseta nasnameya cinsî jî, xwediyê siyasetek ku van davikan bibîne jî. Heta van rojan hat û gelek rê jî derbas kir. Di daweyan de gelek tişt bi dest xist û em aniha dikarin li Diyarbekirê li ser vê mijarê bipeyivin. Gava gotin “bila navê vê mijarê çi bi?”, Ji dilê min hat ku “ê din ê her kesî” be. Ez baş bi vêya dizanim ku, qet tu kes ji me –homoseksuelên li vir jî- ji homoseksuelan hez nakin. Çawa ku em ji jinan hez nakin, jinan wek xwe nabînin, jiyana wan dewlemend nakin, nahêlin rêxistinî bibin, wisa jî ji hebûna homoseksuelan aciz dibin. Homoseksuelî tiştekî wisa ye ku me mecbûrî lêpirsîna hemû ezberên me dike.
 
Homoseksuelî îro, wek mijarek komîk ji ê din kirinê wêdetir bûye û hatiye sûcdar kirin. Homoseksuelî îro wek rêçek bi xeter hin sazî û îdeolojiyan tehdît dike, wer tê îdîa kirin, lewra gava nav lê tê kirin, sîstema civakê û bastûra malbatî ya heye tehdît dike. Gava min got “em jê hez nakin” qesta min ev bû: Piştî dewarên me ciyê wan li ser sifra me heye. Hin rêxistinên çep wek nîşaneya demokratiyê, hebûna homoseksuelî û kesên trasgender qebûl dikin û bi vî awayî demokratiya xwe garantî dikin. Wek, “ez pir zilamekî demokratim, hevalekî min î homoseksuel jî heye... Tiştekî bi fiyaqe ye jî.
 
Tu zilamekî çiqas dewlemend, çiqas demokrat, çiqas yekî nayê pêdekirin e ku tu dikare bibe hevalê homoseksuelekî? Tu çiqas wekhevîhez e? Lê bi rastî jî em hewl didin ku nas bikin û bibînin? Homoseksuelan çiqasî xwe qebûl kirine û çiqasî wek xwe ne, di vê rêyê de çiqas pêş ketine? Demokrat, çep, anarşîst an jî marksîst yên ku li hember her cure niheqî û cudatî ne, çiqasî ji pejirandina wan re amade ne? Bi gotina dewletê ya navdar, xeta sor li ku dikşînin? Em van tiştan lêpirsîn dikin? Nizanim.
 
Lê ez vêya dizanim, wek însanên ji baweriya çep hatinin, em nêzîkî pejirandina hin hiyerarşî ne, hîn tiştên me yê pêşdetir hene. Gava em bibêjin “ma milet ji birçîna dimire, aniha wexta fikirandina mafê heywanan e?” em dikevin xeterek pir mezin. Lê em tiştekî wisa nebêjin jî em nikarin xwe îfade bikin. Ev fikirandina hiyerarşiyî û kirinên sereke, ramana desthilatdariya mêran û daxwaza desthilatdariyê ye. Li vir em giş astengiyên Kurd bûnê û wek Kurdekî li bajarên mezin mayinê dizanin. Baş e, ê din ê her kesî –him Kurd him jî homoseksuel- bûyin tiştekî çawa ye? Dibe ku me li astengên homoseksuelên Tirk nêrîbe û wisa gotibe: “ê vanan jî tahmisarî ye” Hey me gotiye. Hiyerarşiya kirinan jî ê din kirin jî teriya hev çêdikin. Ev wek tiştekî ku, di nav çerxê de nefret û mirinê diafirîne; wek rûyê kapîtalîzmê yê zer-reş e... Ez qala vêya dikim: Rêyên me yên însanî ku em têkilî saz bikin û her tiştên me yên ku em nêzîkî însanan bibin ji dest me stendine. Tirk zorê li Kurdan dike, Kurd li Suryanan, Suryan li jina xwe, jina wî li zarokê xwe, zarok li kuçikê xwe, kuçik jî li pisîkê... Çerxa zulmê ya pir dijwar çêdibe li vir.
 
Gelo em wek însanên li ber zulmê, êm ê çawa ciyekî ji xwe re di nav yên din yên ew ji li ber zulmê ne de bibînin? Em li vêya miqate dibin? Gelo em wisa dibêjin?: “Destê xwe bi van însanan nekin, çawa be ew jî însan in...” Ez qala dînitiya ku xwe bi gotinên piçûk dîtin û xweş dîtin nakim. Em bawer dikin ku, însan bi awayekî bêdawî pircure ne xwedêyê tercîhan in? Me ev pejirandiye? Gelek cureyên homoseksueliyê û homofobiyê hene. Hulya Awşar dibêje ku mafê homoseksuelan diparêze, lê axaftinên wê tam jî homofobî bi xwe ye. Wek heywanên sîrkê însanan derdixîne programa xwe û dibêje, “wele ez pir ji te hez dikim” Tu têkiliya vê yekê bi mirovatiyê –an tiştên ez qal dikim- re tune. 
 
Cîh: Navenda Pîşeyî ya Diyarbekirê.
Amadekar: LGBTT û Komela Kaos GL.
Mijar: Ê din ê her kesî.
Dem: 6 Adar 2010, Şemî.
Mêvan: Yidirim Turker.
Çevirenler: Abdurrahman Önen & Fehim Işık

Yazının Türkçesi: http://kaosgl.org/icerik/herkesin_otekisi_0


Tags: yaşam
İstihdam