17/03/2012 | Nivîskar: Cihan Hüroğlu

Bi têgînên siyasî re serê me di belayê de ye. Hawirdora me hatiye dorpêçkirin. Hişên ku yekalî dikarin bifikirin, têkoşîna ku kêm be jî xwe di warê siyasî de daye pejirandin, heke li ser xetek çep-rast nebîne rihet nakin. Ji ber vê yekî, gava em xwe îfade dikin heke têgînên çep-rast bi kar nînin, wekî em nikarin xwe îfade bikin.

Bi têgînên siyasî re serê me di belayê de ye. Hawirdora me hatiye dorpêçkirin. Hişên ku yekalî dikarin bifikirin, têkoşîna ku kêm be jî xwe di warê siyasî de daye pejirandin, heke li ser xetek çep-rast nebîne rihet nakin. Ji ber vê yekî, gava em xwe îfade dikin heke têgînên çep-rast bi kar nînin, wekî em nikarin xwe îfade bikin. Divê helwestên siyasî bi awayekî piralî bên niqaşkirin, heke di nîqaşa çep-rast de hinekî cî li me teng dibe jî, ji kok ve redkirina van hemû têgînan jî ne rast e, me ji perspektîfên muhîm dûr dixe.
 
Qet şik tune ku derdê me li hêla “çep” e. Derdê tevgera me ya wek kesên LGBTTyî an jî yên ji derd û rewşa LGBTTyiyan fahm dikin guherandina civakê ye. Heta vê derê diyar e ku em ne li hêla “rast” ya ku muhafazayê îfade dike ne. Lê em li derveyî vê guhertina ku li gor hin kesan bi şoreşa Frenseyê, li gor hin kesan jî li Îngilîstanê derketiye holê tiştekî din îfade dikin, ji demek dirêj ve em dibêjin çep.
 
Ji bo derketina tevgere LGBTT, em dikarin bibêjin ku “çep” wek pêşeng di salên guhertina civakî de pêşengî kiriye. Ji ber vê yekê bi hestyariya me ya çep me ev qada guhertinê berfirehtir kir. Refleksên anarşîst, sosyalîst, demokratiya civakî di firehtir kirina vê qadê de û îmkana ku em jî bandorê li vê berfirehyiriyê bikin de rolek mezin lîstin. Tam li vê derê em dikevin nav niqaşa ku “duhêlî têrê nake” dibin. Bi derketina grûb û partiyên lîberal yên pir zêde dilxwazê guhertînê ne û qet wek çep nayên tarîf kirin re, alîkariya nasnameyên cuda kirin, piştî hin agahiyan alîkariya nasnameyên LGBTT jî kirin. Piştî vêya me dest pê kir ku di rastiya me de ciyê çepitiyê fahm bikin.
 
Ji ber hin bûyerên li dinyayê û li Tirkiyê hin ji me di rast an çepîtiya xwe de şaş û mat dimînin, hin ji van bûyeran ev in: Li Holandayê hin partiyên muhafezekar parastina nasnameya LGBTTyî ji bo dujminatiya koçberan bi kar anîn; li Tirkiyê hin kes nasnameya xwe ya LGBTTyî diparêzin û muahfezekariya xwe îfade dikin; hin sosyalîstên muhafezekar ku perçeyek çep in, nasnameya LGBTT wek Rojavayî dibînin û dujmunatiya vê nasnameyê dikin û hwd. Lê ev hemû tişt, ne bi qasî ku lîberalan hişê me tev li hev kiriye û helwesta me ya li hember vêya muhîm in.
 
Xetera herî mezin ya ku lîberal ji me re derdixîne holê ev e; hemû têkoşînên siyasî, tevî têkoşîna mafên nasnameyî ji kokên bi aboriyê re têkildarin vediqetînin, zimanekî parastina van mafan ya ji aboriyê veqetiyayî derdixînin holê. Ji ber vê yekê zanyariya wek aborî-siyasî derketiye holê wek du zanyariyan zen dikin û dihulkumin. Divê em jî li hember vêya hewl bidin ku têkoşîna mafan bi aboriyê re têkildar e, divê em vêya ji bîr nekin.
 
Em dikarin bibêjin ku tevgera LGBTT ji vê yekê bi awayekî haydar e, paştguh nake. Hewldanên me yên ji bo xebata bi sendîqavanan re, helwesta me ya li hember têkiliyên bi saziyên bi armanca karê dixebitin, hewldana me ya ji bo rizgariya aborî, hewldana me ya ji bo em bikaribin bi hemû çînên civakê re têkildar bin û gelek hewldanên me yên din ji vê helwesta me re mînak in. Lê cardin jî ev hewldanên me ne bes in, têrê nakin. Ev jî ji ber ku em li pê pêvajoyê direvin û wextê nabinin ku niqaşên teorîk bikin tê.
 
Rewşa têkoşîna mafên mirovî ya ku em pir hîn bûne ku pişta xwe bidinê, îro çawa ye, hêjayî nirxandinê ye ev rewş. Lîteratura mafên mirovî, di dokumentên xwe yên esasî de cî nedaye mafên LGBTT, tenê bi hin protokolên ku lê zêde kirine cî dide LGBTT; ji derketina xwe û heta îro wek “xapandina dinyaya lîberal” hat dîtin û niheqî lê hat kirin. Lê ji ber hin çalakiyên wan jî ev rexne ne niheq bû. Beyannameya Navnetewî, di qada dewletê de kirin du beş û ji îmzeyê re vekirin, ev ji vê tesbîta me re mînakek e. Wek ku tê zanîn peymana ji bo “Mafên Sîwîl û Siyasî” azadiyan tarîf dike, ango dewlet kîjan tiştan nikare bike diyar dike; peymana “Mafên Çandî, Civakî û Aborî” jî tiştên ku dewlet ji bo me bikin diyar dike. Ji xwe ev cudatî, diyar dike ku lîberal têkoşîna ji bo mafan ji kokên aborî vediqetîne.
 
Bi hin mînakan em vê mijarê zelaltir bikin: Dewleta ku tenê peymana ewil îmze kiribe, dikare kesên LGBTT ji êrîşên polîsan yên li kuçeyan biparêze, lê ev dewlet nikare kesekî LGBTT yê ji ber cudatîperestiyê ji mala xwe hatiye avêtin biparêze; vî kesê ku li kuçeyan maye xwedî nake, mafên wî yên perwerde, tendurustî û yên din napêrêze; lewra jî ev kes ji bo ku jiyana xwe bidomîne wê têkeve nav rêyên îllegal, dewley ji bo vêya jî wê wî kesî bigre û bavêje hefsê. Ev mînak jî diyar dike ku mafên mirovî bi taswasên lîberal derneketiye rê, gava ji esasên xwe yên aborî tê veqetandin pûç dibe, vê rastiyê diyar dike. Divê tevgera LGBTT ne tenê dewletê ji bo çewtiyên wê rexne bike, fahm û têgîna dewletê rexne bike. Heke dewlet helwest, fahm û têgîna xwe serast neke ev mesele çareser nabe. Divê tevgera LGBTT, gavekê ji xeta lîberal dûrbikeve,  li gor persperktîvek”çep” tevbigere û têkoşîna xwe bidomîne.
 
Çepa ku em heta aniha qal dikin, çepa ku ji dewletê hin daxwazan dike, lewra jî ev helwesta demokratiya civakî ye. Ji ber ku tevgera LGBTT, ber bi vê helwestê dihere min ev cure çepitî derxist pêş. Piştgirêya daweyan, kampanyayên ji bo qanûna esasî û qanûna sûcên nefretê, di vî warî de gavên muhîm in. Li gel vêya em nikarin bibêjin ku LGBTT tenê bi refleksên demokratiya civakî tevdigerin, ev jî ne rast e, niheqî ye. Tevgera LGBTT, bi hestên anarşîst dest pê kiriye û hîn jî hin helwestên wisa (li dij derketina desthilatdariyê ya rêxistinî, prensîba rêxistiniya pahneyî, herêmîtî û hwd.) cî bi cî didomîne. Hevkariyên tevgera LGBTT yên bi sendîqayan û rêxistinên sosyalîst re em nikarin wek helwestên demokratiya civakî bibînin.
 
Lê ev tevliheviya têginî ya di nav çepê Tirkiyê de, dibe sedem ku LGBTT wek perçeyekî “muxalefeta civakî” diyar nabe, helwest û daxwazên LGBTT yên sereke baş nayê dîtin û fahm kirin, têra xwe zelal nabin. Her çiqas têgîna “muxalefeta civakî” wek çep xwiya dike jî ne wisa ye, grûbên xwedî bandor, wek civaka sîwîl di nav desthilatdariyên lîberal de bi awayekî paralel cî digrin.
Heke em li ser mijara daxwazên demokratiya civakî bisekini; taybetiya çepê sosyalîst ya herî cudatîtir daxwaza desthilatdariyê ye, ji xwe çepê sosyalîst bêyî daxwaza desthilatdariya karkeran nayê dîtin. Lê diyar nebû ku tevgera LGBTT alîgirê desthilatdariya kedê ye an na. Li Tirkiyê jî û li dinyayê jî ev yek ne diyar e. Divê di nav rastiya jiyana xwe de, em têkoşîna nasname û azadiyên cinsî bidomînin, lê divê em biznibin ku tenê bidestxistina mafên di nav cîhana lîberal de em ê nikaribin hemû azadiyên xwe bi dest xînin î dinyayaek azad ava bikin. Divê em vê yekê bi argumentên dewlemend îzeh bikin. Lewra em dizanin ku azadiya kesên LGBTT wê bibe sedemê azadiya kesên heteroseksuel jî; Azadiya LGBTT ya çîna navîn û serdest jî bi azadiya LGBTT ya çîna bindest re mumkun e.
 
Tevgera LGBTT, wek tevgerên nasnameyî yên din di nav ciyê ku tevgerên civakî lê hatin bi cî kirin de maye. Ji ber ku tevgerên civakî yên nuh ji kes û daxwazên kesan derdikevin rê, tevgera LGBTT jî, daxwaza parvekirinek adîl wek armancek serek hilbijart. Daxwaza jiyanek serbilid, daxwazê demokratî yên ku me li jor qala kirin, îstifadeya wekhevî ya ji hemû mal û xizmetan ya ji teref dewletê tê parastin; mafê xebatek azad ku cudatperestî tev lê nebe; ev daxwaz ketin rojava tevgera LGBTT. Niqaşên ji bo zewacê jî ji bo kesên LGBTTyî wek stratejiya parvekirinê divê bê dîtin.
 
Ev hemû daxwaz û helwest bi awayekî paralelî siyasetên queer re pêşketin. Di nav tevgera LGBTT de, bi saya kesên dînamîk ve qet tu caran tenê li ser pirsgirêkên xwe nesekinîn, nexetimîn; ji bo gelek war û qadan hewl dan, bi taybetiya xwe re paraleliyek çêkirin û qada têkoşîna xwe firehtir kirin. Mixabin, têgîna nasnameya li gor perpersktîfa queer heke mirov azad bike jî, têkoşîna nasnameyê ji qada parvekirinê derbasî qada hilberînê nake. Ji bo gelek sosyalîstan ev yek, wek pirsgirêka tevgerên civakî yên nuh, lewra jî ji bingeha tevgerên nasnameyî pêk tê, wisa dîtin û ev têkoşîn û hewldan di astek duyem de dîtin.
 
Berî şoreşa ku wê alavên hilberînê dest biguherînin, şoreşek cinsî hewce ye an na; ev nayê zanîn lê gava em qala çep dikin divê em du xalan eşkere bikin: Di serî de wîjdanekî çep hewce ye, ev bi awayekî spesîfîk meseleya empatiyê ye. Dibe ku tevgera LGBTT, ji ber baldarî, hevkarî û tevlêbûna xwe ya hemû çalakiyên din xwe baş û têr bibîne. Lê çep duyem jî qala qada hilberînê dike û armanca çep deshilatdariya kedê ye. Ji ber vê yekê em nikarin bibêjin ku, tevgera LGBTT ya li gor daxwazên domekratiya civakî û refleksên anarşîstî tevdigere bi awayekî giştî li qada çep cî digre. Gava çep li qada hilberînê di nav hewldanan deye, LGBTT li ciyê daxwaza îfadekirina nasnameyê disekine, ciyê wê ne qada hilberînê yê, qada parvekirin û bikaranînê ye.
 
Dîroka nasnameyên etnîkî, hebûna wan ya kevneşopî, rewşên îfadeya van nasnameyan ji bikaranîn, parvekirin û piyasayê rizgar kiribû; Kesên LGBTT yên di seranserê dîrokê de zor hevdu ditine, bi kevneşopiyên muşterek nikarin bi hêsanî xwe îfade bikin. Grûbên piçûk yên ji hev dûr mane li gor daxwazên piyasayê tên ser hev. Lewra jî tevgerea LGBTT ya dixwaqze ku di nav çep de cî bigre, wê bikaribe xwe ji daxwazên piyasayê rizgar bike. Li hêla din divê hewl bide ku kevneşopiyên xwe yên ne muhafezekar ji xisarên piyasayê dûr bixîne.

Ji bo çepa sosyalîst gotin û têgîna ji bo qada hilberînê tiştekî sereke ye, ev bi nirxa zêdeyî re têkildar e. Em nikarin bibêjin ku tevgera azadiya nasnameyî perperstîfek esasî li vêya zêde kiriye. Lê hewldana kesên LGBTT ya ji bo hebûna xwe bide pejirandin, ji bo guherandina gelek qadên siyasî potansiyelek mezin e û qada hilberînê jî ne li derveyî vêya ye. Berî bi gelek salan Yidirim Turker wisa nivîsî bû: “Jin ji jinekê hez dike, mêr ji mêrekî hez dike. Hevoka duyem ku hun bibêjin wê siyasî be.” Lê gava em derketin rê, me dizanîbû hevoka yekem jî têra xwe siyasî ye. Him jî ji deverek çep... 

Wergêr: Abdurrahman Önen & Fehim Işık 

Türkçesi: http://kaosgl.org/sayfa.php?id=5507


Tags:
İstihdam