28/09/2013 | Nivîskar: Ali Erol

Her çîqas pergal ji bo kesên LGBTyî ‘hûn ji bom e ne esasin, jiyana we ji bom e girîng nîn e, em we naparêzin, hûn çi dikin bikin’ bibêje û bi vê helvesta xwe peyaman bide jî, em dizanin ku ew civaka weke neguherî dixuye wê biguhere.

Her çîqas pergal ji bo kesên LGBTyî “hûn ji bom e ne esasin, jiyana we ji bom e girîng nîn e, em we naparêzin, hûn çi dikin bikin” bibêje û bi vê helvesta xwe peyaman bide jî, em dizanin ku ew civaka weke neguherî dixuye wê biguhere.
 
Nîqaşên ku ji bo makezagonek nû tê meşandin bi tevlîbûna LGBTyiyan jî xebateke amadekariyê hatiye kirin. Di vê çarçoveya xebatê de liser navê ANFê ji aliyê Îbrahîm Açikyer guftugoyek hatibû çêkirin û 28ê tebaxê de jî hatibû weşandin.
 
Ji bo mekezagona ku nû tê çêkirin fikr û ramanên LGBTyiyên xastekên wan û di derheqê parametreyên guherî û veguherîna civakê axiftin hatin kirin û me ji bo kaosgl.org ê amade kir.
 
Makezagona heyî LGBTyiyan înkar dike…
“Makezagona 12ê îlonê ji aliyê hemû beşên civakî ve heya roja îro jî tê lêpirsîn û tê rexne kirin. Armanc ,fikur û ramanên wan beşên civakî her çiqas hev cuda bin jî êdî bi hemû aliyan ve tê zanîn ku vê makezagona bidombeyî nayê berdevam kirin. Lewma jî hemû beşên civakê ve rexnekirinekî hevpar derketiye holê. Ji bo me weke kaos gl î li hemberî makezagonê nêzûkahiya me ya rexnewarî dîsa di demên pêş de jî ji bo makezagoneke pitir sivîl û bi demokratir nîqaşên me hebûn. Li gorî me herçiqas makezagona nû hinek mafan bîne jî û bikeve bin tomariyê de jî ji bom e dualiyan da nederbasdar e. Aliyê evil ew e ku civaka LGBTyî nasnekirin heya bi gotinan de nebilêvkirin di makezagona heyî dejî bi çi avayî nehatiye bi bîr û ziman. Ji berk u mijar LGBTyî bin feraseta makezagona heyî li ser înkarê xwe daye der.
 
Yên ku heya niha jî neketine bin siwana maf û azadiyê…
“gelo makezagona heyî em ê kîjan alî de hilbigirin dest? Bi vê rewşa xwe her çiqas qala maf ,hiqûq û azadiyê hatibe kirin jî lê eger mijar bibe LGBTyî çiqas dereve jixwe derketiye holê. Her çiqas bi hevokên giştî ji bo hemû kesan hatibe nivîsîn jî civak bi avayekî berbiçav derveyî hatiye hêlendin. Di serî de LGBTyî dîsa navên beşên civakê yên ku nehatine hizirîn yên ku tune hatibine hesibandin wekî kurd û elewî di nav de me dît k udi bin sîwana maf û azadiyê de bêpar mane. Rêbazên  sazûman kirina wekheviyê ya makezagone di xala dehemîn de di pêvajoya civakî de şîrowekirin û pêkanînê de jî bi çi awayî LGBTyî nehatuine fikurîn. Bi heman awayî feqîr, cotkar, karker û jin nehatine fikurîn. Dîsa kurd û elewî nehatine fikurîn. Jiber vê hindê nêrîna me ya vê pêvajoyê jiber vê çendê ye.”
 
 Feraseta ku dibêje dem teng e û bi lezgînî em çêbikin nerast e…
“Ji ber ku di makezagona heyî de rastî nenesî û înkar heye, di xala dehemîn de lêzêdekirina nasnameya zayendî û arasteya li ser zayendê û li gorî civaka LGBTyî jî makezagon were amadekirin, xwestekên me yên 15 sal beriya niha ne. Gava ku nîqaşên liser makezagona nû derketin holê civaka LGBTyî jî tevlî wan nîqaşan bû û bi dirûşma ‘bila kesên LGBTyî jî bên nasîn’ xwastekê me di pêşnûmeyên makezagonê yên komele, sendîka, rêxistinên jinan, di pêşnûmeya makezagonê ya partiya chpê û bdpê de hat pejirandin. Jiber ku di vir de makezagon mijar e hevceye ku em tiştekê bînin bîra xwe. Ev jî pirsgirêka tengbûyîna demê ye. pêvîste ku mirov vî tiştî qebûl neke. Eger di armancê de di têkiliyên civakî de aşitî û wekhevî bê sazkirin û ew tişt bikeve bin venêrîna makezagonê hevceye ku lezûbezî tune be û herwiha feraseta dem teng e û em biavayekî lezgînî çêbikin xelete.”
 
A rast ew e ku hikûmet fikurîna xwe ya makeqanûnê danê holê…
“Ku mebesta nivîsandina makeqanûnê dê tenê bi formatê be; ne şeş meh, dê şeş roj têrî bike.  Êdî di tirkiyeyê de herkesekê zanî ku pirsgirêk pirsgirêka nivîsê nîn e. Pirsgirêk dê nivîs bîr û baweriyeke çawa û nêzûkbûyîneke çawa bê nivîsandin e. Pirsgirêk, di nivîsandina makeqanûnê de wê kîjan xalan de hevparbûyîn pêk were… Ez nêzûkbûyîna demê şaş dibînim. Hükümet iktidar olmak üzerinden kendisi nasıl bir anayasa öngördüğünü, yeniden topluma döneceğini öngörmeden meclisteki muhalif partilerden siz ne düşünüyorsunuz diye soruyu onlara yöneltiyor. A rast ew e ku, ka hikûmet çi difikure û makeqanûneke çawa difukire. Pêwîst e ku hikûmet bifukire, dê çawa ya berê xelas be û dê bersiveke çawa bide gel. Ku visa ba, dibû ku hewildanên partiyên muhalîf hêj pirtir şênber ban. Dibû ku avakertir ba. Ew pêwajoya ku hatî heba kirin de xebitîn çawa çêbû? Partiyên muhalîf û birên sivîl ên civaki yên di meclîsê de herdem xwastinên xwe danîne holê. Hikûmet jî çêbe çênebe rewşa wek merciya erêdaniyê ma. Vê rewşê gihîştina nîqaşan asteng kir. Dema em wê pêvajoya hatî heba kirin difukirin, lazim bû ku berpirsyarî ya hikumetê ba.
 
Bila dewlet ji bo pêşîgirtina jicudabûyînê berpirsyariyê hilbigire…
“têgeheştina civakê her çi dibe bila bibe pêvajoya ku ji bo çêkirina makezagonê hatî danandin ji aliyê hemû beşên civakê ve bi avayekî tund hat rexnekirin. Jiber vê çendê pêvajoya ku akpê ji bo makezagona demokratîk a sivîl danandî her kesekê xwe tevlî kir. tevgera jinê, sendîkayan, rêxistinên pîşeyan, tevgera kurd û elewiyan xwe tevlî kirin. Yên ku xwe tevlî vê pêvajoyê nekirî kesek nema. Eger em vegerin taybetmendiya LGBTyê yan zagonên ku heyî jber ku ligorî yekitiya ewropayê(YE) bêsazkirin rewşa me ya hevpariyê ligel tevgerên jinan heye. Bila cudabûyîna ku liser kesên LGBTyî tê kirin bê qedexe kirin, bi tenê ew jî têrê nake; bila dewlet û hikumet berpirsyariyê hilbigire.”
 
Di xwastekên makezagonî yên LGBTyiyan de lihev kirin…
“di nîqaşên xwe yên ji bo makezagona nû de xwastekên xwe di têkiliyekî wekhevî ya têkoşîna civakê de me ji hemû beşên civakê re ragihand. Di serî de xwastekên xwe me ji medyayê, sendîkayan, bdp û chpê re hate ragihandin. Çi nebe xwastekên me di xala wekheviyê de bê tomar kirin û jiber ku cuda dîtin bêqedexe kirin em li gel chpê û bdpê li hev hatin. Ji komîsyona nivîsandina makezagonê re bi avayekî hevpar ev daxwazên me hatin pêşkêş kirin. Bi giştî di vê pêvajoyê de keda  ku dîsk û keskê daye, di pêşnûmeya makezagonên xwe de nasnameyên zayendî û arasteya li ser zayendê tomar kirini û her wîha qedexe kirin û şopandin jî di pêşnûmeyên xwe de bi heman avayî saziyên ku kar dikin di tevgerên jinan de û tevgera kurd û elewiyan de jî ew tişt hatiye pejirandin.”
 
AKP bi projeya teşebûyî ya netewe dewletê ve polîtîkaya înkarê hildigire…
“Li hemberî daxwaziyên me, nihêrtina ji aliyê me de, nêzûkbûna akpê ya ‘civak vê naxwaze’  nêzûkbûneke polîtîk e. AKP bi tenê li ser xwe de li hember radiweste. Ji bo ku hember rawestiyayî jî, di komîsyonê de nivîsandina xala wekheviyê de û xala cudatiyê de asîbûyîna nîqaşan kete ser medyayê. Mijara ku mayî rewşa di kevanê de, tam jî mijara li ser nasnameya zayendî ya ferdên LGBTyî re nasîna wekhevîtiyê bû. Qebûlnekirina akpê û tepisandina vê mijarê ya di nîqaşên makeqanûnê de , xala dem nemaye de û carekedin mijar neyê rojevê, tev îtîraza akpê ya polîtîk bû. Têkiliya vê bi civakê ve, sendîkayan ve, tevgera kurdan ve, tevgera elewiyan ve, tevgera jinan ve tune ye. Rasterast û vekirî akp dibêje ku; “ez bi projeya netew dewletê ve teşegirtiyî, ew pergala ku heya duh jî wek kemalîst manê rexnekirî, polîtîkaya vê ya înkarê devr dihilgirim. Bi tenê vê namînîm. Cudatiya makeqanûnê de qedexe nekirinê ve, dixwazim ku LGBTyî heya niha merûzî çend cure cudatiyan bûne, hemû jî berdewam bin. Bi tenê jiber nasnameyên wan yên zayendî kuştinan asteng nakim. Ewlehiya cani(rihê,jiyanê) pêk nayînim. Qanûna karî naguherim. Weke heta niha çêbûyî, pêvajoyên tu yê merûzî cudatiyan bibî, tu yê ji kar bêyî avêtin û nayê hilgirtin wê berdevam bin. Heman awayî qadên perwerdê û yên din de ez destûr nadim ku tu weke hemwelatiyên din wekhev tevlî bibî.” Bi vê mantiqê û nêzûknûna polîtîk ve sê roj din makeqanûna bê awa kirin de wê kêmasiya herî mezin ev be û dê wisa jî berdevam be. Ev rewş ji bo aliyê ferdên LGBTyî ve ye.”
 
Daxwazên LGBT’yiyan ên makzagonî zêdehî li ber çavin…
Di nav pêvajoyê de ji bo astengên li pêşiya kesên LGBT’yî ên bi awayek hevpar nikarin bikevin nav civakê ji holê rabin revîzyonek zagonî gelek hêsane. Tirkiye ev demeke dixwaze bikeve nav Ewrûpayê lê li Ewrûpayê zagonên kar de hemû dewlet wek hevin. Zagonên wan dibêjin: ‘ji ber meyla kesekê a zayendî tû kes nikare di nav kar de mirovan ji hev cûda bigre.’ Dewletên Ewrûpayê ev tişt qedexe kirine û van kiryaran dişopîne. Dema Tirkiye salên 2000’an hêz dida xwe da bikeve nav dewletên Ewrûpayê yekitiya Ewrûpa dixwest da Tirkîye zagonên xwe ên kar û xebatê gor krîterên Ewrûpayê serûber bike. Ew qas sal bihûrîn lê di zagonê de zagona 5’emîn a di derheqa sekinandina meyl û nasnameya zayendî de ye hukûmat dikare bi awayek hêsan bigûherîne hukûmatê ev zagon ne hilda rojeva xwe jî. Ya rastî daxwazên LGBT’yiyan zêde li ber çavin. Heta kû ev tişt ne ên niqaj kirin ev pirsgirêk çareser nabe. Mijara LGBT’yî dema li Komîsyona Lihevhatina Makezagonê de dihate niqajkirin parlamenteran xwestekên LGBT’yîyan bi henek û kêm ditînê çawa bê rûmet dikirin em baş dizanin.
 
Tevahîya dexel diqesife, ên hatî inkarkirin dizivirin…
Daxwazên LGBT’yiyan pir hêsan in. Daxwazên taybet û zêde naxwazin. Tenê hez nakin kû bên kuştin. Naxwazin zordestiyê bibînin. Ewlehiya can û malê xwe dixwazin. Di nav kar û xebatê de naxwazin ji ber nasnameya xwe a zayendî cûdagirtinê bibînin. Di nav jiyana xwe a perwerdehî de naxwazin di nav civakek heteroseksûel de tevî civakê bibin. Ger di nav pergala civakî de aşitiyek pêk were  em dixwazin LGBT’yî da kû tevlî civakê bibin girînge astengên polîtîk bên rakirin. Wateya daxwaza me a hevpariya makezagonî çi qas sembolîk û polîtîk be ew qas jî kiryarî ye. Ger di makezagonê de di naveroka zagona 10’emîn de nasnameya zayendî hatiba nivîsandin dibe kû ev bûyer biba inkarkirina dawî a Tirkiye. Her wiha wê hatiba wateya naskirina girtiyên dawiyê ên Anatolyayê LGBT’yî.
Çawa kû makezagon dewleta netew di parêze û netew-dewlet bi yekseriyê xwe afirandibû ew yekseriya dexel îro diqefise û pirtî pirtî dibe. Ji ber kû ev polîtîkayên inkarê li pêşber jiyanê xwe ne girtin Kurd û Elawî zivirîn û dîsa hatin. Heta pergala Kemalîst mafên jinan wek kar girtinek ji xwere bi karanîbun û ev mafên kategorîk bûn jin îro mecbûr man rêxistinên xwe ava kirin û dîsa ketin nav tekoşînek nû.
 
Di têkoşîna LGBTyiyan de asta yekemîn teva bû…
“Bilêvkirina vê heya ku di nava salên 1990an de ne dihat kirin. Qada ku li hemberî rêveberiya navendî têdikoşiya tenê qadake înkarê mabû. Ew jî qada LGBTê bû. qada ku kaosgl yî pêşkêşiya wê dikir bû sedema pejirandina jiyana civakî û têketina wateya gerandina dengên mixalif. Me di têkoşîna xwe de asta yekemîn bi şêwazekî anî rewşeke qetandiyî de. Niha nîqaşên kul i ser makezagonan tê kirin bi vê realîteyê ve bi awayekî zagonî tomariya vê derbasbûyîna asta duyemîn e. Ew aste herçiqas di aliyê gel de hevpar be jî mixabin ku dîwarê akpê ketiye. Akpê jî pêvajoya nû ya sivîl, makezagona demokratîk xiste rewşeke pûçkirinê de”
 
Di pêvajoya Yekitiya Ewrûpayê de merca di nav jiyana kar de sekinandina cudagirtin a meyla zayendî…
“Ne hewceye mirov li ser qada kar niqaj bike. Kî li kîjan qada kar û xebatê de be pêwîstiyên bêşeya xwe bi cih tînin. Ger kesek tenê ji ber meyl û nasnameya xwe a zayendî ji kar bê avêtin an jî nikare kar bi dest bêxe ev tişt bi eşkere cûdagirtine. Ya rastî derewan dikin. Di zagona kar de eşkereye kû wê zordarî bê kirin. Li Ewrupayê ev pêvajo ne hêsan bi pêş ket. Hinek li nav xwe niqaj dikin. Êdî di zagona kar de qedexekirina cudagirtinê tû kes niqaj nake. Ji olperestan heta ateîstan, demokratiyen civakî heta Keskan li Ewrûpayê hemû kes li vê qadê hevparin. Qenebe niqajê li ser mafên jiyanê û zordariya li dijî LGBT’yiyan nakin. Mercek tevlîbûna Yekitiya Ewrûpayê jî ev bû lê AKPê ev mijar ne xiste rojeva xwe jî. Niqajên li ser makezagonê de em dibînin kû ya rastî ramana AKP a li ser mijara LGBT qet ne hatiye guherîn.”
 
Pirsgirêk ewê kû çi wê bê nivîsîn û wê çaxa bê  li darxistin…
Da kû makezagona nefermî  û demokratîk tenê di gotina de ne mîne ev tişt giringe bên kirin. Hinek fiqre xweşîk hatine nivîsandin. Fiqreya 10’emîn çi dibêje, ji ber vê tirîşê tû kes li dijber cudagirtinê rûbirû namîne. Dibêjin mirov hevparin. Ger em li kiryarên nû mêze dikin bi saya nêzikbûnek nûh a demokratî û nefermî dikarin LGBT jî bêxin nav van zagonan. Gelo ev çêdibe? Heya niha carek jî ne çêbûye. Rika me ji vê ye. Niqajan de di bêjin Kurd hebin an na. Pirsgirêk ewe kû wê çawa be û wê çawa bê rêvebirin. Ger em bigehin merhelek nû gelo Kurd binivîse wê bibe çi an ne nivîse wê bibe çi? Ji ber kû em derfetan dizanin em dibêjin bira ev tişt bê nivîsandin. Lewre heta kû neyê nivîsandin ev pêvajo wê bidome ji bo LGBT’yiyan jî tû tişt nayê guherîn.
 
Tevgera kurdan hate rewşa ku bêacizbûyîn mafê LGBTyan biparêze…
Tevgera kurdan hate rewşeke wisa ku, temsiliyeta gelê Kurd yên rojhilatanavîn yên mezrabotan ji aliyê civakî û aliyê çandî ve hemû nêzûkbûyînên neyînî bi awayê derbas bûyînê ve parstina mafên LGBTyan jî, perspektîfeke wekhevî û azadiyane danê holê...
 
Ev çawa çêbû? Hevbandoriya rûbirû çêbû. Têkoşîna me, têkoşîna veguherîna civakî ye. Em azadiyê dixwazin. Azadiya min dê te jî azad bike. Em bihevre azad bibin, dema ku azadiya min pêşiya azadiya te asteng nebe, wextê tu vê têgihîştî ew kesên me digot naguherin em ê bibînin ku diguherin. Dema em Tevgera Kurdan dinêrin em dibînin ku pêvajoya ji DEHAPê heya îro hatî de; hilgirtina berêxwedana zayendî ya bernama xwe, piştre jî em dibînin ku ji endamên(dezgehên) medyaya xwe heta siyasetmedarên xwe vê mijarê dişopînin.
 
Kesên ku dibêjin civak amade nîn e, bingehê de derewan dikin…
Derbasbûna LGBTê ya qeydê jî dîsa bi Tevgera Siyasî ya Kurdan ve çêbûye.Dema ku em vane hemuyan difikurin, em dibînin ku Kurd guhartine. Em dibînin ku ew Elewiyên heta duh jî xwe li hundirê xwe de girtibûn jî guhertine. Ew ên dibêjin “civak naguhere”, em tevlî wan nabin. Kesên ku dibêjin civak amade nîn e, bingehê de derewan dikin. Nedîtina hevceyiya zimaneke dîplomatîk ve dixebitin ku darazên xwe ji civakê malbikin. Qet hevce nîn e ku mirov dûr biçe. Em zêndene wan birên çepgir yên ku heta duh jî me wek pêşverûyên vî welatî qebûl dikirin. Heman hevokan ji bom e awa dikin. Dibêjin ku gelê me ne amade ye. Di bingehê de gelek tiştên ku gel amade nebe jî bêpirsîna gel derbasî jiyanê dikin. Kengi hevzayendî dibû mijar, digotin gelê me amade nîn e. Hal ev e ku yên amade nîn in ew bixwe ne. Me wek reaksiyon bertek nîşanî vê yekê da, na! Me wek Kaos GL yan ew  20 salin ji çalakiyên xwe, ji mîtîngên li dijî şer ve, li yekê Gulanê ve, vegotina di kampusan de, em xebitîn ku têkoşîna xwe derbasî jiyanê bikin. Piştî vê van biran dîtin. Gotin ku “Ji pêşdîtinên me re ne ahengdar e”. Dibe ku civak biguhere. Gerek em saziya(avahiya) kevneperestan jî wek saziya yekpare nebînin. Em birên ku du van de digerin û yên ku dibêjin “em ê çawa bi hevre bijîn” jî dizanin.    

Tags: mafên mirovan
nefret