17/03/2012 | Nivîskar: Serpil Sancar

Divê bê dîtin û fikirandin ku tîpên mêrtî yên ji hev cuda hene. Femînîstên 1970yî bi tevayî li gor mêrtiya homojen dest bi rexnegeriye kiribûn. Dihat pejirandin ku hemû mêr ji esareta jinan û duyemkirina jinan îstifade dikin. Min dît ku mêrtiyek wisa homojen tune.

Li hember mêrtiya desthilatdar mêrtiyên cuda
Serpil Sancar
 
Divê bê dîtin û fikirandin ku tîpên mêrtî yên ji hev cuda hene. Femînîstên 1970yî bi tevayî li gor mêrtiya homojen dest bi rexnegeriye kiribûn. Dihat pejirandin ku hemû mêr ji esareta jinan û duyemkirina jinan îstifade dikin. Min dît ku mêrtiyek wisa homojen tune.
 
Mêrtiyên ji hev cuda, di warên siyaset, aborî û çandî de desthilatdariyên nêr yên cuda derdixînin holê. Wek mînak hêz û îmkanên mêrekî karsaz û dewlemend ji yên mêrekî ku bi mehaneya asgarî debara malbata xwe bi zor dike, zewicî û xwedî zarok e cudatir in. Karsaz, patron, bavên malbatan, serseriyên kuçeyan, tetîkçî, leşker, şervan, mêrên spî yên ji çîna navîn û xwedî meslek; ev hemû di warê mêrtiyê de ji hev cuda ne, rewşa wan ne wek hev e.
 
Tevî ku ewqas mêrtiyên cuda hene jî, çawa qala kategoriyên mêrtî û jintî yên homojen tê kirin? Em qala jinên bindest û mêrên ji vê bindestiya jinan sûd werdigrin dikin? Mêrên din, mêrên ne wisa tune? Mêrên ku nikarin wisa bikin qey ne mêr in?
 
Ango mêrên ku nikarin pere bi dest xînin; mêrên ku meslek, kar û pereyê têra debara malbatê bike tune bin; an jî mêrên van tiştan red dikin: Redvanên wîjdanî, antî mîlîtarîst, homoseksuel û hwd. Di eslê xwe de gelek mêrên cuda yên ne li gor nirxên mêrtiya desthilatdar hene; lê pirya van mêran badeng in, di derheq ceribandinên xwe de nikarin bipeyivin; hîn gelek ji van mêran fêrî gotina çîroka jiyana xwe nebûnin. Mêrên bêdengî xera kirine, ‘polîtîze’ bûne bi tevayî yên tev li tevgera homoseksuelan, tevgera redvanên wîjdanî an jî tevgera dijayetiya şer bûne ne. Lê ji xwe rexneyên van mêran jî wek rexneya li dij mêrtiyê nayê pejirandin. Wek mînak; rexneyên redvanên wîjdanî ne wek rexneya mêrtiyê, wek rexneya li dij dewletê ne. Ev ji bo hin mêrên di nav tevgera homoseksuelan jî dikare bê gotin. Ji xwe homoseksuelî trans-seksuelî jî bi şerê li dij mêrtiya desthilatdar re nehatiye vê qonaxê.
 
Ji xwe divê em bipirsin jî, gelo tiştekî wek mêrtiya desthilatdar heye? Mumkun e ku helwestek mêrtî ya hemû mêrtiyên cuda birêvedibe hebe? Ango wê ji bo hemû mêran bibe model, berî her tiştî wê hêza xwe ji xurtbûna xwe ya fîzîkî bistîne; wê ya jinikî li derve bihêle, ji ya hestyar dûr bimîne, li hember hestên xwe têkneçe û bi heşê xwe tevbigere; wê heteroseksuel û homofobîk be; hinekî dîndar, xwedî meslek û pere be; wê bav be ango wê bikaribe jinekê û zarokên wê xwedî bike. Mêrtiya desthilatdar, stratejiya desthilatdarkirina van nirxan e û em dibînin ku, gava vêya pêktînin mêr ji teref qlûba mêrên desthilatdar tên qebûl kirin.
 
Mêr di hin pêvajoyan de hînî van taybetiyan dibin; yên naxwazin hîn bibin, ber xwe didin, serkeftî nabin, dibin redvan bi awayekî bi zor û zulmê re rûbirû dibin an jî ji civakê tên avêtin. Tew ne be hevkarî û hevsûcî li ser wan tê ferzkirin; an jî bi tevayî ji civaka mêran tên avêtin. Nirxên mêrtiya ku stratejiyên mêrtiya desthilatdar îdealîze dikin, tiştên wisa ne ku ji bo gelek mêran ne mumkun e ku bên pejirandin. Gelek mêr nikarin him pere bi dest xîne, him jî xurt be, him jî baqil be, him jî jin û zarokan îdare bike, him jî dîndar be. Nikarin van hemû tiştan bike, ji heq nayên. Çiqas super bin jî wê di derekê de buhulkume. Ji ber vê yekê jî, ji bo her mêrî, gîhaştina asta mêrtiyê wê wek pêvajoyek kêmasiya hestyarî bidome.
 
Baş e, heke mêrtî tiştekî ewqas zor be, her dem wek kêmasiyekê be, wek hedefek ku gîhaştina wê ne mumkun be mêr çima ji vê rewşê gazinan nakin? Çima di navbera mêran de li ser vê babetê pevçûn, dijayetî, niqaş an redkirin çênabe? Di eslê xwe de nixên mêrtî bi awayekî, dizî an eşkere tên pejirandin; bi îhtimala herî xerab hin mêr wek ku wisa be tevdigerin. Wek ku xurt be, bav be, serokê malbatê be, xwediyê pere be tevdigerin. Li dij derketina van nirxan ji bo gelek mêran pir zor e.
 
Em dikarin bipirsin gelo di dîrokê de jî wisa bû rewş? Di dema navîn de, di civakên feodal, di nav însanên ku wek civakên bi axê re bi hev re girêdayî û bi xwînê mirovên hev bûn de mêrtî wisa bû? Jiyana modern, gelo çiqas ev rewş xwedî kir, guhert?
 
Em dibînin ku ev şîroveyên jin û mêran yên ku em îro pir normal dibînin, piraya wan di sedsalên 18. û 19. de bi pêşketina endustriyê re derketine holê. Bi derketina holê ya karkerê mêr yê fabrîqeyê endustrî pêş dikeve. Gava ji hilberîna bi axê re girêdayî derbasî civaka endustriyî bû, derketina çîna karker ya di rojê de 8-12 seetan dixebite mumkun bû ku jin be? Na ne mumkun bû. Mêr bûn karkerê endustriyê, çima? Erê, îmgeya makîneya endustriyê, bi bedenê mêran re dibe yek û pêş dikeve. Ya duyem jî, ji ber ku jin zayîndar e, zarokan tîne dinyayê ne bi dilê hilberîna endustriyî ye. Ango endustrî karkerê ku heta bibetile daxwaz dike. Lewra jî mêr bû karker, çîna karker mêr bû.
 
Bi derketina kapîtalîzma endustriyî re çîna karker wek mêr derket holê. Lê jinan pir daxwaz kirin ku tev li vê çîna karker bibin. Tevgera jinan ya sendîqayî, tevgerên karkerên sosyalîst, di seranserê sedsala 19. de li Ewropayê têkoşîna vê daxwaza jinan kir, ji bo vê daxwazê hewl da. Lê jin gi vê pêvajoyê de serkeftî nebûn. Desthilatdariya mêran li hemû cîhanê di nav sendîqayan de jî derket pêş. Jin ji vê têkoşînê bi pereyê debara malbatê yê didan mêran derketin.
 
Hat gotin ku ev têkoşîna çînî ye. Di dawiyê de piştî ku pereyê ji bo debara malbatê dan mêran jin li malên xwe vegeriyan, dikarin bi zarokên xwe re rûnin û li wan binêrin. Ev rewş li dor 200 salan ciyê xwe girt. Tîpa mêr ya di vê pêvajoyê de derket holê wisa ye: Mêrê ku pere bi dest dixe, debara malbatê dike. Ji ber van sedeman jî divê her tiştî bike. Ango hêla çînî ya mêrtiyê bi pêşketina kapîtalîzmê re girêdide wisa çêbû. Ew pereyê ji bo debara malbatê dan mêran, ji bo kapîtalîzmê pir baştir bû. Bi vî awayî wê mêr nikarin bibêjin, “bi vî pereyî ez nikarim bixebitim, ez ê herim grewê, herim li dereke din ji xwe re li karekî baştir bigerim.” Lewra kesên ku motajî debarê li pişt mêr hene û mêrê ku pere qezenc neke ji civaka mêrtiyê tên avêtin.
 
Kapîtalîzma endustriyî ji hêla duyem jî bi dagirkeriya di sedsala 17. de dest pê kir pêşket. Ango pêşketina kapîtalîzmê û sîstema dagirkerî ya cîhanê bi dest dixe bi hev re derketin holê. Ji xwe dagirkerî ew e ku, cîhana mêrê spî û Rojavayî mêrên cîhanê yên din têkvebirine, deshiltdarî li ser wan ava kirine. Gava em li dîroka dagirkeriyê dinêrin dibînin ku, sûbayekî dagirker, leşker, mîsyoner an jî gerok, bazirgan hemû mêrên spî ne. Îmgeya van mêrên spî ev e; zanyarî, serweriya li gor heş, pêşketin û şaristanî.
 
Mêrên erdnîgariya mêtingehan jî barbar in, wek cinsî talûke ne, mêrên hov in; li jinan dixin, tahdê li wan dikin û hwd. Ango divê ne serbest bin û rêvebiriyek li ser wan hebe. Di eslê xwe de di ser mêrtiyê de dijayetiyek tê damezirandin: Gava cîhan wek Rojava-Rojhilat an jî Bakur-Başûr tê binavkirin, li ser mêrtiyan hesaban dikin. Mêrên şareza heq dikin ku rêvebiriya cîhanê bikin û yên din jî mêrên divê ku di binê rêvebiriya wan de bin. Ev dijayetî li ser jinan re jî tê ava kirin. Jina Rojavayî ya ku şaristanê temsîl dike, ji mafên xwe haydar e, dizane ji bo mafê xwe têkoşîn bide, haya wê ji nirxên jintî heye, mafên jinan temsîl dike. Jinên cîhanê yên din jî belengaz in, her dem bindest in, ji mafên xwe ne haydar in, qet li dij desthilatdariyê dernakevin, reben û perîşan in.
 
Li hêla din ev cure jintî, bi awayekî erotîk wek cazîbeya cinsî jî tên dîtin. Têkoşîna li dij dagirkeriyê, li gor wateyên xwe yên nêr û mê ewqas pêş dikeve ku, em dibînin ku hin caran ji bo mêrên dujmin bê nasandin mêtiyê wan jî bi kar anîne. Bawerî bi mêrê dujmin re nabe, nermok in, mêrtiya wan ne diyar e û hwd. Ji ber vê yekê pêşketina dagirkeriyê bi nasandina jintî û mêrtiya aniha re pir têkildar e. Îmgeya mêrê serdest pirtirîn bi dagirkeriyê re derdikeve holê. Têkiliya Rojava ya bi heş û şaristaniyê re pirtirîn bi dagirkeriyê re çêdibe.
 
Gava em li dîrokê dinêrin dibînin ku hin hêlên din jî hene. Wek mînak, divê em bipirsin, gelo sermyandar ango yên xwedî sermyan in, patron û karsazên ku nûnerên bûrjûwa ne, çawa û çima bûne mêr? Ango sermyan çima mêr e? Di tarîfa sermyan de mêrtî û nêrtî heye. Çi ye ew nêrtî? Dixwazim vêya bibêjim; însanên somût wek jin an mêr dijîn û hebûna xwe didomînin.
 
Li hêla din, karakterên nêr an mêr yên têkiliyên civakê hene. Ango rêvebiriya mirovan, zuor û zulma li ser însanên din ya ji bo menfeetan... Ev tevgerek nêr e an tevgerek mê ye? Heke yeka jin vêya bike ew bûye mêr, heke yekî mêr bike ji xwe mêr e. Ji ber vê yekî jî, tiştê ku em jê re dibêjin cinsiyet, ji taybetiyên biyolojiyî derdikeve; cinsiyeta tevgerên civakî heye: Rêvebirin, tiştekî bi yekî din bi zorê pejirandin tebgerên nêrtî ne. Çîna karker, di şerdên kapîtalîzma endustriyî de, bi desthilatdariya mêrê spî yê ku bi dagirkeriyê re derketiye holê û heşmendiya sermiyan ya zordar re tevlihev bûye re çêbûye, ev sîstema serweriya mêran jî wisa ava dibe.
 
Gava em qala civakên nûdem dikin divê em ji bîr nekin ku, artêşên hemwelatî yên saziyên netewdewletan herî girîng ji bîr nekin, di avakirina mêrtiya modern ya desthilatdar de ev artêş pir muhîm in. Gava em li dema navîn dinêrin dibînin ku, ji dêvla artêşên hemwelatî zilam an artêşên arîstokratan û xwediyên axê hene, ew leşkerên xwe xwedî dikin. Li gel vana, hin grûbên etnîk yên di dema şer de wek leşker tên hilanîn hene; bi pere leşker tên kom kirin an jî ji hefsan kes tên berhev kirin.
 
Ango gelek şervan û grûbên çekdar yên ji mêran û ji hev cuda hene. Lê pêvajoyek paralelî derketina netewdewletê modern heye. Artêşên hemwelatî derdikevin holê. Hemwelatî di eslê xwe de mêrek e, ji jinan re hemwelatî nayê gotin. Ji bo ku bibe hemwelatî çûyina leşkeriyê hewce dike. Ango hemû mêr mecbûr in ku tev li artêşên hemwelatî yên hîmê netewdewlet bibin. Bi taybet ji bo çînên bindest, mêrên tam di çaxa herî dînamîk de ne herin leşkeriyê û ji bo dewletê karekî bikin pir muhîm e, pirtirîn jî di dema avabûna netewdewlet de.
 
Ev karê leşkeriyê wek perwerdeya hilberîna performansê jî dikare bê dîtin. Ev hilberîna performansê di eslê xwe de perwerdeya leşkeriyê ye. Ango çawa bi hêz e, xwe tavêje nav agir, li hember sar, germ û xwewê pir zexm e; gava ku hewce bike qet nasekine û xwe dide kuştin? Gava ku vêya dike, vatiniya leşkerê mêr ew e ku zarok û jinên welatê xwe biparêze, lê di eynî demê de divê jinên dujminan jî bi dest xîne. Wan û welatên wan fetih bike. Di vê çarçoveyê de perwerdeyên leşkerî ji bo pêvajoya hînbûna nirxên homofobîk û heteroseksuel yên ku jinan piçûk dixin, pir muhîm in.
 
Netewdewletê modern, vê sîstema ku em wek artêşên hemwelatî binavdikin kişf dikin. Di eslê xwe de fabrîqeya herî mezin ya mêrtiyê ev e; Mekanîzmaya yekcinsî û hîn jî dijî ya cîhana modern ev artêş in. Hemû mêr di vê pêvajoyê de derbas dibin, jin li derve dimînin. Ev fabrîqe, fabrîqeya mêrtiyê ye; yên dikeve nav dikevinê. Ango nirxên martiya desthilatdar bi pirayî berhemên vê fabrîqeyê ne. Ev fabrîqe, di eynî demê de, mêrên ku nirxên mêrtî yên desthilatdar napejirînin binpê, belengaz, bêdeng û marjînal dike. Lewra jî, mêrek piştî leşkeriyê, fahm dike ku ciyê wî yê di nav civakê de li ku ye û çawa tevbigere, hîn dibe. Hîn dibe ku çiqas li navendê ye û çiqas jî li derdor e.
 
Leşkerê mêr yê netewdewletê, heşê nêr yê sermiyan, mêrê mezin û spî yê dagirkeriyê, çîna karker ya kapîtalîzma endustriyî ya di sedsala 19. û 20. de derketiye holê, ev hemû tişt bûyine mekanîzmayên avabûna mêrtiya desthilatdar. Lê ev mêrtî pir tevlihev û bi pirsgirêk e. Ne pir zexm e, heta ewqas tiştekî ne mumkun e ku, ji bo piraya mêran rîskên wê zêde ne, tim bi tehdîtan re beramber e, dikare hilweşe û ji dest here. Ango em bibêjin tu seqet bû, mêrtî bi dawî hat, tu nikare pere qezenc bike, divê hin kes li te miqate bin. Ne hêz ma ne jî mêrtî, hemû çûn. Di navberê seqetbûyina jin û mêr de cudatiyek pir mezin heye ku, gava mêr nexweş dibe dikeve krîza mêrtiyê, gava jin nexweş dibe tenê nexweş dikeve. Lewra jî, wateyên îdeolojîk û polîtîk yên jin û mêran di her warî de ji hev cuda ne.
 
Tevî ku bedena jinê kodên dîn, ehlaq, çand û hwd hildigre, li bedena mêr tenê kodên desthilatdariyê heye. Li gor rewşa mêr ya xurtbûn, zexmbûn, temen û bejn û bala wî kodên hêz û deshilatdariyê li bedena wî tên nivîsandin. Divê ku ev beden jî xwe her car nuh bike. ‘Body-buiding a ku wek nîşaneya hêzê tê pejirandin ji vê yekê re mînakek balkêş e. Em li ser îmgeyên hêzê yên cîhana modern bifikirin, ka bê çinin?
 
Wek mînak; em li ser têkiliya îmgeyî ya çek û bedena mêr bifikirin. Wek mînak; em li ser îmgeya leşkerêm Emerîkî yên di şerê İraqê de bifikirin. Teknolojî, çek û bedena mêr bi hev re bûne yek. Bi çavê xwe yê teknolojiyî yê di serî de bi peykê rê têkilî çêdike. Yê 100 metre ji wî dûr li ser peykê dibîne û dikare bikuje. Dûrbîna wî ya bişev jî dibîne heye. Kincekî wî heye ku sar-germ, şilî-zuhayî qet tesîrê lê nake.
 
Kincên polayî guleyan derbas nake; sîleha di dest de di saniyekê de 3 hezar gule direşîne; mêrekî wisa ye. Hêza mêrtiya cîhana îro, roj bi roj tê guhertin û pêşdikeve. Em karsazekî navnetewî bifikirin. Ofîsek ku bi awayekî mînmalîst hatiye nuxumandin, tenê laptoek heye, her tişt elektronîk e; ango ewraq, kaxiz her tişt ji holê rabûye; jineke pir xweşik wek sekreter heye. Îmgeyên mêran yên nuh yên cîhana global ev in. Gava em van tiştan dibînin û li ser difikirin, em dibînin ku îmgeyên desthilatdariya mêrtiyê hatine guhertin, lê desthilatdariya mêrtiyê bi awayekî mezintir ji nuh ve xurt dikin ev îmge.
 
Lê tiştekî din heye, tê gotin ku mêrtiya kevneşopî di derekê de di nav krîzê de ye. Êdî hilberîna nermok an jî rewşên hilberîna li gor post-Fordîzmê, îmkana kar ya ji bo mêran ji holê radike. Ji bo mêrekî ji çîna bindest divê karekî heta dawiya temenê wî hebe û debara wî garantî bike hebe ku ew mêr ji teref civakê wk mêr bê pejirandin, bikaribe bizewice û bibe bav.
 
Heke hun nikaribin ji wî mêrî re karekî garantiyî pêdebikin û karên ne domdar pêşkêş bikin, mêrtiya wî dikeve nav krîzek pir girîng. Ango bêkarî dibe sedemê krîza mêrtiyê. Rîska kapîtalîzma nuh ya global yek jê jî ev e. Ji ber ku garantiya kar ji bo mêrên çîna bindest ji holê radibe, hin dînamîkên dijberiyê yên nuh derdikevin holê. Karkerên kevn yên ku karê wan ji dest reviyaye, dibin neyarê feqîrên nuh û karkerên koçber. Tirkên li Rojavayê Tirkiyê bêkar dimînin dibin neyarê feqîrên Kurd yên koçberî Rojava bûne.
 

Dijayetî, şer û pevçûn di navbera Tirk û Efrîqayiyên koçberî Ewropayê bûne û bêkarên Ewropayî de dest pê kiriye. Lewra jî krîza mêrtî û nijadperestî, neyariya biyaniyan tevlihev dibin. Yek ji dînamîkên siyaseta global jê jî ev rewş e. Ev yek ji bo şerê di navbera mêrên feqîr de potansiyelek nuh e. Ev potansiyel, îmkana hevkariya her du grûbên etnîk û feqîr jî dihundirîne. Di nav pêvajoyek siyasî de dibe ev rewş pêşkeve. Siyasetên hîn azadîxwaz dibe ku ji nav van dînamîkan derkeve û derdikeve jî. Lewra di navbera krîza mêrtî û siyaseta azadîxwaz ya global de têkiliyên muhîm hene, pevgirêdanên bastûrî yên muhîm hene. 


Tags:
İstihdam