17/03/2012 | Nivîskar: Fatih Özgüven

Melankolî, perçeyekî qada tabîiyetê ye, wek perçeyekî dameziranêr tê xwiyakirin. Ji bo fahmkirina desthilatdarî-kirde wek têgînek kêrhatî ji teref gelek nivîskaran tê niqaşkirin û nirxandin.

Melankoliya Heteroseksuelî
Melankolî, perçeyekî qada tabîiyetê ye, wek perçeyekî dameziranêr tê xwiyakirin. Ji bo fahmkirina desthilatdarî-kirde wek têgînek kêrhatî ji teref gelek nivîskaran tê niqaşkirin û nirxandin.
 
Hun dizanin, nivîsek navdar ya Freud bi navê “Şîn û Melankolî” heye. Di vê nivîsê de Freud, du rewşên têkiliya ku kesekî bi yê wenda re çêkiriye îzah dike, ji van yekê cudatır dike, di wateya ku xwediyê kesayetiyek “serast” de.
 
Piştî wendakirinê di dema şînê de êşa yê wenda dipejirîne, Freud dibêje ku, xweseriyek bi wenda û valahiya ku bi wendabûnê re derketiye holê dijî heye. Qala xweseriyek wendabûnê dipejirîne, êşa wendabûnê dijî, ji bo wendayê xwe xemgîn dibe û paşê jî bi kêmasiya ku wenda derxistiye holê re bi jiyana xwe ya nuıh re li hev dijî dike. Lewra jî dibêje şîn li gor lihevkirina jiyanê ve ji melankoliyê cudatir e, li ciyekî hîn cuda ye. Bi vî awayî jî melankolî, wek înkara wendabûna cereyekî tê tarîf kirin, paşê jî tim wisa wê bê ratîfkirin. Freud dibêje ku nîkara wendabûnê dibe sedem ku hin pêvajoyên psîşîk derkevin holê. Ev çi ne? Fikrên sabit, domdar dibin, kesayetiya ku wendabûnê înkar dike bi wendabûnê re dikeve nav tevgerên ne li gor heşmendiyê. Reşeke şikestok derdikeve holê.
 
Domdariya şikestokiya bi nasname û xweseriyê re têkildar, bi vê fikra sabit re dimeşe. Bi vê şikestokbûnê re êrîşkarî jî dest pê dike. Ango hin ji xweseriya xwe ne dilşad e, him jî li hember dinyaya derve jî hêrs û êrîşkarî çêdibin. Cureyê melankoliyê yê herî pir tê dîtin ev e; daxwaza pêdekirin û pêvegirêdana tiştên ku dewsa wendabûyinê dadigre. Ango gava em wendabûyinê qebûl nekin, em hewl didin ku valahiya bi wendabûyinê re derketiye holê bi hin tiştan tije bikin. Di vê weteyê de em dikarin bibêjin cureyekî koleksiyoncîtiyê wek vî cureyê melankoliyê ye. Lê her cure fetişîzim, her cureyê fetîşîzmê yê berê xwe dide tiştekî, em dikarin bibêjin ku rewşeke ruhê melankolî ye. Ji ber vê yekê di serê niqaşê de cudatiya ku Freud di nav şîn û melankoliyê de dîtiye heye.
 
Çi têkiliya vê cudatiyê bi desthilatdariyê re heye? Têkiliya wê ya bi desthilatdariyê re li ku ye? Em dikarin çawa vêya ava bikin? Gava wisa tê gotin wek serpêhatiyek xweser û kesayetî tê dîtin. Lê di demek nêzîk de hin nivîskarên zanyariyên civakî û psîkanalîzê bi hev re dinirxînin heta rexneya îdeolojiya psîkanalîzê ji bo rexneya desthilatdariyê muhîm dibînin, melankoliyê bi kirinên desthilatdariyê re, bi rewşa psîşîk ya ku desthilatdarî derdixîne holê rê têkildar dibînin. Ji van nivîskaran sê kesên navdar ev in: Julia Kristeva, Judith Butler ve Slavoj Zîzek.
 
Bi awayên cuda têkildariya melankoliyê ya bi hêla psîşîk ku desthilatdarî derdixîne holê derxistin ber çavan. Ji bo ku têkiliya wendakirin û melankoliyê bê fahm kirin, ez ê qala desthilatdariyê bikim, divê em desthilatdariyê çawa fahm bikin? Li vir têgîhandinek desthilatdariyê ya piştî Focault heye. Di vê têgîhîna desthilatdariyê de subje mexdûr dibe, azadiya xwe wenda dike, ev desthilatdarî vê reşê ji nuh ve çêdike. Li vir em êdî vê desthilatdariyê wek hêzeke ji derve tehakum dike nabînin. Hîn di hundur de ye, subjeyê ji nuh ve hildibirîne, dibe îmkan û sedemê hilberîna subjeyê. Hin encamên taybet yên vê desthilatdariyê hene. Gava desthilatdarî wisa bê nirxandin hin encamên balkêş derdikevin holê.
 
Li gor Butler, heke em desthilatdariyê wisa binirxînin divê em vêya jî bibêjin: Tiştê ku ji xwe re dibêje “ez” tu carî nabe xwe, nikare wek xwe bimîne. Heke em têgînên ji derve li ser me tên ferzkirin bipejirînin î hebin, ew tiştê ku em jê re dibêjin “ez” wê her dem kêm be û her dem wek yekî din be.
 
Em vê desthilatdariya ku êdî rewşeke hundurîn stendiye dikarin bi hevokekê tarîf bikin: Ketiye nav wîjdan, bûye wek dengê wîjdan û bi wî dengî em li xwe dinêrin û rexne dikin. Ne li derve ye. Êdî di hundur de ye û em bi wê re tiştên em dikin şermezar dikin. Pîvanên ehlakî êdî li wir çêdibin. Lewra jî dengê li derve êdî bûye dengê li hundur.
 
Heke em ji Focault dewam bikin, li wir jî em repertûarek berfireh ya gotinên desthilatdariya ku him subje hildiberîne, him têgînên subje jî hildiberîne dibînin. Li vir jî bi eynî şiklî, gava li ser dinyayê difikirim mecbûr dimînim ku têkevim nav repertûara desthilatdariyê.
 
Di tabîiyetê de tiştê tê daxwazkirin çi ye? Bi vê têgîna desthilatdariyê pir eşkere ye ku daxwaza hebûnê ye. Ji bo ku ez hebim ez tabîiyetekê dipejirînim. Tiştekî paradoksal e lê encama têgiîna desthilatdariyê ye. Ango ji bo ku ez hebim, ez wek xwe bim, ez li dij xwe derdikevim.
 
Em dikarin bi gotinên Butler vê yekê dubare bikin. Gava ez ji bo hebûna xwe israr bikim, ez mecbûr dimînim ku serê xwe li ber dinyayek derve dînim. Gava ez serê xwe li ber dinyayek derve datînim ez dikarim bibêjim ez heme. Ji bo ku ez bikaribim bibêjim ku ez heme, ez serê xwe li ber şidetek hundurîn datînim. Bi şidets tiştekî ku ji derve tê, bi şideta têgînan ez dibim “ez”.
 
Mijara me cinsiyeta civakî ye, lê nasnameyên netewî li vir muhûm in. Avakirina nasnameyên netewî, ji bo ku em bibin Tirk du hevok hene. Yek jê ya em sond dixwin e: “Hebûna min bila ji hebûna Tirk re yadîgar be”. Paşê jî “bila dilşad be yê dibêje ez Tirk im”. Aniha divê em serê xwe xwar bikin, paşê jî wek subjeyek ji Tirktiya xwe dilşad em dest bi axaftinê dikin. Ji bo ku ez bibêjim ez Tirk im û dilşad im divê di serî de ez bibêjim ku ez hebûna xwe yadîgarî hebûna Tirk dikim.
 
Li gor Butler, Kristeva û Zîzek hemû tiştên ku desthilatdarî dike tiştekî wek vêya ne. Di destpêkê de divê tiştê ku ez jê re dibêjim hebûn, tiştê ez jê re dibêjim “ez” teslîmî desthilatdariyê bikim. Tenê piştî ku ez teslîmî wê dikim ez dikarim bipeyivim. Mixabin ez bi têgînên wê dikarim bipeyivim. Di eslê xwe de ev ji bo cinsiyeta civakî jî wisa ye. Ji bo ku em ji heteroseksueliya jin û mêran bawer bikin, bi vêya dilşad bibin û jê bawer bikin, divê ez bi têgînên desthiltdariya civakî ya di rojevê de ye tevbigerim. Lê li vir tiştekî xerîb pêk tê. Pirsgirêk jî li vir derdikeve holê. Ez serê xwe xwar dikim lê ez dest pê dikim van têgînên ji derve hatine wek yên xwe dibînim. Ev tiştekî balkêş e. Ji xwe ya divê bê eşkerekirin ev yek e. Bi awayekî xerîb tiştê ku min li ber serê xwe xwar kiriye ez ji bîr dikim û binpê dikim. Paşê jî wek ku ev têgîn yên min bin, ji serpêhatiyên min derketibin holê dibînim. Ez jî dest pê dikim gotinên di civakê de xurt in bi kar tînim. Ev di beşa xwarkirina ser û faîltiyê de bû.
 
Di şîroveya vê beşê de, îzaha têkiliyê di navbera wenda û desthilatdariyê de dikeve dewrê. Têkiliya di nav wenda û desthilatdariyê de wek têkiliya fail û subjeya fail ya xwarkirina serê xwe ji bîr dike ye. Ez çawa bawer dikim ku ji bo ez jin bim, ji bo ez Tirk bim divê ez hebûna xwe ji bîr bikim. Pirsgirêk jî tiştekî wisa ye, melankolî û niqaşa melankoliyê bersîvê vêya dide.
 
Piştî ku me ev têgîna desthilatdariyê bi vî awayî fahm kir, em hinekî jî qala têgîna “wenda” bikin. Ya bi wenda em qest dikin çi ye? Em hinekî qala wê bikin. Divê em pirseke wisa bikin. Yê ku şerdên hebûna min çêdike, yê ku şerdê hebûna subje çêdike, lê wendayekî ku ez lê nafikirim, xemgîn nabim, lê xwedî dernakevim heye? Dibe ku wendayekî wisa hebe? Pirs ev e. Erê wendayekî wisa heye. Ev jî bi têkîliya desthilatdarî û subjeyê tê fahmkirin. Wek mînak, desthilatdarî ji bo pozîsyonek diyar ji bo subje hilberîne hin rewşên hezkirinê li derveyî civakê dihêle. Ango hin rewşên hezkirinê li derve dihêle. Ji bo em ji heteroseksueliyê hez bikin hin objeyên hezkirinê çêdike. Di vê nabênê de hin objeyên hezkirinê jî tavêje derveyî civakê. Ya ku desthilatdarî dike di eslê xwe de ev e.
 
Heke em hîn bi têgînên psîkanalîtîk bipeyivin, li hêlekê tiştên lîbîdînal dikin ku wan têxin binê bandora xwe, li hêla din jî hin kesan li derve dihêle. Wan li derveyî qada hilberîna civakî dihêle. Vê rewşê jî wek sedêmê hebûnê derdixîne
 
Em li vir nêzîkî çemên civakîbûna muptelayê melankoliyê dibin. Gava hin rewşên hezkirinê li derve tên hiştin, li derveyî qada hilberîna civakî tên hiştin, wê ev hezkirin di eslê xwe de wek hezkirinên wenda neyên dîtin. Ji bo ku wek wenda wê neyên dîtin, wê ji bo wan xemgînî jî tune be, lêxwedîderketin jî wê tunebe, kes wê nizanibin ku çi wenda kirine jî. Û bi awayekî xerîb, ev objeyên ji qada hilberîna civakî hatine avêtin, ji teref desthilatdariya civakî wê wek objeyên xerabker bên dîtin. Ewqas wisa ye ku, gava subje jê hez dike, ew difikire ku wê bi vê hezkirina wan xweseriya desthilatdariyê têşbiçe. Ji ber ku şopên mirinê hilgirtine, daxwaz dikin ku van objeyên têkbibin.
 
Li gor Butler, li paş paranoya li hember qurbanên AİDSê, homoseksuelan, yên esrarkêş û fahîşeyan ev daxwaza têkbirinê ya desthilatdariyê heye. Lewra desthilatdariya civakî hezkirinê, hezkirina li hember wan tavêje derveyî qada desthilatdariya civakî. Hezkirin û hemû helwestên ji bo wan ji xwe re wek sedemê mirinê dibîne ev desthiltdarî, lewra jî ev paranoya fermî ji nuh ve hilnerîna xwe didomîne. Buter dibêje ku, ev helwest dibe sedem ku ev tehdîta desthilatdariyê her dem li dij me be.
 
Em bi awayekî hîn zelaltir bimeşin. Em bifikirin ku melankoliya heteroseksuel çi li derve dihêle. Ev têgîna melankolî, ev melankoliya heteroseksuel çi wek tiştên li derve dibînin? Li vir bi awayekî pir eşkere wek ku Butler dibêje, bidestxistina mê û nêrtiyê, heteroseksueliyek şikestok hewce ye. Em dikarin bibêjin ku ya tê kirin û bi vê rêyê tê performe kirin ev e. Em dikarin qala nasnameyên heteroseksuel û pozîsyonên subje bikin. Lê ev kirin, bi li derve hiştina têkiliyên homoseksuel, rêlêgirtina têkiliyên homoseksuel, nedîtin û xemgînînebûyina wenda re pêk tê. Ev helwesta desthilatdariya civakî, homoseksueliyê, hezkirina homoseksuelî û hezkirina homoseksuelan li derveyî qada hilberîna civakî dihêle.
 
Daxwaza homoseksuelî ya jinekê bi tirsên di derheq jintiyê re derdikeve holê. Ji wendakirina jintiyê, nikaribe wek jin tevbigere, wek jinek normal nikaribe tevbigere, ji van tiştan ditirse. Lewra ew hewldana ji bo daxwaz homoseksuelî li derve bihêle, pozîsyona daxwaza wek jina heteroseksuel an jî ev înkar dibe sedem ku gelek tirs derkevin holê û nikaribe wek xwe û li gor daxwazên xwe tevbigere. Ji bo mêran daxwaza homoseksuelî hîn tiştekî dijwar e. Lewra di vê rewşê de, derketina ji mêrtiyê, tevgera wek jinan, mêtî û nêrmotî gelek tiştên ku mêr jê bitirsin derdikevin holê. Helwesta mêran ya homoseksuelî di nav civakê de pir xerab tê dîtin û pejirandin.
 
Ji ber ku heteroseksuel hewl dide ku homoseksueliyê li derveyî civakê bihêle, daxwazek homoseksuelî ji bo mêrên heteroseksuel pir dijwar û bi xeter tê dîtin. Vegotina cudatiya di nav jin û mêran de, kişfa delîlên vê cudatiyê dibe sedem ku pirtir bi vê cudatiyê re bibin yem. Ev dibe avakirina vê cudatiyê. Lê wek min di serî de jî gotibû, ev daxwaz wê qet tu car bi dawî nebe. Jintî an mêrtiya heteroseksuel pozîsyonên subje yên desthilatdariya civakî derxistine holê ne. Bi awayekî mutlaq ne mumkun e ku heteroseksueliya jinan an mêran hebe. Jin jî mêr jî wê hewl bidin û daxwaz bikin li derveyî heteroseksueliyê tevbigerin. Ne mumkun e ku hemû jin an mêr tenê heteroseksuel bin. Heta ku mutlakiya heteroseksuel hebe wê ev êş û elem jî hebin.
 
Ji ber ku li gor normên heteroseksuel mê û nêrtî, jin û mêr tên kategorîze kirin ev eşê cinsiyeta civakî derdikeve holê. Em wek baloya bi maske tev li çanda heteroseksuel dibin, mecbûrî tevlêbûnê dimînin. Lê em ditirsin ku li derve bimînin jî. Cînsiyetên civakî yên çanda heteroseksuel ava kirine, nasnameyên me yên jin an mêr, li hêlekê ji bo me parastin, ewlekarî û îstiqrar e; lê li hêla din jî ji bo me li xweseriya xwdî derneketin e, em li gor dilê xwe ne dibin jin ne jî mêr. Tevî ku parastin û ewlekariya ne çareser dike jî di dema em li gor daxwaz û hestên xwe tevdigerin gelek êş û eleman jî derdixîne ber me.
 
Erê, ji ber ku bi tevayî em nedikarin bibin jin û ne jî dikarin bibin mêrekî tam û tekûz. Ji ber vê yekê jî gelek êş û elem derdikevin holê. Desthilatdariya civakî heke çiqas hewl dide ku hemû helwest û rewşên derveyî heteroseksuelêy li derve bihêle jî, mecbûr dimîne ku van tiştan jî di nav xwe de bibîne. Heke em bi têgînên psîkanalîtîk bibêjin, Butler dibêje ku; binpêkirina her cure lîbîdo divê pişta xwe bide lîbîdînalê. Qedexeyên li hember bedena însanan, qedexeyên ehlakî yên ji bo bedenan, li vir em qala ehlakê heteroseksuel dikin, di her demê de ji teref hestên ku dixwazin ji holê rakin li ser lingan dimînin, jiyana xwe didomînin.
 
Înkara homoseksueliyê ji bo hilberîna mêrtiya heteroseksuel û performe kirinê rêya herî muhîm e.Lê li hêla din tam gava ku red dike, înkar dike, mêrtî mecbûr dimîne ku homoseksueliyê ji bihundurîne. Çawa mecbûr dimîne ku bihundurîne? Ji bo têkiliya di nav mêran de saz bike, ji bo hezkirina di nav mêran de saz bike. Ji ber ku sînorê di nav jin û mêran de ewqas zelal, ewqas asê aava dikin ku, ji bo têkilî û hezkirina di nav mêran de tenê mêr dimînin, lewra jî homoseksuelî ji bo têkilî û hezkirina di nav mêran de mecbûrî dibe. Butler li vir dibêje ku înkarek dualî heye. Him ji bo jinan him jî ji bo mêran înkar heye. Haya me jê tune ku me daxwaza cwe ya homoseksuelî wenda kiriye û ji me tê xwestin ku em bibêjin “min qet ji wê jinê hez nekiribû”. Desthilatdariya civakî ya heteroseksuel înkara daxwaza homoseksuelî ji me dike.
 
Min qet ji wê jinê hez nekiribû. An jî min qet ji wî mêrî heznekiribû. Hevoka yekem li gor Butler e. Lê bi awayê ku înkarê dipejirîne hevoka duyem dikeve dewrê. Wê gavê jî ez çi dibêjim? Ji ber ku haya min jê tunebû “min qet ew ji ji bîr nekiriye. Min ew mêr qet wenda nekiriye”. Lewra jî înkarek dualî heye. Wek qet û qethiyen. Min qet jê hez nekir lê min qet wenda jî nekir. Biawyekî hestyarî em lê binerin; “min qet wenda nekiriye”. Ji bo mêran jî eynî tişt derbas dibe. Di vê wateyê de ji bo Butler tesbîtek wisa mumkun dibe: Bi mêrtiyê re çiqas yekbûn pêşbikeve, çiqas bi awayekî parastinî û nepixandî be jî, homoseksueliya xemgînî ya bi hêrs jî ewqas me şaş û mat nake. Hezkirina ku heteroseksuel înkar dike mecbûr dimîne ku melankolîk be.
 
Him ez têkiliya xwe ya daxwaza homoseksuelî red dikim, him jî xemgîniya ji bo wê red dikim. Ji bo ku em bibin jin an mêrekî heteroseksuek divê em daxwaza xwe ya homoseksuelî wenda bikin. Lê subjeyên heteroseksuel ji bo vê wendabûnê qet xemgîn nabin. Lewra ji vê wendêbûnê ne haydar in. Lewra heke lê hay bibin divê daxwaza homoseksuelî bipejirînin. Ewqas wisa ye ku çanda heteroseksuel înkarê wek tatmînkirina xwe dibînin. Ev pêvajoya înkarê dibe wek tatmîna nasnameya heteroseksuelan.
 
Mînakek heye ku tiştên gava din hatin gotin zelaltir dike. Nêrtî çiqas bê parastin û pesinandin, homoseksueliya nehatiye liberketin ewqas hêrs dibe. Sdema ku qardiyanên nêr yên artêşa Emerîkayê ewqas ditirsin ev e ku homoseksuelî wê jê vê înkarê rizgar bibe. Heke ne ev înkar be, em nikarin qala saziya heteroseksuel ya mêrtî bikin. Bi awayekî siviktir ez bibêjim; homoseksuelî mêrtiya di artêşê de tehdît dike. Lewra ev mêrtî ji înkara homoseksueliyê derketiye holê.
 
Aboriyek psîşîk ya wek vêya Zîzek jî tîne ziman. Çima artêş bi awayekî xurt naxwaze homoseksuel di nav de hebin? Lewra homoseksuel ji bo aboriya lîbîdînal û pederşahî ya artêşe tehdîtek e. Ev bersîvek e, lê bersîva herî serast ev e; ji ber ku artêş bi xwe li ser homoseksueliya ku red dike û napejirîna avabûye wisa tevdigere. Lewra jî li gor Butler û Zîzek, ji ber homoseksueliyê nayê pejirandin, avêtine binê erdê û ev aboriya şikestok, lîbîdînal û homoseksuelî bi hev re dijîn.
 
Butler û Zîzek dibêjin ku, civaka leşkerî bi sansurkirina vî esasî lîbîdînal dixebite. Ji ber vê yekê naxwazin ev daxwaza homoseksuelî derkeve holê û bê dîtin, înkara homoseksueliyê tercîh dikin. Em dikarin gelek girêdanên homoerotîk yên derneketine rû, hatine sansurkirin, lê di nav mêran de wek nifteyekê tê bikaranîn bibînin. Bi taybet jî li ciyên ku mêrtî herî êrîşkar, parêzvan û pesindar e de bibînin.
 
Fîlmê Brokeback Mountain tê bîra we? Di sala wek berendamê Oscarê bû VTRyek hatibû amadekirin li ser fîlmên Western. Di van fîlman de em dikarin helwestên êrîşkar yên mêrtî bibînin, lê di van hemû rewşan de em têkiliyêk bi rastî jî homoerotîk dibînin. Fîlmên mêran yên Tirkiyê jî wisa ne. Arnold Schwarzenegger, dibêje ku di fîlmê cara ewil tê de wek mêrê ducanî rol lîstiye de ev rewş dîtiye. Schwarzenegger, hun dizanin, ew mêrtiya ku em qal dikin, mêrê êrîşkar, xurt ew bi xwe ye. Lê rola mêrê ducanî jî wî lîstiye. Di sînemaya Tirkiyê de jî, wek mînak di fîlmê Shakspeare de Qadir Înanir etek li xwe kiribû. Gava em nasnameya Qadir Înanir bidin ber çavê xwe, di nev van her du mînakan de pareleliyek heye.
 
Hezkirina di nav mêran de, ramana ku bi homoseksueliyê re pir girêdayîne ya di nav civaka artêşê de em dikarin bi mînaka Zekî Muren jî bînin ziman. Bersîva Zekî Muren ya jibo pirsa “çima ji te re dibêjin paşa?” vê mijarê baş zelal dike. Gotina “her Tirk esker tê dinyayê” jî vê mijarê zelal dike. Heke her Tirk wek esker tên dinyayê, wê gavê di nav wan de hezkirinek mêrtî ango homoseksuelî jî heye. Bi vê gotinê ji xwe hun Tirktiyek bê jin tarîf dikin. Gava ku jin tunebe û her Tirk esker be wê gavê di nav wan de hezkirinêk mêrtî, homoseksuelî heye.
 
Em dikarin bibêjin ku di hemû nasnameyên hişk de melankolî heye. Ne tenê ji bo heteroseksueliyê ji bo neteweperestiyê jî melankolî tê niqaşkirin. Di sazkirina neteweperestiyê de jî înkara hezkirinê heye. Neteweperestî jî hin cureyên hezkirinê û nasnameyan li derve dihêle, hezkirinê tenê ji bo netewekî dipejirîne. Ji ber vê yekê neteweperestî jî melankoliyê ji nuh ve drdixîne holê. Li gor Butler, civaka Amerîkayê pişt bûyera 11yê îlonê ketiye nav melankoliyekê.
 
Hêza şîn û şidetê, di pirtûka jiyana şikestokî de, qal dike ku İraqî ji bo civaka Amerîkanî ewqas xemgîn nebûye, wek bedenên wendabûyî nedîtine. Kengî ku civaka Amerîkayî têkevin şîna İraqiyan wê gavê derketina ji melankoliyê mumkun dibe. Divê li ser encamên vêya em pirtir bisekinin.
 
Ev hezkirina ku li gor gotina “an hez bike an terk bike” tê avakirin, ango hezkirina li gor daxwazekê tesbît dikin û herkesi mecbûrî vê hezkirinê dikin, dişibe evîndariya di fîlmên Tirkan de, hêlekê wê ya ku aboriya evîndariyê jî îzah dike heye. Di vê têgînê de ciyê tu cadatiyek piçûk jî tune. Ev têgîn jî bi redkirina daxwaza homoseksuelî re têkildar e.
 
Bê şik ev helwest bi neteweperestiyê re jî têkildar e, hêla wê ya neteweperestî jî heye. Lê ya esasî ev e; gava objeya jê tê hezkirin û cudatiya wê neyê naskirin, kemû tiştên ji bo wê jiyanî ne neyê pejirandin, heta hewldan bi kuştinê jê hezkirin heke ne melankolî be çi ye? Melankolî tiştekî wisa ye. Di fîlmên Tirkan de jî heye. Gava jin dikeve rêyeke xerab, rismê wê yê ku berî têkeve rêya xerab tê darvekirin.
 
Ev ji melankoliyê mînakek tîpîk e. Ew lekeyên li ser wê tên dîtin, lekeyên di rewşa wê ya ji rêderketî, cudatiya wê jintêya wê diyar dikin, nişan dikin. Hezkirina bi kuştina wê. Cureya hezkirina bi vî awayî, ya heteroseksuelî bi înkara homoseksuelî ve têkildar e. Heke homoseseksuel xwe ji vê gerînekê rizgar bikin, wê şiklê hezkirina heteroseksuel jî biguherînin. Divê em li vir slogana Kaos GL jî dubare bikin.
 
Di derheq jiyana rojane û pratîkên civakî de jî divê em qala hin tiştan bikin. Ev çi ne? Di destpêkê de em dibînin ku hin bedenên wenda nayên dîtin, hay ji wan nabe. Li ser mirina hin bedenan qet ray û raman, xemgînî çênabin. Wek ku ev beden tunebûn tevgerek tê xwiya kirin. Kuştina Trawestî- transseksuelan me xemgîn nake, em wan wek wendabûne nabînin. Ango bedenên wenda dibin û em jbo wan xemgîn dibin wan wek wenda dibînin hene û yên em wan wisa nabînin hene.
 
Di civakên ji şer derketine de, serpêhatiya melankoliyê, wek daxwaza ji melankoliyê derketinê derdikeve hemberî me. Wek mînak; îro ji bo pirsgirêka Kurdan, di civaka Tirkiyê de, hin wendayên ku ji bo wan şîn hewceye hene. Kristeva, dibêje ku ji ber pirsa Cezayîrê Frense bi salan e di nav melankoliyekê de ye. Heke civakek ji bo mirina hin bedenan xemgîn nabe, nakevin şîna wî, ji bo mirinên xwe jî bi rastî pratîkek binaxkirinek tekûz nikarin bikin.
 
Guhdar:Peyva ku tu lê digere dibe ku ev be? Heke em li kîjan hêlê bin jî em li hêla din dimînin, tiştekî wisa. Lewra em wek civaka Tirk di derbeya 80yî de jî bi şerekî navxweyî ev tişt jiyabû. Îsanên wek çep-rast dihatin binavkirin hebûn. Yên rast ji bo yên çep xemgîn nedibûn. Ji bo wan bedenek bû ya li erdê. Çep jî ji bo yên rast xemgîn nedibû.
 
Ûmût Tumay Arslan: Erê. Ew wek hêza şînê ya li hember hêza şidetê ye. Tiştekî dawîn jî bibêjim; em dikarin bibêjin ku di van hemû tiştên ku me qala wan kirin de, hêrsek cîguhertî heye. Di serî de jî me gotibû, ji bo ku em hebin em li ber daxwazekê serê xwe datînin. Em serê xwe li ber şidetek derveyî xwar dikin û bi şideteke navxweyî xwe dikin “ez”.
 
Hêrsa ku wê berê xwe bide desthilatdariya civakî, bi awayekî xerîb berê xwe dide wê bedena ku desthilatdariyê wek yê din îşaret kiriye. Li vir hêrseke cîguhertî heye. Desthilatdariya heteroseksuel dibe sedemê êş û elemên cinsî, lê mixabin hêrsa ji ber êşên cinsî berê xwe nade desthilatdariyê, berê xwe dide homoseksueliyê. Divê ev vektora hêrsê berê xwe biguhere. Desthilatdariyê tehdît bike.
 
Divê piştî ewqas gotinan êdî em qala jiholêrakirina vê rewşê bikin. Ji bo ku em vê rewşê ji holê rakin em dikarin çi bikin?
 
Ji bo ku bibêjim “ez”, ji bo ku ez hebim, hewce dike ku ez têgînên din bi kar bînim. Teslîmî wan bibim. Ji bo vê şideta hundurîn tu çaer tune. Di her rewşê de, heke çi bibe jî ji bo nasnameyên hîn hegemonîk jî wisa ye, ji bo nasnameyên hîn li kêlekê ne jî wisa ye. Divê em bizanibin ku ji bo tarîfa “ez” têgînên li derve qet tu caran têrê nakin û pirsgirêkê çaeser nakin.
 
Lê heke em wendabûyinê wisa tarîf bikin, em bibînin ku bi hezkirinên civakê red kiriye re têkildar e, wê gavê tiştên em bikin hene. Bêyî ku em nasnameyek din an yekî din tune bihesibînin, em dikarin civakekê ava bikin? Ev mumkun e an na?
 
Hêlêk vêya ya utopîk heye. Lewra heke cudatîkirin tunebe, avêtina derve tunebe, avakirina nasnameyekê jî û ya civakekê jî ne mumkun e. Lewra jî hêlek utopîk ya van tiştên ez dibêjim heye. Lê bêyî ku em tunebûna yê din daxwaz bikin em dikarin nasnameyekê ava bikin. Li vir hin pêşniyarên mutewazî hene.
 
Ji vê yekê re jî tu çare tune. Lê mumkun e ku hin pêşniyarên mutewazî hebin. Wek mînak Butler tiştên wisa dibêje: Devjêberdana tamtî û otonomtiyê. Ev ji bo heteroseksueliyê jî ji bo homoseksueliyê jî ye. Ango dibe ku hewcedarî bi devjêberdana daxwaza me ya tam homoseksuelî û tam heteroseksueliyê hebe. Divê vêya em wek tehamula ji bo wendabûyina hundurîn û serîxwarkirina hundurîn bipejirînin.
 

Heke aboriyek psîşîk ya li hember wendabûyinê tehamul dike pêşbikeve, dibe ku dev ji israra tamtî û otonomtiyê berdan jî mumkun bibe. 


Tags:
İstihdam