17/03/2012 | Nivîskar: Tanıl Bora

Ma qey hewce dike ku dûr û dirêj qal bikin ku dinyaya futbolê çawa dinyaya mêr e? Ez ji lîskê pirtir, qala dinyaya li dor lîskê hatiye avakirin dikim.

Ma qey hewce dike ku dûr û dirêj qal bikin ku dinyaya futbolê çawa dinyaya mêr e? Ez ji lîskê pirtir, qala dinyaya li dor lîskê hatiye avakirin dikim. Bihevrebûna mêrên bi teqûreq maça futbolê temaşe dikin, zimanekî mêrtiya otarşîk e. Li hember her kesên din û hemû dinyayê, bi îhtîmalek nebaş lidijderketinek êrîşkar, bi îhtîmalek baş jî laqaytiyek heye di vî zimanî de. Mêrên di derheq futbolê de bi awayekî dilxweş an jî yên bi awayekî hêrsbûyî niqaşan dikin, hêmanên esasî yên teqûreqa mêran in.
 
Bi jestên mutehakim, çalim, nepixandin û bi peyvên qelew talîma pesinandinê li van deran pêk tê. Ji xwe, deverên ku narsîstî û homocivakî herî pir lê gûr dibin trîbun in. Heta dema nêzîk jî, birina zarokên law ya “maça destpêkê”, wek birina yekem ya kerxanê, wek rîtuela “derbasbûyina mêrtiyê” dihat pejirandin; heke ne wek berê be jî ev kevneşopî hîn jî didome. Bi kurtasî: Tevlêbûna dinyaya futbolê, wek rêyeke merbûnê, tev li dinyaya mêran bûyinê ye. Em dikarin li gor çawa tev li muhabeta futbolê bûye, di vir de çawa şikil girtiye re, rewşên mêrtî fahm bikin.
 
Em pê dizanin ku futbol wek “lîska mêran” tê pîrozkirin. Lawik hîn di zaroktiya xwe de li dibistanê, li taxê gava bi topê dilîze hînî vêya dibin. Gava beramberî derbeyên li gor rêzikên lîstikê yên nîzamî an nenîzamî dibin; dikevin xwar; top li rû, tengal an penîsê wan dikeve, bi taybet jî zarokên ji wan mezintir, wek Danyal Topatan diqîrin: “Lawo ev lîska mêran e!” Lîska futbolê bi rastî jî lîskeke hişk e. Norbert Elias ê sosyolog yê ku li ser rola sporê, bi taybet jî ya futbolê ya di pêvajoya nûdembûyin û kedîkirina şidetê fikiriye, bandora vê lîskê ya di warê bikaranîna hêza kontrolkirî û mahareta wê ya “eyarkirina” şidetê girîng dibîne. Zarokên law gava ku bi futbolê dilîzin, bi awayekî vê pêvajoya nûdembûyina mirovatî û kedîkirina şidetê ji nuh ve dijîn!
 
Bi rastî jî ev ceribandinek pozîtîf e, dibe ku wisa be. Li gel vê rastiyê, wek ceribandinek êrişkar, parastina li dij êrîşan, nasnameya mêrtî tesîs dike û “konrol” dike jî ev lîsk tê jiyan. “Pîvan”a li vir jî muhîm e. Klaus Theweleit, di berhema xwe ya bi navê “Fanteziyên mêran” de li ser dînamîka psîko-civakî ya tevgera sosyalîst ya nasyonal disekine. Di vê berhemê de dibêje ku dijberîtî bi kesayetiyek ku bi awayekî baş pêşneketiye re têkildar e. Mêrê ku ji dayika xwe veneqetiyaye, cudatiyên di nav xwe dinya û yên din de fahm nekiribe; xwe ji fanteziyên omnipotenz (desthilatdariya her tiştî) xelas nekiribe; di nav bihevrebûnek wisa di nav hev de, xwe û têkiliyên xwe nikaribe ava bike; bi reaksiyonek jê ne haydar dikare êrîşkar be û dujmunatiya her tiştên nerm xwiya dikin bikin da ku kêmasiyên xwe veşêrin. Futbol jî, wel lîskeke êrîşkar ji birînên kesên negihiştî re dibe merhem.
 
Ji bo law û yên kamil yên bi futbolê dilîzin re taswasa herî dijwar, “xwarina pêncanî” ye: Top di nav lingên wan de derbas dibe! Di folklora futbolê de ev yek wek “qulbûyinê”, “ji dest çûyina namûsê” xwiya dike; dibêjin “fooloş bû”. Wek mêrtiya xwe wenda bike, têkeve rewşa jin an qûndeyekî tê dîtin. Hin firlama ji bo ku topê di nav lingên raqîbê xwe re derbas bike konsantre dibin û dilîzin; piraya wan li çalim û golan miqate ne, lê bi qasî van jî lê miqate ne ku top di nav lingên wan re derbas nebe ku namûsa xwe biparêzin.
 
Pêncaniya di van rewşan de wek prowakasyonekê kar dike, wek serkeftinek mêrtî tê pîrozkirin. Di maçên asta bilind de jî, pêncaniyek wek golekê bi kêfxweşî tê pejirandin û dibe sedemê dilşadiyek pir mezin. (Ez ji bo welatê me û hemû derdorên Deryaya Spî dibêjim.) Li cîhana ku wendakirina mêrtiyê ewqas “pirseke demkurt e”, ev taswasa “pêncanî xwarinê” wek îmgeyek tîpîk ya mêrtî ye li gor min; rewş wisa ye ku divê mêr her dem amade û lê miqate be ku şan û şerefa mêrtiya wî ji dest nere.
 
Em derbasî trîbunan bibin... Lewra lîska ku mêrtî tê de desthilatdar e ji qada lîskê pirtir li trîbunan hulmê dide û distîne, dijî. Stran, slogan û tezahuratên trîbunan, yên naveroka wan cinsî û maço ne, her kes bi wan dizanin. Alîgir, her kesên ku ji xwe nabînin (tîmên rqaîp, alîgirên wan, rêvebirên wan, hakim, rêvebirên burokrasiya sporê, hin caran rêvebir û lîstikvanên wan yên ji wan qehirîne) berî her tiştî wan wek mêr dibînin û xeberan ji wan re didin: Wek orospî an jî qûnde ji wan re xeberan didin. Desthilatdarî û mezintiya xwe jî di mêrtiyê dibînin. Berevajiya vêya jî mumkun e: Wateya mêrtiyê ew ku, biserketî bin, bera wan dabin, serdest bin û ew eciqandibin. Peyvên ji bo avêtina golan û biserketinê ev in: “Xistin”, “ketin”, “kirin” û hwd. Zimanê cinsiyetê wek têkoşîna tekiliya serdest-bindest, serketî-binketî; cinsiyeta mêran ne wek bi hev re şadbûnê wek pratîkek serweriyê dibîne, di tezahurat û sloganên trîbunan de şehweta xwe pirtir dike.
 
Di salên 1970 û 1980yî de rîtuelek ku hin alîgirên fanatîk lê xwedî derdiketin hebû: Di seferên deplasmanan yên ji bo piştgiriya tîma xwe çûyina kerxaneyan jî ji bîr nedikirin. Li deverê mola didanê pereyê bîrayan nedidan, derdor terorîze dikirin, bi yên derdiketin hember wan pevdiçinîn. Ev tevger perçeyekî wandalîzmê bû; di eynî demê de piçûkxistin û têkbirina yê hember bû ev tevger. Di kûpaya cîhanê ya dawîn de gelek niqaş li ser çêbûn: Yek ji beşê turîzma futbola cîhanê jî turîzma fuhûşê ye. Di nav hevgirtina mêrtî ya şewqa “derbaskirina sînor” derdixîne holê de har dibin, xwe desthiltadartir dibînin û fanteziyên xwe yên hêzdarî dixemilînin.
 
Ev helwest ne hewceye ku her car ewqas pir li pêş bin û her car pêk bên; lê em gelek car, ne bi awayekî îstîsnaî van helwestan dibînin. Rewşa futbolê, rê li mêran vedike ku ji xwe herin û dîn û har bibin. Rê lê vedike ku mêr qet guh nedin tu tiştî û li gor daxwazên xwe tevbigerin. Ev yek, helwesta wek “kêfxweşî” û “xwe baş dîtinê” xwiya dike ya narsîst-maçîst teşwîk û tahrîk dike: Helwestek agresîf û xwedî îdîa ye. Li ser maqamê bêperwayî û lidijderketinê ev “kêfxweşî” tê gûrkirin û nepixandin. Ne tenê di kêfxweşiyê de, di xemgîniyê de jî ev dînamîk dixebite: Alîgirên ku gava tîma wan bisernakevin, tavilê sûcdaran tesbît dikin; li hêla din jî rûtirş dibin û însanên derdor diqehirînin; wek kamilên ku nikarin astengiyên li ber xwe çareser bikin, berpirsiyariya derdên xwe tavêjin hustuyê dê û bavên xwe an jî yên herî nêzîkî wan an jî kesên derdikevin hemberî wan; bi her kesî re şer dikin.
 
Bi kurtasî, rewşa civakî ya futbolê, rê vedike ku jirêderketinên dema kamilbûyinê tesîrê li yên mezintir jî bike. Bi vî awayî mêrên (qaşo) mezin in, bi romantîzma “zarokê di hundurê xwe de azad bike” re (Yildirim Turker jî qala vê yekê kiribû di Radîqal 1ê Nîsanê de), fanteziyên kamilan yên ji empatiyê re girtî ne meşrû dikin. Bi awayekî, wek sîmulatora kamilan ya ebedî dixebite.
 
Qada futbolê, yek ji kela herî xurt ya homo-civakiya mêrtî ye. Herêma rizgarkirî ya ku mêr bi hev re tev lê dibin. Welatê otarşiya mêran bi dest xe xistiye. Cîps, hambûrger, pîzza, çerez, kola, bîra; ev hemû li ser sehpayan in û mêr ji li ser van sehpayan muhebetek beradayî dikin. Ev dîmen, naturmorta mêrtiya çîna navîn ya bajarvaniya modern e. Tezahurata xortan ya li trîbunê; bi taybet jî ya li ser deriyên sereke, yên wek “li ser hesin” tê binavkirin, wek govendek helezonî milbimil, sîngbisîng, bi hilpekîn û firîn (hin caran dibêjin “bipeke, bipeke, yê nepeke qûnde ye”) rewşeke agirîn ya di nav mêran de ye. Dibe ku yên kelecaniya homoerotîk li wir tesbît bikin jî hebin.
 
Ji ber ku di van salê dawîn de, futbol bû wek perçeyekî qerase yê endutriya kêfxweşiyê, jin jî nêzîkî qada futbolê bûn an vê rewşê jin jî ber bi xwe ve kişand. Bi taybet jî piştî ku li Ewropa trîbun hîn konfortir û ewlekartir bûn, temaşeya malbatî wek kêfxweşiyek dawiya heftê derket holê. Him ev yek baş hat pesinandin, him jî magazîna futbolê medya xist destê xwe û wek malekî populer derxist bazarê. Ev hemû tişt bû sedem ku jin û bi taybet jî keçên cîwan herin dtadyûman û di telewîzyonan de temaşeya maça bikin. Li Tirkiyê jî rewş wisa pêşket.
 
Ji xwe alîgirên jin jî tev li “xeberên gotina wan pir şerm in” dibin, qet ji mêran kêm namînin. Bi vî awayî kevneşopiya mêrtî ya ji bo derketina qada jiyanê ya herî ewleyî didomînin. Lê jinên bi rewşa xwe jintî jî li trîbunê dimînin hene. Bi awayekî tevayî jî bandorek terbiyekirî heke pir kêm be jî li derdora xwe dikin. Wê baweriya mêran ku tenê ew hene li vê dinyayê hindik be jî dimehîne. Ji bo li lîskê û li derdor bi awayekî cuda, hinekî jî bi mîzah lê binêrin bandora jinan xwe diyar dike. (Ji bo ku homoseksuel jî bi nasnameyên xwe kêfxweşiya xwe li qada futbolê pêk bînin, rewşa Tirkiyê hîn ne musaîd e.) Helwesta maço ya hemû dinyayê, têkvebirina homososyal ya li qada futbolê hîn jî ji xwe re wek tehdîtekê dibîne.
 
Em nikarin bibêjin ku lîstika futbolê, dînamîka lîstikê bi xwe -bi rastî jî listikek xweş e- dibe sedemê van tiştên xerab: Fanteziyên ebedî yên kamiliyê, nasnameya mêrtî ya serdest û hemû xerabiyên din. Em qala rewşa futbolê dikin ne ya lîstika futbolê. Em qala endustriya futbolê, medyaya wê û avahiyên ku çanda futbolê ya binî derdixînin holê dikin. Pir mumkun e ku futbol bi awayekî din jî derkeve holê û di nav civakê de cî bistîne, ji xwe em dibînin ku di nav çanda futbolê de nirxên siyasî, civakî, çandî yên cuda jî hene û pêşdikevin.
 
Wek mînak; FC St. Pauli Hamburg, bi kevneşopiya alîgirên xwe yên derveyî skorê maçê wek kêfxweşiyek muşterek hevpar dike, ne tu kesê din tenê her cure mutehakiman piçûk dibînin, ji bo futbolhezên “alternatîf” qlûbek di qada cîhanê de navdar e. Serokê wê, ji sala 2003yan vir ve, şanogerekî gey –ne veşirtî eşkere- e. Di vê nabênê de, yên meraq dikin, dikarin li sîteya înternetê ya Federasyona Futbolê ya Gey û Lezbiyena (IGLFA) binêrîn. Wek mînak ji Îlona li pêş me dikarin di derheq Kûpaya Cîhanê ya Yekem ya IGLFA bigîhêjin hin agahiyan. Hesta “azadiyê” ya li trîbunan dijî bi awayekî qarnewalî kêfxweşiyê gûrtir dike, li dij desthilatdaran qadên “derbaskirina sînoran” vedikin, mînakên wisa pir in. Rewşek mêrtiya hîn “hêsan”, li trîbunan pir mumkun e, heta bi saya trîbunan jî ev yek pêk tê!
 

*Di futbolê de gava lîstikvan topê di nav lingên yê hember xwe re derbas bike. 


Tags: jîyan
İstihdam